Kurd di ezmûnekê de ne. Ev ezmûn, pêkanîna demokrasiyê ye û di dîroka mirovahiyê de karê herî zor e. Em serdema “Ummet” a Osmaniyan hesab nekin; dîroka sed salî ya çêkirina nasname û neteweya “tirkî”, yanî dewleta Tirkiyeyê, ji demokrasiyê dûr e. Bi bûyerên trajîk dagirtî ye. Desthilatdarî, burokrasî, îstîxbarat û artêş weke aşê tunekirinê kar dikin. Ev zihniyeta “saqit” û “seqet”, bi ti awayî bi demokrasî û edaletê şerebyab nebûye. Her tim, teokrasî-ola yek milletî, li ser bingeha “bîad” û “bendetiyê” bi pêş xistine.
Di destpêka avakirina dewleta Enqereyê de, laîsîzma yekperest hebû, piştre darbeyên leşkerî destpêkirin; 22 sal in jî “manîfaktûr diktatorî” heye. Ev jî tê wateya sîstem û hêza di yek destî de û “îstîbdad-despotîzm“ a veşarî û baxçeyên gelan, bax û bostanên demokrasiyê talan dikin.
Qesra Kulliye bûye navenda vê talanê. Serokkomar Erdogan, hîn di serdema şaredariya Stembolê de, di civînekê de axivîbû û gotibû: “Demokrasî ji bo me ne armanc e. Amurê bikaranîn û gihiştina armancê ye.” Ev vîdeo, ji aliyê Ahmet Nesîn ve di medyaya civakî de hat weşandin.
Erdogan jî, hevparê wî yê biçûk Dewlet Bahçelî jî, di her fersendê de gotina “ebed-muebbed dewlet” û “ebed-muebbed desthilatdarî”yê tînin ziman. Her du gotin, ji sonda dewşirmeyên pençîk, “qehr, hêrs û şûrê me ji bo dijmin, bendetiya me ji bo siltan” hatine çêkirin û bûne bingeha faşîzma netewperestiya sed salî.
Ev diruşm, bi navê îslamê, kuştina hişmendiya “tevhîd”ê ye. Tevhîd bingeha baweriya bi “yekxweda”yî û bingeha ola Îslamê ye. Baweriya pençîkên dewşirme, weke di diruşma wan de jî xuya ye, tiştekî din e. Sed sal in, “anasir-i îslam”, “qewmên cuda-nasnameyên cuda” tên înkarkirin û tunekirin. Her kes mecbûr e bibe “turkê esîl”, ev esaletek çêkirî ye û berhemê dewşirme Ziya Gokalp e! Ev zihniyeta “seqet” û “saqit” ji têgihiştina demokrasî, edalet û wekheviyê dûr e.
Mîmar û endezyarê pêvoya çarseriyê Abdullah Ocalan jî, inîsiyatîfa bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” danî holê û da xuyakirin ku ji bilî demokrasî, xwişk û biratiya gelan, edaleta bi wekheviyê ti rêyên din li pêşiya dewleta Enqereyê nema ne. Divê xeşîmtiya sîstema dewşirmeyan were terkkirin. Lê “enasirî turk”, dîsa bi zihniyeta kufikî, nav guhert, “hevkariya neteweyî, xwişk û biratî û demokrasî” li pêvejoyê kir.
Abdullah Ocalan, bêyî ku li dijî guhertina nav derbikeve got; “Ji bo serkeftina pêvejoyê, divê hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê, bêyî ku teng bifikirin, hesabên partî û kesayetî bikin, înîsiyatîfê bigirin û pozîtîf tevlî pêvejoyê bibin û serketinê misoger bikin.”
Ev bang tê wateya berpirsiyariya dîrokî û barê pêkanîna aştî û demokrasiyê datîne ser milên her kesî. Lê, dubarekirin-naqarata “aksiyom” dewam kir û dike. Bi taybetî piştî hilbijartinên Qibrisê, (19ê cotmeha 2025an) û serketina alîgirê çareseriya federasyonê Tufan Erhurman; Dewlet Bahçelî, weke “qadirî mutlaq” hilbijartin red kir û daxwaz kir ku Meclisa Bakurê Qibrisê demildest bicive û bakurê Qibrisê bajarekî weke eyaleteke Tirkiyeyê ragihîne. AKPê jî aşkere kir ku daxwaza Dewleta Bahçelî daxwaza wan e jî.
