28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Derhêner Hewraz Mihemed xelatên xwe diyarî gerîla û girtiyan kir

Derhenerê fîlmê ‘Zeviya Hişk û Esmanê Dûr’ Hewraz Mihemed ku di 5emîn Festîvala Fîlm a Silêmaniyê de 5 xelat wergirtin, xelata xwe diyarî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û girtiyên siyasî kir.

Roja 10ê îlona 2025an fîlma sînemayî ya ‘Zeviya Hişk û Esmanê Dûr’ hat pêşandan. Fîlmê ‘Zeviya Hişk û Esmanê Dûr’ di Festîvala 5emîn a Fîlman a Silêmaniyê ji 7 xelatan 5 xelatan wergirt. Têkildarî girtina xelatan û bexşandina ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Derhêner Hewraz Mihemed ji Rojnewsê re axivî.

Derhêner Hewraz Mihemed got: “Fîlmê me di bingeh de li dijî şer e, hest bi mirovbûn, kurdbûn û ew êşên ku daxwaz tê kirin ku rojekê bi dawî bibin. Fîlma me li ser wê yekê ye ku êdî dayik negirîn. Bikarin bibin civakek ku bi hev re li Rojhilata Navîn bijîn.”

Herwaz Mihemed xelata derhêneriya herî baş girt û vê pêşkêşî Gerîlayên Azadiyê û girtiya siyasî Werîşe Mûradî ya li ber darvekiriyê ye kir. Li ser vê Hewraz Mihemed ev anî ziman: “Dema mirov xelatekê digire divê di ramanên xwe de rast be, di salên dawî de diyariya herî xweşik min girtî. Gelê kurd pir aştiyê dixwazin, ji bo aştî pêk were sembolîk jî be çek şewitandin. Ji bo wê min xelata xwe diyarî gerîlayên azadiyê kir. Herwiha gelek çalakvan û hunermend ji ber xebatên xwe li girtîgehan de ne, yek ji van ya herî diyarker jî Werîşe Muradî û hevalên wê ne, ez vê diyariyê pêşkêşî wan jî dikim. Ji ber ku ji bo aştî û azadiyê li ber xwe didin.”

Derhêner Hewraz Mihemed der barê naveroka fîlmê xwe de jî ev tişt got: “Naveroka fîlmê me mirovbûn û kurdbûn di asta herî bilind de destnîşan kir. Salên dawî ji ber krîzên heyî di pêşxistina karê hûnerî de astengiyên mezin hene. Kertên taybet jî tenê ji bo qezenca zêde kar tê kirin. Dema wisa jî bû bihayê hûnerî û rasteqîne ya doza mirov dernakeve. Me li ser bingeha xeta sînameya azad fîlma xwe çêkir. Di berhemên azad de ramanên azad derdikevin. Ev jî dike ku bi awayeke rast bibînî û rast bidî nîşandan.”

Hewraz Mihemed anî ziman ku rêya sînemaya azad rêyeke hêsan nîne û destnîşan kir ku karê hûnerî pêwîstî bi aboriyeke zêde ya madî, mirovî û menawî heye.

Derhêner Hewraz Mihemed diyar kir ku festîval û fîlm hev temam dikin û da xuyakirin ku pêwîstî bi fîlmên wiha, kurte fîlm û belgefîlman heye ku li nav xwe bên hilberandin.

Fîlmê ‘Zeviya Hişk û Esmanê Dûr’ di van kategoriyan de xelat wergirt:

* Derhênerê herî baş

* Filmê herî baş

* Sînematografiya herî baş

* Aktorê herî baş ê mêr

* Aktorê herî baş ê jin