Dema ku mirovahiyê dest bi danhevdana amûrên çandê kiriye û xwestiye ku tiştên hatine afirandin bila bibe mayindeya, zêdeka civakê! Xwestiye tiştên nû bi dubare kirinê di mejiyê mirov, malbat û civakê de mayinde bibe. Lê mirovahiyê dît ku ev rêbaz mirovan zêde pêş naxîne, hew tiştê heyî diparêze, gaveke pêştir afirandin, li ser keviran û bi keviran wêneyê ku wate lê bar dikirin xêz kirin, ji wan re dibêjin hiyeroglîf û di peyre nivîs afirandin. Di pey nivîsê re wêne derbasî mijara hunerê bû, di hewzê xwe de dubare kirine de vegevizandin jî mîna paşdemayinê hat dîtin.
Ji bo pêşketinê; ceribandina rêbazê cuda ji xwe re pîvan dîtin û heman rêbaz meşandin. Dema ku heman rêbaz bikar anîn; dîtin ku derûniyeke cuda û dema ku aliqandinek hebe derûniyeke cuda dibe serdest. Ji ber vî awayî jî nûjenî pejirandin û bi domdar ji xwe re kirin armanc.
Ji bo pêşketinê pêdivî bi nûjeniyeke herikbar, di mêzîna hevsengiya jiyanê de pîvan girtine û guherîna bi xwezayê re kirine nêzîk bûna jiyanê. Lê di pey re; derketina mijarên pîvanê derûniyê, hin tiştan rexne dikin û dibêjin ji bo pêşketineke bi tendurust; divê bi domdar liv û tevger hebe, bi domdar herikbûnek hebe ku ji bo heman tişt pêk werin! Divê kedrijandineke domdar hebe. Lê dema ku tu bi domdar di nava dubare kirinê de bijî; divê tu bizanibe ku tu yê bi şûnde bimîne û di pey demekê re tu yê teng bimîne, ev teng mayin jî dibe sedemê paşdemayin û şûnde mayinê ku ev jî elametê derûniyeke neyînî derdixîne holê. Lê bi derketandina elametê derûniya neyînî nexweşiyê jî bi xwe re diafirîne.
Divê bê zanîn ku dayik tu carî ji heman zarokî du caran nayne dinê, tovek du cara di heman cihî de dernakeve holê, lê ji ber xemsarî, teralî û pejirandina mirovan, xwesteka wanî dubarekirina hin tiştan heye ku ev jî; em mîna sendromeke derûniyê dinirxîne, di jiyîna serboriyên ku di dîrokê de di destên me de hene! Xwe dubare kirin bargiranî û xwedî bedêleke neyîniye.
Yên ku di nava dubarekirinê de dijîn; divê bêne zanîn ku ne xwedî danhevdanane, ne xwedî planên kar û xebatên pêşerojê ne, divê bê zanîn, ji ber kirinek (ezberek) heye ku jiber kirin jiyanê pêşde naxîne û xebateke ji bo parastina tiştên heyî di dest de ye, lê di pey demekê re heman şikarte jî dê bimehe.
Bi domdar dubarekirin xwedî aliyê erênî û bi piranî xwedî rûyekî neyîniye. Ji ber vî alî jî divê di têkiliyê mirov û civakê de liv û tevgereke domdar hebe ku di pêşketina bi civakê re nebe bargiranî. Di mijara kurd de jî heman tişt derbasdar e ku di dema xwestek û rêxistina gelê kurd bi hêz dibe, xwe dide serhevdu û ber bi yekîtiyê ve dimeşe, an dîplomasiyek ku dê alîkariyê ji gelê kurd re bike derkeve holê, dewletên ku li serê gelê kurd bûne bela û kurd a înkar dikin, dixwazin wan bipişêvin û wan tune bike; dest bi peyvê erênî dikin. Mîna ku gelê kurd sûcdar in û alîkariyê naxwazin, destê ku ji bo wekhevî û xweşk û biratiya dirêj bûye nagirin! Lê kurd bi domdar destên ku dirêj bûye girtiye û dewletên ku desthilatdariyê li ser gelê kurd dimeşîne, piştî girêka xwe pişt dixîne û pêde, dest bi mandele bûnê, zordariyê, pêkûtiyê dikin û mijara ber bi çareseriyê ve dimeşiya cardin vedigerîne serdem û ji dema hov bi şûndetir.
