Carekê zilamekî alman diçe ba derûnnas û jê re dibêje: “Ji biçûkaya xwe de, tirseke min a mezin heye, her şev ez ji ber wê tirsê nikarim razêm. Di serê min de taswaseke wiha heye ku dê mirovek ji bin textê min ê razanê derkeve û min bikuje. Her şev ji ber vê metirsiyê nikarim têkevim xew.” Ew mirov diçe ba derûnnas û çîroka xwe jê re dibêje.
Derûnnasê alman dibêje: “Baş e divê tu hefteyê du caran werî ba min, heta çend mehan tu yê rihet bibî. Ji bo her hevdîtinê, tu yê 200 ewro bidî min.” Mêrikê alman ji bo ku ewqas pereyê wî tune ye qet nema bi ser derûnnas de diçe. Piştî çend mehan carekê ew û derûnnasê alman li hev rast tên û derûnnas dibêje rewşa te çawa ye tu çima nehatî ji bo dermankirinê.
Mêrikê alman dibêje: “Ez niha gelekî baş im û penaberekî sûrî ez di yek hevdîtinekê de rihet kirim. Min xwarinek dayê û kolayek û wî ez rihet kirim.”
Derûnnas dibêjê: “Çawa tu rihet kirî, ma derûnnas bû.”
Mêrikê alman dibêje na wele ne derûnnas bû ew penaberekî sûrî bû.
Derûnnas: “Çawa te ew rihet kir?”
Mêrikê alman got: “Ji min re got wî textê xwe yê razanê bifiroşe û livînê xwe deyne erdê, li wir razê êdî nema tu ditirsî. Min wiha kir û êdî ew tirsa min ji binî ve çû.”
Derûnnasê alman