Derûnnasiya aştiyê zanisteke ku lêkolînan dike ka mirov çawa dikarin di nav xwe de aştiyê ava bikin, pevçûnan kêm bikin û têkiliyên wekhev û bihêz biafirînin. Ev qad têkiliyên mirovî, hestên wan û awayên birêvebirina nakokiyan vedikole. Armanca wê ne tenê rawestandina şer û tundîtûjiyê ye, afirandina civakekê ye ku tê de her kes wekî hev bijî û ji hev re rêzê bigire.
Derûnnasiya aştiyê qadeke navdîsîplînî ye anku ji gelek zanistan sûd werdigire, wekî derûnnasî, civaknasî, siyaset û têkiliyên navneteweyî. Ew dikare alîkariya me bike ku em fêm bikin çima du kes an du kom di nav pevçûnê de ne û çawa dikarin bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev zanist bi taybetî li ser kêmkirina tundîtûjiya rasterast (wekî şer), tundîtûjiya binyadî (wekî newekheviya aborî) û tundîtûjiya çandî (wekî nîjadperestî) disekine.
Aştiya neyînî û erênî
Derûnnasiya aştiyê du têgîhên bingehîn bi kar tîne: aştiya neyînî û aştiya erênî. Ev têgih ji bo têgihîştina aştiyê û awayê avakirina wê pir girîng in.
Aştiya neyînî tê wateya tunebûna şer, pevçûn, an tundîtûjiya rasterast. Ev cure aştî bi gelemperî bi rawestandina tundiyê tê bidestxistin lê dibe ku pirsgirêkên binyadî yên civakê çareser nebin. Dema du alî peymana agirbestê îmze dikin û şerê di navbera wan de radiweste, erê ev rewş aştiye lê bi têgiha aştiya neyînî tê ravekirin. Eger newekhevî, bêedaletî yan nakokiyên din di nav civakê de berdewam bikin, ev aştî ne domdar e. Bifikirin ku li gundekî du cîranên hev ji ber meseleya erdan hev êşandine û dû re biryar dane şer nekin û êdî bi hev re neaxivin. Dibe ku ev, şerê di navbera wan de rawestîne, lê têkiliya wan hîn jî ne saxlem e û pêkan e nakokî û şer dîsa derkeve holê.
Aştiya erênî jî tê wateya ne tenê tunebûna şer, herwiha avakirina civakeke adil, wekhev û bihêz. Ev cure aştî li ser çareserkirina sedemên binyadî yên pevçûnan disekine; wekî newekheviya aborî, bêedaletiya civakî yan nebûna têkiliyên saxlem. Aştiya erênî hewldanên aktîf dixwaze, wekî polîtîkayên erênî, wekhevî, azadî, perwerdehî, edaleta civakî û diyalog. Ew du cîranên ku ji ber meseleya erdan hev êşandibûn, bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi hev re dest bi avakirina baxçeyekî hevpar bikin, ev yek hem şer û pevçûnên wan diqedîne hem jî di navbera wan de têkiliyeke erênî û domdar jî diafirîne.
Aştiya erênî balê dikişîne ser afirandina wezîfeyekê ku tê de her kes xwe ewle, biqîmet û di nav civakê de hîs dike.
Bandora şer û pevçûnan
Şer û pevçûn bandorên kûr li ser derûniya mirovan û civakan dikin. Ev bandor dikarin bedenî, hestyarî, û civakî bin. Şer û tundîtûjî dikarin bibim sedema trawmayên giran. Kesên ku şahidiya tundiyê dikin, malbatên xwe winda dikin an neçar dimînin koç dikin, dibe ku bi Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (NSPT), depresyon an anksiyeteyê re rû bi rû bimînin. Zarokek ku dîtiye mala wî tê wêrankirin, dibe ku bi şev xewnên tirsnak bibîne û ji dengên bilind bitirse.