Pêşketinên bi bedêl û pêvajoyên bi kezebreşî xwe digehîne asta azadiya gelê kurd; cardin vedigerînin mîna ku pirsgirêk tuneye û gelê kurd an rêveberên wan paranoya dijîn, rayedar wanî tevdigerin. Heman mîzansen bi deh caran dubare bûye (di têkiliyê bi Elî Şan beg û Elî Şêr beg re, di têkiliyê bi Nûrî Dêrsimî re, di pêvajoya konferansa Parîsê de, di konferansa Lozanê de, di têkiliyê bi Hesen Xeyrî re, di têkiliyê bi Diyap Axa re, di têkiliyê bi Seyî Evdilqadir re, di têkiliyê bi Şêx Saîd re, di têkiliyê bi Seyid Riza re û hwd…) û divê vê carê heman tişt neyê jiyîn ku bila cardin pêvajoyeke dilêşiyê dernekeve holê, bila demên wendahiya li ser êşa gel neyê jiyîn.
Di vî warî de Tirkiye xwedî pirêzeyeke tije kelem e. Lê di vê pêvajoya nû de; li Sûriyeyê dixwazin heman tiştî dubare bikin. Ev jî peyman ji heşt xalan bi kurd re xwedî naverok û hêviyekêye, lê civîna amadekirina makeqanûna Sûriyeyê; xwe dubarekirineke, qopyayeke mîna Tirkiye li dar dikeve. Di peyvê de kurd heye lê dixwazin di qanûnan de, di jiyanê de kurd cih negirin û nebin xwedî mafê hemwelatî û wekheviyê.
Dixwazin heta meşrûyitekê bi dest bixînin; Kurda di hêviya bendewariyê de bigirin, bixapînin! Di pey meşrûyetê re bi rêbazê leşkeri bi ser kurdan de bimeşe û di bêdengiya cîhanê de ji kurdan re bibêjin an hûnê xwe bidin dest (bêne pişavtin û tune bibin) an hûnê bimirin, lê kurd baş dizanin ku berxwedan jiyane û heta vê roja ku di nava êrîşên tunekirinê de, di pergala pişavtinê de zanîbûn xwe jîn bigirin û xwe jîn û berxwedêr girtin ku hêna em behsa hebûn û serkeftina kurd dikin.
Lê divê li heman koneyan baldarî di asta herî jor de be ku sistemên xwedî navê konebazin careke dinê hewl nedin gelê me û rêxistina pêşengiya gelê me bixapînin. Heta ku em bi rêxistina xwe, bi hêza xwe, bi rayedariya xweser, di nava meşuyeta we de, di make qanûnên we de, em cih negirin û di qada navneteweyî de; piştgirî û erêniya we em nebihîzin, em nebînin û di jest û mîmîkên we de em erêniyeke aram û ji dil nebinin! Em ê ji kiryariyên we re nebêjin erê û em tev li tevgerên hovîtiya we nabin.
Êdî ne dema hovitiyê ye, an ne dema cahiliyê ye ku jê re dibêjin dema navîn! Êdî dem dema pêşketin û têkiliyê bi alîkariya teknolojiye zû têne bihîstin û konsolîdasyonek asta bilind heye. Êdî divê xapandin tunebe ku baweriya ji aliye rayedaran ve hatiye derb kirin, bi tendurustî saz bibe. An rojê were hûnê di nava xwe dubarekirinê de emrê xwe biqedînin û hêviya ku aso ye dê bi domdar bijî.