Gelo ji bo vê helwestê, ji bilî gotina “aksiyom” gotineke din dikare were bikaranîn? Di vê serdemê de ku têgihiştina kumulatîf û dîtin û ferqkirinek kumulatîf û pêkanîna guhertinan ferz, ev feqîrî û lewaziya mêjî balkêş e!
Ocalan dibêje; “Ji bo Tirkiyeyê û herêmê dem dema aştî, demokrasî û wekheviyê ye”. El heq! Mixabin, helwesta komisyonê ya salekê û helwesta rayedarên desthilatdarî û dewletê ku gotinên xwe yên derbarê birêz Abdulah Ocalan û “mafê hêviyê” de bi cih neanîn. Berovajiyê vê, bi gotinên derbarê Qibrisê de xuya bû ku di ferhenga wan de “demokrasî”, “biratî” û “aştî” nîne. Ji bo vê jî min destpêkê got, “Bar û ezmûna kurdan giran e.”
Desthilatdariya Qesra Kuliyeyê, demokrasî nake armanc, dike amûrê gihiştina armanca xwe. Jixwe, “Qesra Kuliyeyê”, beramberî seltanata Çankayayê ya “ata” û “şef”tiya “sekuler”îzmê hat ava kirin û bûye qesra “xelîfeti”yê ya veşarî. Serokkomar Erdogan, heta radeyekê bi serket û nêçîra dawî ya li dijî CHPê jî, di vê wateyê de hatiye destpêkirin. Piraniya entelîjansiya Tirkiyeyê jî weke destpêka avakirina dewleta Enqereyê, li dora qesrê kom bûye, di himbêza vê bextreşiyê de, bi dengekî şikestî û dengekî nexweşiya li ber zikratê derdixe.
Erdogan û Bahçelî di mijara Xezayê de, tofan rakir, lê di pêvejoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de, bi “Libasên serdema navîn” û destpêka “Avakirina dewleta Enqereyê” hereket dikin. Erdogan ji mutewazîbûn û têgihiştina dîroka nêzî xwe û azmûnên pêvejoyên çareseriyên beriya niha dûr hereket dike; Dewlet Bahçelî jî, bi sefaleta mêjiyê serdema antîk û tarîtiya “9 tîrêjên” Turkeş hereket dike. Ev sefaleta serdemên berê ye û wijdanekî birîndar û tevizî ye. Xuya ye ku Bahçelî “mecbûren û tedrîcen” ew gotinên dexaleta li gel Ocalan bi kar anîn. Mecbûriyet, ji ber rewşa dawî ya li herêmê û cîhanê bû; “tedrîcen” jî hêdî hêdî, gav bi gav ber bi armanca xwe ya dek û dolaban, xap û rîpan çûyîn e.
Ev rewşa sergerdeyê Îttîhadî Cafer û xwînxwarê Teşkîlatî Mahsuse Xalit Paşayê dîn û kujer Topal Osman e!
Ev zewatên şerê “gayrî nîzamî” ne, makîneya sûc bûn, deshilatdariya Stembolê jî ji bo derdestkirinê li wan digeriya! Ev zewat ji aliyê dewleta Enqereyê ve hatin “talîf” kirin. Sakalli Nureddîn Paşa jî kirin serfermandarê artêşa nû, Topal Osman bû parêzerê Mustafa Kemal!..
Vêca, Abdullah Ocalan, ev rewş tev li ber çavan girt, şerê Milazgirê kir mînak, bi parzûnkirina dîroka demdirêj a mirovahiyê û bi hişmendiyeke civaknasî, gaveke dîrokî avêt. Akademisyenê Kanadayî Prof. Dr. Peter Mclaren, di axaftina xwe de ku bi ANFê re kir, 23yê cotmeha 2025an, cesareta rêber Ocalan silav kir û bang li rayedarên dewleta tirk kir ku ji demokrasî û aştiyê netirsin. Lê cesaret rewşeke têgihiştin û demokratbûnê ye; hunera demokrasiyê jî ne hêsan e û têkildarî zanistê ye.