Di dema şer de, mirov hîs dikin ku jiyan ne ewle ye. Ev bêewlehî dikare li hember kesên din û saziyan bibe sedema bêbaweriyê. Eger kesek di şer de bibe şahidê êrişekê dibe ku ji kesên xerîb bitirse û xwe tenê hîs bike.
Şer civakan parçe dike. Komên cuda dibe ku hev wekî dijmin bibînin û ev yek têkiliyên civakî qels dike. Wekî ku Azad Dildar jî di gotara xwe de rave dike (2025), trawmayên kolektîf dikarin ji nifşekî bo nifşekî din werin veguhastin. Mînak, eger komeke etnîk di şer de êşê bikşîne, nifşên nû dibe ku kînekê li hember aliyê din hilgirin.
Şer aborî û avahiyên civakî wêran dike. Wêrankirina dibistanan an nexweşxaneyan gihîştina mirovan bi xizmetên bingehîn sînordar dike ku ev bandorê li tenduristiya derûnî dike.
Di dema şer de, civak dikarin ‘çanda tundîtûjiyê’ ava bikin ku tê de tundîtûjî wekî rêbazeke çareseriyê tê dîtin. Mînak, ciwanên ku di nav şer de mezin dibin dibe ku bawer bikin ku tundî rêya yekane ya parastina xwe ye.
Rêyên çareseriyê
Derûnnasiya aştiyê ji bo kêmkirina bandorên şer û avakirina civakeke aştîxwaz rêbazên cihêreng pêşniyar dike. Yek ji wan rêbazan diyalog e ku rê dide her du aliyan da ku ew xwe îfade bikin û hev fêm bikin. Perwerdehî jî bi roleke girîng radibe; dibistan dikarin zarokan fêr bikin bê çawa bi rêzdarî nêzî kesên din bibin. Wekî ku lêkolîn jî vê rewşê piştrast dikin, bernameyên perwerdehiyê yên bêtundî alîkariya kêmkirina tundiyê dikin. Her wiha, rêbazeke din a girîng edaleta başker e ku balê dikişîne ser başkirina mexdûran. Têkiliya navkomî jî pêşdaraziyan kêm dike. Piştgiriya civakî yek ji wan hêmanên bingehîn e ku hêzê dide kesan da ku bi trawmayên xwe re rû bi rû bimînin. Ji bo kesên şer dîtine torên civakî, malbat û heval û komên piştgiriyê alîkariya başbûna derûnî dikin. Bi rêbazên wekî van û rêbazên dîtir, derûnnasiya aştiyê tenê pevçûnan kêm nake, bingehekê ji bo civakeke aram û adil jî ava dike.
Rola polîtîkayên dewletê
Aştiya erênî ne tenê bi hewldanên kesane yan civakî, bi polîtîkayên dewletê yên dadmend û bihêz tê avakirin ku li ser bingeha wekhevî, edalet û têgihîştina civakî tên sazkirin. Dewlet dikarin bi qanûnên ku civakeke adil û yekgirtî teşwîq dikin, bingeha aştiya erênî xurt bikin. Bernameyên perwerdehiyê yên ku têgihîştina pirçandî û çareserkirina nakokiyan bêtundî hîn dikin, bi derfetên dewletê dikarin bên destekirin. Sazkirina sîstemên edaleta başker jî rêyeke girîng e; dewlet dikarin qanûnên ku her du alî bi diyalogê tîne ba hev derxînin, da ku lihevkirina civakî pêk were. Dewlet herwiha dikarin bi qanûnên ku projeyên têkiliya navkomî fînanse dikin, têgihîştina di navbera komên cuda de xurt bikin. Di heman demê de, qanûnên ku mafên mirovan diparêzin, wek mafên kêmneteweyan an mafên zayendî, aştiya erênî bihêz dikin. Li Afrîkaya Başûr, qanûnên ku wekheviya nîjadî teşwîq dikirin, alîkariya avakirina civakeke yekgirtî kirin. Wekî din, dewlet dikarin bi qanûnên li dijî nîjadperestî yan cihêkariya zayendî, têkoşîna li dijî tundîtûjiya çandî xurt bikin. Mînak, qanûnên ku cezayên giran li ser sûcên nefretê ferz dikin, dikarin civakê ji pevçûnan biparêzin. Bi van polîtîkayên dadmend û qanûnên ku li ser bingeha wekhevî û edaletê hatine çêkirin, dewlet dikarin bingeheke domdar ji bo aştiya erênî saz bikin ku ne tenê şer rawestîne, civakeke adil, wekhev, û aram jî biafirîne.
