Her demsalek xwedî fêkiyek e. Her fêkiyek xwedî demsalek e. Dema demsala payizê tê gotin, hinar tê pêş çavan. Stêrka sor a demsala payizê dezgehê firoşkaran geş dike û li ser hemû dezgehên firoşkaran tên firotin.
Li ser hinarê gelek stran hatine gotin. Di gelek çîrokan de navê xwe neqişandiye. Gelek tişt bi xweşikbûn û sûda hinarê tê nasîn û pênasekirin. Wekî şemala xwe yek e. Lê wekî sîsikên xwe, hezar sûdên xwe hene. Ji qalik û sîsikên wê gelek derman tên çêkirin. Team û reng dide gelek xwarinan. Hem dimsa wê, hem ava wê, hem jî qeşûfê wê ji bo gelek nexweşiyan dibe derman. Ji ber sûdeyên xwe wekî teamekî pîroz tê dîtin û di çanda Kurdistaniyan de cihekî taybet digire.
Hinar an jî henar (bi latînî:Punica granatum) fêkiyekî payizê ye. Welatê hinarê Kurdistan e. Li gelek bajarên Kurdistanê tê çandin û şîn dibe. Di bahxe û hewşa her malan de dara hinarê heye. Ji ber ku teamê hinarê gelekî bi sûd e, her libeke wê wekî liba bihiştê tê nasîn. Hinar yek ji fêkiyên herî şîrîn û tirş e ku di demsala payîzê de digihîje. Ji bilî ku wek fêkî xweş e, gelek feydeyên wê yên tendiristiyê jî bo mirov hene. Hinar ku li herêmên germ (tropikal) û hinek (jêrtropîkal) şîn dibe, yek ji fêkiyên herî navdar ên Kurdistanê ye. Hinar nebateke pir tê hezkirin û pir tê xwarin. Her sal hinar li Kurdistanê bi sed hezaran ton tên firotin. Hem derman e, hem debar e.
Hinar fêkiyeke beriya deh hezaran salan, li ser vê axê şîn bûye. Hinar ji bo gelê Kurd pir pîroz e. Ji ber vê yekê di ol, çand û efsaneyan de cihê xwe girtiye. Li ser şûnwarên dîrokî hatine xêzkirin. Hinar fêkiya bihiştî ya Zerdeşt, Mîtra û Yarsan e. Hinar fêkiyeke resen a qontarên rêzeçiyayê Zagrosê ye. Weke fêkiyeke pîroz di serdema Sasaniyan de gihîştiye Ewrupayê. Hinar li Kurdistanê ji destpêka dîrokê heta naha, ji aliyê kurdan ve wek fêkiyeke pîroz û bi qîmet hatiye dîtin. Hinar li Kurdistanê wekî av û riba Hinarê jî tê çêkirin.
Hinar, nebateke ji famîlya hine û hinaran e. Bejna dara henarê pir gir nabe. Hin cureyên xwe gir û şîrîn dibin hin cureyên xwe pir tirş dibin. Henarên tirş di seleteyan de bi kar tînin. Teamê hinarê herî zêde li Kurdistanê şîn dibe. Welatê hinarê wekî rojhilatê Kurdistanê tê nasîn. Ji wir belavî Kafkasya, bakurê Hindistanê û herêma Hîmalaya bûye. Îroj hinar bi awayekî berfireh li welatên Îran, Sûrî, Azerbeycan, Ermenistan, Efxanistan, Hindistan, Pakistan, Bengladeş, Iraq, Libnan, Misir, Çîn, Burma, Erebistana Siyûdî, Îsraêl, Urdun, herêm ziwatir ên başûr-rojhilatê Asyayê şîn dibin.
Hinar li çar parçeyê Kurdistanê şîn dibe. Herî zêde Rojhilatê Kurdistanê û li dor û tenişta çemên Firatê, Dîcleyê, Botan, Zê, Xabûr şîn dibin ber digirin.
Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hinar herî zêde li bajarê Sûsê hene. Sûsê bi hinarên xwe tê naskirin. Ji bo şêniyên bajêr, hinar mîraseke çandinî û aborî ye. Li gorî rayedarên çandiniyê ya bajarê Sûsê, li bajêr 2 milyon û 640 darên hinaran hene. Her donimeke baxçeyên hinaran 2 heta 4 tonan hinaran hildiberîne. Salane hilberîna hinaran digihêje 100 hezar tonî.
Hinar li başûrê Kurdistanê li herêma Şarezûr û Helebce gelek tê çandin û hilbirîna wê pir zêde ye. Ji ber vê yekê her sal di demsala payizê de mihrîcana hinaran tê lidarxistin. Ev herdu herêmên Kurdistanê salane xwedî hilberînek mezin a hinaran in ku ji aliyê cure û hejmarî ve wek cureyên Hinarê yen herî baş tên nasin. Ev yeka tevî hebûna hinaran li piraniya deverên din ên Kurdistanê û heta Kurdistana mezin jî.
Di parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de, hinar yek ji wan fêkiyên du derdikeve pêş. Ev fêkî yek ji baştirîn fêkiyê di asta 10 teamên sereke yên cîhanê de ye, li çend welatên din ên navçeyê yên wekî Îran, Efxanistan, Pakistan, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê tê berhemanîn. Li Îranê hinarê herî bi kalite hinarên Hewramanê ne. Komkirina hinaran li vir ji dawiya tebaxê û heta meha Mijdarê didome. Hinarên herî tam xweş û organîk ên Îranê hinarên Hewramanê ne. Sirûşta bedew, efsûnî û çiyayî ya Hewramanê di bin siya darên hinarê de yek ji taybetmendiyên herî diyar ên vê navçeyê ye. Hewraman ji aliyê geştiyar û gelê Kurd ve weke herêma yaqûtên sor tê naskirin. Yaqûtekî esmanî ku navenda sereke ya berhemanîna hinarê li Kurdistanê ye û bi hinarên xwe yên şîrîn û tirş navdar e. Li parêzgeha Sineyê jî li ser 615 hekdar zevî salê nêzî 10 hezar ton hinar tên komkirin. Lê di salên dawî de ji ber çêkirina bendava Dariyanê, çend hektar baxên hinarê ketine bin avê.