Helwesta dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê ji matametîk û felsefeyê dûr e. Kurd, ji bo kesên wiha dibêjin; “Doh çi bin, îro jî ew in”…
Nexeşaya îro li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, dîmenê emperyalîzma Îngilîstan û dagirkirina Îrlandayê ye… Nexşeya duyemîn jî, dîmenê neteweperestiya Apratheid û têkoşîna Kongreya Neteweyî ya ANCê Başûrê Efrikayê ye.
Gelek lêkolîner, rojnamevan û akademîsyen têkoşîna Başûrê Efrikayê û Nelson Mandela, ji bo Tevgera Azadiya Kurd û Abdullah Ocalan, beramberî hev dikin û dibêjin: ‘’Nelson Mandela hat azad kirin û pirsgirêka li Başûrê Efrîkayê çareser kir; eger Ocalan were azad kirin wê pirsgirêka li Tirkiye û bakurê Kurdistanê çareser bike.’’
Du cudahî hene: yek, mîratzedeyên paşayên celad, mînakên li cîhanê li ber çavan nagirin; du, li pişt aştiya navbera Îngilîstan û Îrlandayê û li pişt aştiya Apartheid û ANC-Mandela Ewropa hebû. Li hember pêngava çareseriya “aştî û civaka demokratîk” a li Tirkiye û bakurê Kurdistanê cîhan bêdeng e!.. Evropa, banga rêber Ocalan û biryara PKKê ya rawestandina şer û bêçekbûnê bi şênberî pêşwazî kir, lê ji bo gavavêtina dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê, dengê xwe nekirin.
Tenê Swîsreyê ragihand ku eger alî, bi taybetî Tirkiye bixwaze, ew amade ne naybeynkariyê bikin û gotin ku tecrûbeya wan jî heye.
Lê bextreşiya kurdan, pergala dewşirme ye û naşibe tu pergalan. Ne “îstikbala hundir”, ne “îstîkbala derve” têra wan dike. Ew berhemê “tehcîr”ê û xwedîkirina “sêwîtî” ya di zembereka “tanzîma” qijleyê de û “diranê çerxa şer” in. Ew demokrasî û aştiyê wekî têkçûna xwe dibînin.
Li cîhanê, ti dagirkeriya hêzên kapîtalîst, mustemleke û pergalên faşîstan, zarokên gelan di rengê pergala dewleta Enqereyê de wekî “mankurt” perwerde nekirine. Ev hişmendiya “seyyar û “seyyal” tenê li cem paşayên Îttihad û Terakkî heye. Seyyar, kesên bê cih û war in, seyyal jî kesên di nav tevgera “şer”de ne. Her du bask jî, hêzên milîter û çete esas digirin.
Bawerî girîng e. Dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê, li gel çeteyên cîhadîst cih digire, wan xwedî dike û berê nav ser û guhên kurdan dide. Li aliyê din, ji bo kurdên li Suriyeyê mafên xwe bi dest nexin, desthilatdariya HTŞê jî sor dikin.
Zanist û siyasetmedarên cîhanê; hem paradîgmaya Abdullah Ocalan wekî çavkaniya pirsgirêkan vedibêjin; hem Rêveberiya Xweser a Rojava mînak nîşan didin. Ya herî giring jî pêvejoya aştî û çareseriya li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê silav dkin. Eger, dewlet û desthilatdariya dewleta Enqereyê, layiqî wan nebe, ev tê wateya ku xeşîmî û cehaleta sedsala navîn serdest e û pêdiviya wan bi mamosteyekî heye.
Ew mamoste jî kurd in, siyaseta kurdan e, Tevgera Azadiya Kurd û Serokê Tevgera Azadiya Kurd e. Vêca kurd dibêjin, siyaseta kurd û Tevgera Azadiya Kurd diaxivin, serokê Tevgera Azadiya Kurd jî hem diaxive, hem dinivîse, hem nîqaş dike. Zor be jî kurd bi israr in ku mêjiyê nexweş, bi demokrasiyê tedawî bikin.
