7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dermanê çareseriya li Sûriyeyê kurd in

Ger dewletên ereb, Îran, Îsraîl û ewropî ji dil aramî û demokrasiyê li Sûriyeyê dixwazin, divê li şûna cîhadistan dest bidin kurdan. Wê demê bila cîhan binêre aştî û aramî çawa tê Sûriyeyê û çanda demokrasiyê çawa gav bi gav tê sazkirin.

Hikûmeta AKPê hêz daye tirkkirina Sûriyeyê û bi vê yekê pesnê xwe dide. Miletekî din ê wek tirk, ku bi dagirkirin û asîmîlekirinê ewqasî şa bibe, tune ye. Di dîrokê de îngilîzan, fransiyan, portekîziyan û îtalyanan axa gelek miletên din dagir kirine, ew bindest kirine, carinan qedexe jî danîn ser ziman û çanda wan, lê ne bi qasî tirkan. Çapemeniya tirk ketiye pêşbirka, yekî li Sûriyeyê bi tirkî biaxive bibînin û pesnê tirkbûnê bidin. Ew dixwazin gelên Sûriyeyê tev bibin tirk, bi tirkî biaxivin, pesnê Tirkiyeyê û Erdogan bidin û wekî hemû rêvebirên li Tirkiyeyê û çapemeniya wan a sixte, eslê xwe înkar bikin û ji xwe re bibêjin ez tirk im. Wê demê tirkbûn dê şad bibe û xwîn ji devê gur biherike. Di vê sedsala teknolojîk a ku zimanên hindik maye ji holê rabin jî, bi saya teknolojiyê, li xwe xwedî derdikevin û ferhengên xwe durist dikin, zimanê xwe bi kar tînin û xwe vedijînin de, tirkan ala nijadperestiyê girtine dest xwe û dixwazin kurd, ereb, suryan, ermen … kî li Sûriyeyê hebe, tevan bikin tirk û bi tirkî bidin axaftin.

Li aliyê din hêzeke terorîst û sunî ya Şamê bi piştgiriya îngilîzan bi dest xwe xistiye, dîsa bi destûra îngilîzan bûye qeyûmekî tirkan. Golanî qeyûmê hikûmeta Erdogan ê li Şamê ye. Tu hêza wî û îradeya wî ya serbixwe tune ye. Ew bi tevayî bi Hakan Fîdan û Birahîm Qalindê xayînên miletê xwe re dixebite û perspektîf û fermana xwe ji wan distîne. NATO li pişt vê biryara ingilîzan e. Ji ber Dewleta Tirk rasterast biketa Şamê, wê bertekeke mezin ji qada navdewletî bistenda, ew erk dan Golanî û tirk kirin piştgirê wî. Golanî ne bi hêza xwe çû Şamê. Ji bo wê bala xwe bidinê, va bû nêzî mehekê li Şamê ye, ji bilî qirkirina kesên mûxalîf hîn tu gav bi pêş de neavêtiye û nikare biavêje jî. Kesekî berê di nav DAIŞê de mabe, serokê rêxistineke sunî ya cîhadîst be, ne ji nêz, ne ji dûr, ew nikare gaveke demokratîk biavêje. Ew çendî xurt bibe û ji aliyê dewletên din ve were nasîn, ew ê ew çendî berê xwe bide mûxalîfan û di serî de bi fermana Dewleta Tirk, wê bixwaze kurdan qir bike û destkeftiyên wan ji dest wan bigire. Ji bo wê, divê kurd li hêviya avakirina Sûriyeke demokratîk a bi banga Golanî nemînin. Divê kurd herêma xwe saxlem bikin, demokrasiya xwe bi xwe saz û xurt bikin. Ji bo xwe li hember hemû cureyên êrîşan biparêzin hêza xwe ya leşkerî û hevalbendiyên xwe yên taybetî bi Amerîka û Îsraîlê re xurt bikin û tu hêviyê ji rûsan nekin. Komunistê herî mezin ê rûsan Stalîn bû, wî Kurdistana Mahabadê firot rejîma Îranê, Pûtîn Efrîn firot tirkan, niha kurd hîn çi hêviyê ji rûsan bikin? Wekî din jî îngilîzan rûs û îraniyan li Sûriyeyê têk birin. Sibê, dusibê wê mayîna hêza wan a li derdora Lazkiyê jî bêwate û bêhêz bikin. Rejîmên rûs bi xiyanet û bêbawerîbûnê tên nasîn, lê îngilîz bi dek û dolab û fen û fûtan tên nasîn. Ji bo wê li Rojhilata Navîn îngilîz dikarin bi rûsan.

