16 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dêrika Zeytûnî

Dêrik warê zeytûnan bû û wê zeytûn kiribû taca serê xwe. Mihrîcana Zeytûnan jî nîşaneya vê yekê bû. Lê ew du dîn kî bûn? Çima peykerên wan hatibûn çêkirin? Çima pişta wan li hev bû? Çima ewqas dişibiyan hev û çima ewqas jî cuda dixuyan? Li ser pirsên min, rênîşên me dest bi vegotina çîroka wan kir

Rojek berî Mihrîcana Zeytûnan li Fuara Pirtûkan a Amedê rastî çend hevalên dêrikî hatim. Sebrî Vural taweya Dêrikê çêkiribû û bi xwe re anîbû. Em bi hev re derketin parka li ber Navenda Kongreyê, li dorê dicivin û navroja xwe kir.

Rojek berî wê jî mamoste Mazhar qala mihrîcana zeytûnan kiribû û gotibû, ‘Mamoste em bi hev re biçin Dêrikê û taweyekê bixwin.’ Min jî gotibû erê.

Hîn ew roj nehatibû lê taweya Dêrikê hatibû Amedê. Mala wî ava be yê ew anîbû.

Dema ji fuarê vegeriyam û çûm Med-Derê, li wir rastî mamoste Mazhar hatim. Me ji bo dortira rojê haziriya xwe kir û em serê sibê nêzî saet 11an bi rê ketin. Ez, mamoste Mazhar û hevjîna wî Hulya bi erebeya mamoste Osman bi hev re berpêyî Dêrikê bûn. Dê hevjîna mamoste Osman jî li duryana Mêrdîn-Şemrexê tevlî me bibûya.

Di rê de li Xeyrî Demir geriyam. Ew jî hevalê min ê zindanê bû. Em li zindanên wekî Sîncan û Boluyê demek dirêj bi hev re mabûn û ew çend meh berê tehliye bûbû. Ji Dêrikê bû. Dema em bi hev re axivîn, wî got ku ew li gund e û em vexwendin gundê xwe. Navê gundê wan Reşan bû û li ser rêya me bû. Mamosteyan herêm baş nas dikir. Li ser vê me got ku em ê biçin li Reşanê bi hevalan re çayekê vexwin û paşê derbasî Dêrikê bibin.

Dema em di duryanê de berpêyî Reşanê bûn, me bala xwe da ser darên berûyê yên li qeraxê rê. Em li ber darekê  sekinîn, me çend berû jê hildan û tam kirin. Em di nav gund re derbas bûn û çûn gihîştin ber sûlava çemê Reşan. Hema li binê malan bû. Hevalê Xeyrî û çend ciwanên din li wir, li benda me bûn. Li wir em di bin siya darçinaran de li ser textan rûniştin, me li gel şireşira ava sûlavê sohbet xweş kir û çaya xwe vexwar. Di wê atmosferê de tama wê çaya ku me vedixwar bi me xweştir dihat.

Berî ku em bi rê bikevin, me bi hev re çend wêne jî girtin. Me hinar û sêvên xwe jî xistin poşetekî hildan cem xwe, xatirê xwe ji wan xwest û da ser rêya Dêrikê. Lê heçko rihên me li Reşanê mabûn. Ew li wir di nav wê xwezaya xweşik de digeriyan. Dê paşê li xwe vegeriyana û bihatana bigihîştibana me.

Li duryana Mêrdîn-Şemrexê hevjîna mamoste Osman li benda me bû. Me ew jî hilda û rêya xwe domand. Em di nav Şemrexê re derbas bûn û çûn gihîştin Dêrikê. Cara yekemîn bû ku diçûm wan deran. Loma min bi baldarî li derdorê mêze dikir û derbarê herêmê de pirs ji rehberên xwe dipirsîn.

Dema em ji jor ve daketin deşta Gewr û Kufrag xuya bû, deng bi Fadilê Kufragî ket. Em bi olana dengê wî di Dêşanê re derbas bûn û bi pêş ve çûn.