Derûnînasiya aştiyê ne tene li ser rawestandina tundiyê, li ser başkirina birînên derûnî û civakî yên ku ji pevçûnan derdikevin holê jî radiweste. Ji ber vê yekê, xebatên tenduristiya derûnî, bi taybetî ji bo her du aliyên ku bandora pevçûnan li wan bûne, wekî beşeke bingehîn a polîtîkayên aştiya erênî tên dîtin. Li gorî derûnnasiya aştiyê, ji ber ku pevçûn bandorên kûr li ser hiş û dilê mirovan dihêlin xebatên tenduristiya derûnî divê wekî beşeke bingehîn a polîtîkayên dewletê bên dîtin. Dewlet dikarin navendên terapiyê saz bikin ku ji herdu aliyan re xizmetên tenduristiya derûnî pêk bînin. Dewlet dikarin pisporên tenduristiya derûnî yên ku di derûnnasiya aştiyê de perwerde bûne, bixebitînin. Ev pispor dikarin di nav civakên ku ji pevçûnan tesîr dîtine bixebitin da ku alîkariya çareserkirina trawmayên kolektîf bikin.
Aştî û polîtîkayên erênî
Derûnnasiya aştiyê nîşan dide ku aştî ne tenê rawestandina şer e; avakirina jiyaneke adil, wekhev û bihêz e. Aştiya neyînî, ango tunebûna şer, gaveke destpêkê ye, lê aştiya erênî ku li ser edalet, wekhevî û têkiliyên saxlem ava dibe, armanca dawî ye. Aştiya erênî tenê bi hewldanên kesane pêk naye, polîtîkayên dewletê yên dirust roleke girîng dilîzin. Dewlet divê polîtîkayên erênî bi rê ve bibin; di wekhevî, perwerdehî, piştgiriya edaleta civakî, sazkirina sîstemên edaleta başker û teşwîqkirina têkiliya navkomî de rola xwe bi cih bîne. Bi rêbazên wekî diyalog, perwerdehî û edaleta başker, em dikarin birînên şer derman bikin, bi polîtîkayên dewletê yên erênî, ev aştî dikare domdar bibe. Herkes dikare di vê rêyê de rolekê bilîze, lê polîtîkayên dewletê yên dirust dikarin vê hewldanê bihêztir bikin.
Çavkanî
- Christie, D. J., Tint, B. S., Wagner, R. V., & Winter, D. D. (2008). Peace psychology for a peaceful world. American Psychologist, 63(6), 540-552. doi:10.1037/0003-066X.63.6.540
- Dildar, A. (2025). Trawmaya kolektîf, veguhastina navnîfşî û edaleta başker. Psychology Kurdî, 9(20), 16-20.
- Galtung, J. (1969). Violence, peace, and peace research. Journal of Peace Research, 6(3), 167-191.
- Kaya, B. (2025). Edalet derûniya mirov hildiweşîne an baş dike? (Wergera ji tirkî: Abdulsıttar Özmen), Psychology Kurdî, 9(20), 10-15.
- Kizilhan, J. I. (2025). Derûnnasiya aştiyê. (Wergera ji îngilîzî: Bilal Öztunç), Psychology Kurdî, 9(20), 4-9.
- Yıldırım, A. (2018). Psychological Approaches to Peace; Peace in Modern Psychology. R&S – Research Studies Anatolia Journal, 1(2), 385-388. https://doi.org/10.33723/rs.440697