Taybetmendî û pêkhateyên hinarê
Taybetmendiyên hinarê, ji ber pêkhateyên ku tê de hene, bûye sedem ku xelkê Hewramanê ji wê doşav, sirke û şerbeta hinarê çê bikin. Ev karê giran û pir zehmet ji aliyê jinan ve tê kirin. Piştî çêkirina doşava hinarê, pîstê wê ji bo çêkirina boyax û dermanan bikar tînin. Her sal ji destpêka komkirinê heta dawiya jêkirina hinaran, jinên gundên Hewramanê, hinarên ku şeq/qelişîne yan jî gelek hûr in, cuda dikin û bi lêxistina daran ango kutan/daweşîna hinaran, dendikên hinaran ji pîstên wan têne cudakirin. Paşê bi kutan/eciqandina dendikên hinarê, ava hinarê digivêşin û libên hinarê ji avê cuda dikin û piştre ava hinaran di nav mencelek mezin de bo heyama çend saetan li ser agir dikolînin û ji wê yekê doşav tê çêkirin.
Mihrîcana hinarên Hewramanê
Li parêzgeha Sinê mihrîcana hinarê hemû salê di 25 heta 27ê cotmehê de, bo heyama sê rojan di her çar gundên Jîwar, Bilber, Silên û Nawê de bi amadebûna rojnamenivîsan û wênegiran û xelkê navçeyê tê lidarxistin. Bi amadebûna dadwer û berpirsên parêzgehê, xelat didine wêneya yekane, kalêkşêna wêneyan heri baş.
Li parêzgeha Kirmaşanê jî, mihrîcana hinaran li bajarê Pawe û gundên Bayîngan, Hecîc, Dariyan, Şerekan, Xaniqe, Osime, Satarî, Dodan û Zerdoyê bo heyama 9 rojan bi rê ve diçe. Birêveçûna festîvala hinaran li salnameya geştiyariyê ya Îranê û navçe û nasandina wê bi geştyarên biyanî re dikare di vejandina kerta geştiyariyê ya navçeya Hewramanê de gelek bi bandor be. Armanca mihrîcanê alîkariya geşepêdana geştiyariyê, danasîna berhemên sereke yên Kurdistanê û nîşandana sûdên geştiyariya çandiniyê li navçeyê ye. Rakêşana geştyaran li devera Hewramanê dibe sedema zêdebûna dahatê û veberhênanên zêdetir li vê herêmê. Herwiha bandoreke din a girîng a mihrnîcanê kêmkirina koça gundan bo bajaran e.
Feydeyên herî girîng ên Hinarê yên tendirustiyê
1 – Ji bo nexweşiya tansiyonê: Ava hinarê dibe sedema kêmbûna nexweşiya tansiyonê li mirovên ku hinarê dixwin û mirovên ku bi vê nexweşiyê bikevin û wan derman bikin.
2- Ji bo jinên ducanî yan jî pêgiran: Xwarina hinarê cem jinên ducanî (pêgiran) ve dibe sedema pêkhatina tevahiya oksîjenê ji bo zarok û ji bo jinên ducanî jî Hinar bi çendîn vîtamînan dewlemend e.
3 – Di parastina movik û hestiyan li gewrîtis (îltihab) de: Ji ber hebûna her du madeyên polyfenol û hem jî esîdê çareseriyek e, movik û hestiyan diparêze.
4- Bandora wê ya li ser tansiyona xwînê: Vexwarina ava hinarê dikare tansiyona xwînê normal bike, eger li gel xwarinên ku tê de xwarinên dohn hene were xwarin.
5- Li dijî nexweşiyên enfeksiyon û veguhes e: Lêkolînan nîşan daye ku ji hinar dikare ji bo çêkirina dermanan li dijî nexweşiyên bakterî yên veguhêz were bikar anîn.
6- Li dijî iltîhab û penceşêrê: Lêkolînan nîşan daye ku hin pêkhateyên wek polyfenol hene ku xwedî bandorên mezin in li dijî antîoksîdan, iltîhab û penceşêrê.
7- Ji bo dev: Hinar heta ji bo dev bixwe jî feyde heye û qaçilan ji iltîhabê diparêze.
8 – Ji bo nexweşiya dil: Hinar kolesterolê kêm dike û metirsiya nexweşiyên dil kêm dike, ji ber ku li madeya dijî oksîdanê pêk hatiye û dibe alîkar bo pêşîgirtin li kombûna pelikên xwînê û tansiyona xwînê kêm dike.
9-Ji bo gurçikan: Hinar ji bo helandina kevirên gurçikan bikêrhatî ye.
10- Ji bo kezebê: Xwarina hinar û ava Hinarê ne tenê tendirustiya kezebê diparêze, beşên xerabûyî jî nû dike.
11 – Di paşxistina pîrbûnê de: Di vê fêkiyê de rêjeyek pir a madeya oksîdanê heye û fêkiyeke ku pîrbûnê dereng dixe.
12- Ji bo sîstema berevaniyê ya bedenê: Hinar fêkiyek e ku tê de rêjeyek baş ji vîtamîna C heye û wek xwarina sereke tê zanîn û zû amade ye ji aliyê endamên bedena mirov ve were guhestin, ku ev taybetmendiya jî di demsalên sar de bi mifah e.