Pêşwaziya Dêrikê

Dêrikê em bi rûkenî pêşwazî kirin. ‘D’ya wê tacegulek zeytûnî dabû serê xwe, ‘K’ya wê tacegulek zeytûnî… Wê du dînên xwe jî dabûn kêleka xwe û em bi kêfxweşî vexwendibûn nav xwe.

Tacegulên zeytûnî û du dîn

Dêrik warê zeytûnan bû û wê zeytûn kiribûn taca serê xwe. Mihrîcana Zeytûnan jî nîşaneya vê yekê bû.  Lê ew du dîn kî bûn? Çima peykerên wan hatibûn çêkirin? Çima pişta wan li hev bû? Çima ewqas dişibiyan hev û çima ewqas jî cuda dixuyan? Li ser pirsên min rênîşên me dest bi vegotina çîroka wan kir. Axir hîn bûm ku ew du bira ne. Du dînên welatparêz bûne. Navê yekî Remo, yê din jî Xeto bûye. Remo tim palto li xwe dikiriye, xeto jî çakêt. Ku paltoyê Remo jî nebe, ne pêkan e ku mirov bikaribe wan ji hev derxîne. Remo û Xeto bi lihevçûna xwe, bi piştxûzî û bi wan serên xwe yên biçûk balê dikişînin ser xwe.

Em silavekê didin wan, bi wan re çend wêneyan digirin û derbasî şaredariyê dibin. Li wir çayekê vedixwin û derbasî Rengînê dibin. Mazûvanên me li wir tawe dane çêkirin ji bo me. Em di deriyekî nizm re derbasî cihê rûniştinê dibin. Ew der cihekî dîrokî bû û dişibiya hemamê. Cihekî bi qube bû.

Piştî xwarinê em dîsa çûn şaredariyê. Jin û wekîlên ku çûbûn nav bexçeyên zeytûnan vegeriyabûn û dê biçûna panelekê. Panela jinan bû. Dê mêr tevlê nebûna. Me silavek da wan, hevala Hulya û Hediye jî bi wan re şandin û me berê xwe da sûkê.

Rênîşên me qala çend cihên dîrokî yên wir kirin. Min xwest ku em biçin hin cihan bibînin. Ji ber ku pir qala wir dikirin û digotin ku ew nêzî navendê ye, min got ku ka em berê biçin kaniya Gûzê. Di rê de rênîşê me behsa Dêrika berê kir û gotü: ‘’Berê li van derana xerzikên tiriyê hebûn. Yek ji wan jî nemaye. Berê li vir gelek ermen dijiyan. Li nav Dêrikê aş hebûn. Yek ji wan aşê mala Xemo bû. Bi êzingan dixebitî.

Li gorî ku wî got, cihê Rengînê jî berê hemama mala Xemo bûye. Dîsa behsa mala Cemîlê Xazo û kargehên wî kir.

Kaniya Gûzê

Em bi sohbetê re hêdî hêdî meşiyan û gihîştin ber kaniyekê. Dişibe avahiyek bêtonkirî. Du luleyên wê hene. Em daketin xwarê û bi mistan avê jê vexwar. Li kêlekê cihê tenûrê hebû. Bi hev ve ne. Navê kaniyê bi tirkî hatiye nivîsandin. Li derdorê li keskahiyekê, li darekê digerim. Ji xêncî bêtonê ti tişt xuya nabe. Gûz an jî gûzên ku navê xwe dane wê jî xuya nabin li holê.

Li gorî tê gotîn, ew kanî berê bi awayekî azad diherikiye. Bi ava wê baxçe û bostan dihatine avdan. Pêda pêda, di bin piyên bajêr de wenda bûye. Halê wê yê xwezayî xeyal dikim, bi wî rûyê wê yê wêranbûyî yê nû re rû bi rû dikim û xemgîn dibim.

