12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dermanê Rojhilata Navîn Kurdistan e

Bi rizgariya Kurdistanê re, gelê ermen, asûr, gurcî, laz, ereb, azerî, fars, çerkes, rûm, tev wê azad bibin. Ma ji vê birûmetir çi heye? Lê ji bo gihiştina vê rûmetê pêwîstî bi ruhekî nû yê pêngava 15’ê Tebaxê heye.

Her diçe pirsgirêkên li Rojhilata Navîn zêdetir, dijwartir û aloztir dibin. Şerê li Rojhilata Navîn heye ji sedema gurkirina dewletên desthilatdar dibe sedema kuştin û mirineke bêdawî. Gelên li vê herêmê bê siberoj û heta bê îroj in, ew nizanin kîjan kêliyê wê çi bi serê wan de were. Ew nikarin sibe û dusibeya xwe plan bikin an jiyana xwe ewle bihesibînin.

Dewletên dagirker û desthilatdar ên li herêmê yên wek Sûriye, Iraq, Îran û bi taybetî jî Tirkiye li ser bingehê tifaqa bindestkirina kurdan her roj peymanên xwe yên dagirkeriyê nû dikin. Tevî ku di navbera van her çar dewletan de nakokiyên kûr û dîrokî hene jî, gava mijar dibe azadiya kurdan, ev dewlet pirsgirêkên xwe didin aliyekî û li ser tunekirin û înkarkirina kurdan hevalbendiya xwe saxlemtir dikin.

Îran şîa lê Tirkiye sunî ye, di navbera wan de şerê desthilatiya li herêmê heye, lê ji sedema bindestiya kurdan her du dewlet ji şerê 639’an û vir ve hevalbendiya xwe didomînin. Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de li ser bûyera Kerkûk û Mûsilê dijberiyek heye, lê ji sedema bindestiya kurdan îro peymana xwe ya dij-kurd li Enqerayê nû dikin. Xwefiroş û bêeslê Hakan Fîdan û Fûad Husên li ser dagirkirina Kurdistanê ya ji aliyê tirkan ve destên xwe didin hev.

Ger kurd li holê tunebana, ji ber artêşa tirk destê xwe dirêjî serveriya Iraqê kiriye, diviya li hember hev şer îlan kiribana. Lê ew gava destê xwe didin hev li ser kurdan wiha dibêjin “Tu jî dikujî, ez jî bikujim, ji me her duyan re fêdeye”. Ji bo wê tevî ketina artêşa tirk a başûrê Kurdistanê, Fûad Husên dikare were Tirkiyeyê û her du dewletên dagirker bi hev re peymana xiyanetê nû bikin. Dewleta tirk ji bo vê peymana dij-kurd bi dest bixe, serbestiya vizeyê dide hemwelatiyên Iraqê yên zarok û pîremêr, tevî ku hemwelatiyên tirk nikarin bê vîze derbasî axa Iraqê bibin. Ka bê kî dizane, hîn çi soz û peyman û tavîzên din ên xiyaneta li kurdan dane hev.

Ji xwe Sûriye û Tirkiye bi hev re flortê dikin, tevî ku dewleta tirk axa di bin serweriya wê de jî dagir kiriye. Gava ax axa kurdan be ji bo wan ferq nake, ji van çar dewletên dagirker di bin destê kîjan dewletê de be.

Li Rojhilata Navîn bêdadweriya ji şerê cîhanê yê yekem û yê duyem bi destê dewletên emperyal ên wek îngiliz, fransiz û hevalbendên wan heta roja me hatiye, ev sed sal in xwîna kurdan dide rijandin, axa welatê wan dide sotin, talankirin û wêrankirin.

Dewletên wek ingilîz û frans ên Kurdistan diyarî dan destê ereb û tirkan hîn jî vê bêdadweriya xwe didomînin û rêya tayînkirina qedera xwe nadin destê kurdan. Dewleta Amerîka ya îro serweriya emperyal ji destê ingilîzan dewr girtiye, her çendî di şerê li hember DAIŞ’ê de bi destê kurdan girtibe jî, ji kuştina kurdan a bi destê tirkan hîn jî dilxweş û alîgir e.

Li ciyekî gava zilmek, kuştinek tê kirin û hêz an dewletên din, li hember vê bêdeng dimînin, ev tê wateya alîgirbûna vê zilm û kuştinê.

Dewleta Amerîka û dewletên din ên ewropî û bi taybetî ingilîz, fransiz û alman, divê bêdadweriya pêşiyên wan bi serê kurdan de anîne ji holê rakin. Herçendî ew ji bo berjewendiyên aborî û siyasî bi tirkan re di nav zewaceke yekalî de bin jî, êdî dema hevberdana wan hatiye.

