Mijara dermankirina bi rêbazên hekîmtiya berê an jî dermanê kurmancî rêbazeke gelekî kevin e û li hin deveran heta roja me ya îro jî derbasbar e. Di salên 90’an de ez bi zerikê ketibûm. Ez li gelek nexweşxaneyan geriyam û min gelek dermanê erebî û kurmancî jî bi kar anîn. Min gelek qurmikên daran û pel û giyayên cuda kelandin û ava wan vexwar.
Dawî li ser pêşniyara hevalekî xwe ez çûm ba pîrekê ku zerka min bibire. Pîrê got rûne jixwe wa xuya ye tu zerikî bûye, ez ê zerka te bibirim. Ji nava tûrikê xwe gûzaneke zingarî derxist û li paş min sekinî da ku xwînê ji pişta guhê min bîne. Dema ez çav bi wî qûzanê ketim ziravê min qetiya û min di dilê xwe de got; bi xwedê wê ev jinik min ker bike û gûzanê wê yê zingarî wê teşqeleyên mezin ji min re bîne.
Ez dirêj nekim wê gûzana xwe nêzî pişta guhê min kir û ji nişkê ve ve got: tiffffff, pişta guhê min tijî tif kir. Di nava wê tirsê de, bi tifa pîrê re ez metreyekê ji erdê çeng bûm. Pîrê keniya û got de here zerik mereka te nema, ew tirsa tu tirsiyayî ne tenê qûna te bi hewa xist, zerika te jî bi xwe re firand.