Ji wir min xwe ku em biçin serdana dêrê. Lê hat gotin ku niha ew girtî ye. Kesê ku lê dinêriye çûbûye ser heqiya xwe. Yên din jî li wir nebûne û nedihat zanîn ku bê ka mifteya wir li gel kê ye. Li gorî ku dihat gotin dêrikî xweş lê xwedî derdiketine.

Li derdora kaniya Gûzê berê mehsereya triyan hebûye. Piştî tunebûna rezan ew der bûye mehsera zeytûnan. Paşê ew jî di bin piyên bajêr de maye û bûye qehwe(xane)ya Mehserê.

Wateya navê Dêrikê

Bi qasî wateya navê Dêrikê, wate û çîrokên cihên ên wekî Textê Qîza Qrêl û Pozikê Mencelê jî bala min kişandin ser xwe. Her ku navên wan derbas dibûn, min wate û çîroka wan ji wan dipirsî. Her carê min digot ku em nizanin. Dibe ku filan kes bizane. Li ser vê em li wan kesan geriyan. Yên ku me dîtin jî kesî nedizanî. Di vê navberê de mamoste Osman serî li Jîrikoyê Gogilê jî da. Bersiva wî tam li gorî mantika dîroknas an jî zimannasekî nijadperest bû. Wî Dêrik kiribû navê merivekî, Mazî kiribû çiya û Qîza Qrêl jî kiribû gotineke argo… Herî dawîn behsa pirtûkeke Eyup Guven kirin û gotin, dibe ku bersiva pirsên min di wê de hebe…

Li ser vê min bi rêya telefonê pirsen xwe ragihandin birêz Eyup. Li gorî ku wî ragihand; sê şîroveyên li ser navê Dêrikê hene: 1- Dêrik navê xwe ji dêrê hildide. Bingehek vê heye. Berê li wir gelek ermen dijiyane û dêreke ku wan ava kiriye hê jî li ser piyan e. 2- Dêrik wekî nav ji dirikê tê. Li gorî Guven, ew der berê cihekî pir bi dirik bûye, dirik bi demê re guheriye û bûye dêrik. 3- Tê gotin ku avakerê Dêrikê Êla Têrkiyan bûye. Têrkî bi demê re guheriye bûye Têrik/Dêrik û navê xwe daye wir.

Guven behsa xwendina qeydên serdema Osmaniyan dike û şîroveyên xwe bi wir ve gire dide. Lê ez bi xwe jî bûm şahidê hin sohbetan ku kalên dêrikî henekên xwe bi nêrînên wî dikirin. Ango hin kesan zêde bawerî bi şîroveyên wî nedianî.

Guven çîroka Pozikê Moncelê jî bi gotina Gurê Mancolê ve gire dabû. Gurê Manco wekî çîrok li herêma me jî dihat zanîn. Mezinan pê zarok ditirsandin û ew bêdeng dikirin. Ya rast ev pênaseya wî di hişê min de jî rûnenişt.

Guven ji bo Textê Qîza Qrêl jî gotibû ku ew der cihekî dîrokî ye. Bermahiyên ji serdema Romayê mayî hene li wir û tiştekî din ê taybet negotibû.

Dibe ku çîrokek wê ya mîna Axtamarê hebe. Lê ew wenda bûye, tenê wekî navekî maye. Bermahiyên ji dema Romayê mayî hene. Ew jî li benda jîrîkoyekî ne ku bê û bi nivîsandina çîrokeke nû û nûjen ji nû ve vejîne Qîza Qrêl a wenda.

Bêyî ku jê têr bibin, me gera xwe ya Dêrikê temam kir û vegeriyan Amedê. Dêrik jî hevalbendiya me kir, bi tam û xweşikiyên xwe, bi tacegulên xwe yên zeytûnî û dînên xwe… Dema em di ber Reşanê re derbas bûn, şîrîniya ava sûlava çemê Reşan em hembêz kirin. Me xatirê xwe ji axa wê ya reş xwest û rêya xwe kudand…