Ji bo me ya girîng avabûna parçeyekî Kurdistanê ye. Îro hêza herî zindî û demokrat a li ser axa xwe û li giştiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn kurd in. Demokratbûn, mirovhezî, azadîxwazî di ruhê kurdan de heye, ew çandeke jiyana kurdan a ji êzdayetî û zeredeştî heta roja me tê ye. Hîn di dema împaratoriya Medan de, ji ber ku Astiyag artêşa xwe neşand ser gelên din û ew nekirin kole û talan, qirkirin û koledarî bi rê ve nebir, dawî li hebûna xwe anî. Yanî kurd xwe fedayî azadî û demokrasiyê dikin, lê talan, qirkirin, dagirkirin û komkujiyê layiqê xwe nabînin û nakin. Ger îro li şûna Golanî Mazlûm Abdî li Şamê bi cih bûba, li Sûriyeyê yek mirov nedihat kuştin, yek gor nedihat vekirin û şewitandin, qirkirin li ser kêmnetew û ol û baweriyên cuda nedihat kirin. Wê sazûmaneke demokratîk, wekhev û azadîxwaz ji bo giştiya civakê bihata sazkirin. Pêwîstî wê bi sergirtin û kolebûna jinan jî nemaya, azadî bûba para herkesî.

Lê niha tirk û suniyên cîhadîst welatê Sûriyeyê vedigiherînin dojeheke wisa, ku mirov li rejîma Esad a xwînxwar bigerin.

Ji bo wê, divê kurd xwedî însiyatîf bin. Divê kurd bi hişmendiya teyrê baz bifikirin û tev bigerin. Ew herdem li jor bin, her dem bi xwe bawer bin û her dem her tiştî bibînin, binirxînin û zanibin kengî wek tîrêjekê xwe berdin ser armanca xwe. Divê ew guh nedin qîjewîja teyr û tilûrên nikarin bilind bifikirin. Dem dema kurdan e, dem dema Kurdistanê ye. Xeyala kurdan gihiştina bihustek axa azad e. Hemwelatiyên me li welatê biyaniyan perîşan bûne, dixwazin vegerin ser axa xwe, lê ne axa di bin destê xwînxwaran de, axa her tiştê xwe kurdî, bi zimanê kurdî, bi ala kurdî, bi ruhê kurdî, bi ken, girî û henekên kurdî, bi stran, dîlan û govendên kurdî. Pêwîstiya kurdan bi bihustek axa azad heye, ev derfet jî îro li Rojava derketiye holê. Kî li pêşiya vê asteng e, divê teyrê baz guh lê neke û bi ser armanca xwe de wek tîrejeke rojê encamgir be.

Ger di vê serdemê de kurd yekîtî û hevalbendiyeke baş saz bikin, piştgiriyeke rast bi dest bixin û di kozikên bi dest xistine de saxlem û xurt bisekinin, wê Golanî jî, Erdogan jî were ber destê wan û li ber wan bigere. Lê ji bo vê, divê em bi israr daxwaza bihustek axa azad bikin. Ger kurd Sûriyeyê bi rê ve bibin, Sûriye dikare bibe welatekî demokratîk, lê na ger teroristên tirk û cîhadîstên hov bi rê ve bibin, divê kurd ji wan demokrasiyê hêvî nekin û demokrasiya dixwazin, li ser axa xwe ya azad ji bo xwe, ji bo gelên li nav xwe û ji bo gelên xwe li wan bigirin saz û pêkan bikin, li hêviya  xwînxwar û celadan nemînin.

Ger dewletên ereb, Îran, Îsraîl û dewletên ewropî, yan tev yan hin ji wan ji dil aramî û demokrasiyê li Sûriyeyê dixwazin, divê li şûna cîhadistan birêvebiriyê bidin dest kurdan, bikin ku tirk ji wir vekişin, Golaniyê xwe jî bi xwe re bibin û êdî bila cîhan binêre aştî û aramî çawa tê Sûriyeyê û çanda demokrasiyê çawa gav bi gav tê sazkirin.

Ger ev yek pêk neyê, çawa ku  li Iraqê bi çûna Sedam kaos bi dawî nebû, li Sûriyeyê jî bi çûna Esad û ger sibê Golanî jî were şandin bi hatina cîhadîstekî din li şûna wî, wê kaosa Sûriyeyê bi dawî nebe. Dermanê çareseriya li Sûriyeyê tenê kurd in.