Di serî de derxistina dewleta tirk a ji NATO’yê, divê bikeve rojevê û bi awayekî cidî li ser were rawestin. Dewleta tirk hêza çekdarî û piştgiriya siyasî ya ji hêza NATO’yê digire ne ji bo ewlebûna herêmê lê ji bo alozkirina herêmê bi kar tîne. Tevî vê yekê jî ew wek nanê sêlê geh li aliyê Rûsya, geh li aliyê NATO’yê, ku ev yek êdî ji bo van dewletan jî bargiraniyek e. Dîsa hebûna dewleta tirk a her roja tê hêza xwe ya leşkerî zêdetir û xurtir dike, ji bo dewletên herêmê, yên li ser Kurdistanê dagirker jî xetareyê çêdike.

Leşkerên artêşa tirk ên ketine nav axa di bin serweriya Iraq û Sûriyeyê de wê bi hêsanî ji wir dernekevin. Ew her çendî têkoşîna kurdan û hebûna PKK’ê ya li Başûr û rojavayê Kurdistanê bikin mahne jî, hemû hêzên têkildar dizanin, ku faşîzm û kemalîzma tirk dev ji xeyalên xwe yên bidestxistina herêmê ya wek serdema Osmaniyan bernedane û ev yek her dem ji bo wan xewnek û xeyalek e.

Bêdadweriya li ser Kurdistanê ya bi destxetkirina peymana Lozanê hat kirin û piştî şerê cîhanê yê duyem radestkirina Kurdistanê ya devleta tirk û her du dewletên ereb, êdî divê bi dawî bibe.

Divê kurd bigihêjin mafê xwe yê serweriya xwe ya bi tayînkirina qedera xwe: Ev jî bi rizgarkirina Kurdistanê û xwe gihandina Kurdistaneke serbixwe û azad dibe.Gava Kurdistan azad bibe, sazûmanên faşîst, diktator, otokrat û teokrat wê parçe parçe bibin û him kurd, hem jî hemû gelên hatine înkarkirin û bindestkirin û hem jî gelên van dewletên desthilatdar, wê azad bibin û bigihêjin jiyaneke xweştir.

Ji bo wê rizgariya Kurdistanê yekane dermanê pirsgirêk, şer û aloziyên li Rojhilata Navîn e. Tenê pêkanîna Kurdistaneke azad û serbixwe dikare dawî li şerê li Rojhilata Navîn bîne.

Serûbinkirina rejîmên faşîst ên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê tenê bi rizgarkirina Kurdistanê pêkan e. Ev jî ji bo gelê kurd dikare bi pêngaveke nû ya wek 15’ê Tebaxê pêk were. Divê gelê kurd azadiya xwe ava bike, ji bo vê jî divê bibe yek.

Çawa ku dewletên dijminên kurdan ji bo temirandina têkoşîna azadiya kurdan hemû pirsgirêk û aloziyên xwe didin aliyekî û hevalbendiya xwe nû û xurt dikin, divê kurd jî hişê xwe bînin serê xwe, hemû nakokî, alozî û dijberiyên navxweyî bidin aliyekî û ji bo rizgarkirina Kurdistanê dest bidin hev, hêza xwe bikin yek û li neyarên xwe bidin, wan ji ser axa Kurdistanê biqewitînin.

Ger kurd vê yekê îro nekin, wê kengî bikin? Ma bila xwîna kurdan sedsaleke din jî were rijandin? Ma bila erdnîgariya kurdan sedsaleke din jî were şewitandin û talankirin? Danûstendin û hevkariya bi dagirkerî û dijminan re ji kîjan gelî re azadî aniye, ku ji kurdan re bîne? Ma hûn nabînin, her roja tê Kurdistan zêdetir dibe warê kuştin û mirinê? Heta kengî hûnê çavên xwe li kuştin û mirina kurdan bigirin? Hûnê hemû dewlemendiya Kurdistanê bixwin, lê li xwîna zarokên kurdan û parastina xwezaya Kurdistanê xwedî dernekevin, ma ev e kurdbûn, welatperwerbûn, şoreşgerbûn, mirovbûn û kurdistanîbûn e?

Ma çavên te kor in, guhên te ker in, zimanê te lal e? Dewletên dagirker ji bo tunekirina te peymanan çêdikin, tu çima ji bo rizgarkirina xwe peymanan çênakî? Kurdistaneke azad û serbixwe dermanê te ye jî, dermanê hemû gelên li Rojhilata Navîn e. Bi rizgariya Kurdistanê re, gelê ermenî, asûrî, gurcî, laz, ereb, azerî, fars, çerkez, rûm, tev wê azad bibin. Ma ji vê birûmetir çi heye?

Lê ji bo gihiştina vê rûmetê pêwîstî bi ruhekî nû yê pêngava 15’ê Tebaxê heye, pêwîstî bi wêrekiya Egîdan heye, ku li hember dagirkeriyê çeka azadiyê bi kar bînin, ne ku rêbertiyê ji neyarê xwe re bikin. Werin em tev dest bidin hev, bi hev re Kurdistana xwe azad bikin û tê de birûmet bijîn.