16 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dêreyê porik

Min got ez pir jêhatî bûm, min ev jêhatîbûnê ji dayika xwe girtiye, wê hemû tiştên di jiyanê de hînî min dikirin. Lewma ez ewqasî ji xwe bawer bûm. Tenê porê min ne wek porên hevalên min gur bû, porê min dirêj bû lê ne ewqasî, ez jî pesnê xwe bidim ku gur bû.

Xwezila min bi wan çaxan. Ez hê keçek ciwan, bedew û pir jêhatî bûm (niha jî wusa me). Her roj kelecan di nav dilê min de xwe digerand, ji ber ku her derketina taveke sibehê ji bo min xeyalek cuda bû. Dema bi şev min serê xwe dida ser balgî, diketim nav xeyalan, gelo wê sibe rojek çawa be? Wê sibe ew roj çawa min pêşwazî bike? Hindik tê bîra min hêrsbûna min. Her tim dev li ken bûm, min qet rojekê gotinên dê û bavê xwe ducar nedikirin.

Min got ez pir jêhatî bûm, min ev jêhatîbûnê ji dayika xwe girtiye, wê hemû tiştên di jiyanê de hînî min dikirin. Lewma ez ewqasî ji xwe bawer bûm. Tenê porê min ne wek porên hevalên min gur bû, porê min dirêj bû lê ne ewqasî, ez jî pesnê xwe bidim ku gur bû. Dîsa jî her roj min çil gulî ji xwe re vedigirtin û serê wan jî bi moriyên rengorengo pê ve dikirin ku ev taybetmendiya min bû. Ji dema berê de, heta niha jiyana kal û pîrên xwe li ser xwe, di nav dilê xwe de dijîm.

Em bên meseleya dêreyê min ê porik. Dayika min di nav ewqas jiyana dijwar de karê dirûtinê jî dikir. Her tim ji me re, ji keçikên xwe re dêreyên cur bi cur didirûtin û em gelekî şa dibûn. Dêreyên ku dayika me ji bo me didirûtin, ti kesî nikarîbû bidirûta. Bejna me dipîva, dida ber meqesê, ta û derzî û dida ber makîna kincdirûnê. Îcar carekê, min ji bavê xwe xwest ku ji bo min parçeyekî ji bo dêre bîne lê bila gul û gupik di nav de zêde hebin. Sibetirê bavê min di bin milê wî û kaxizekî qalind pêçayî de destê min. Min ji dayika xwe xwest ku ji min  re dêreyekî porik bidirû.

Wê bejna min pîva, bi vir û wê de, ez jî bi kelecan karê deh rojan di rojekê de dikim ku seba kêfa wê bê û dirûtina dêrê min jî ne hêsan be. Di çend rojan de ew dêre xelas bû, dema min danî ser xwe, te digot qey ez kewbaniyek li çiyayên Elegezê daketime zozanên Tendûrekê. Wisa kêfa min jê re hat min dikir ku bifiriyama.

Min dêreyê xwe yê porik û gulgulî li xwe kir, çilguliyên xwe bi ser de berdan, qasika xwe hilda û berê xwe da kaniya gund. Dema ez gihîştim ser kaniyê, min dît ku çend jin û mêr li jora kaniyê rûniştine, kî tê û diçe li pey wan gilî û gazina dike. Min jî hêdîka kasika xwe da ber kaniyê, bêdeng li bendê sekinîme, min dît ku yek ji wan jin û mêrên ku li jora kaniyê rûniştine, ji min re gotin, ‘Keçê hela serê xwe bilind bike em bibînin ka qama te çi ye? Waye te dêreyê gulgulî û porik li xwe kiriye, tu dibêjî qey tu Kewbanûya Elegezê yî?’ Ez bi dilekî kelecan li wan vegeriyam, ‘Erê xalo, ez jî xwe wek Kewbanûya Elegezê dibînim, lê we çawa ya di dilê min de dît?’ Wan got, ‘Na na, ne wisa, te ew dêre li xwe kiriye, pir xweşik e, li te jî hatiye, lê bifikire, hinek jî qet di jiyana xwe de dêreyên wisa nabînin, ji bo wan şerm e, here malê, careke din bi vî halî dernekeve derve.’

Ez matmayî mam, min ava rûyê xwe rijand û bersiva wan da; ‘’Hun ji sibê heta êvarê li vê jora kaniyê rûdinên xeyban dikin, dikevin gunehên gelek kesan, hema ji we re şerm e, heta hûn li vir xeyban dikin, herin ew ên nikarin dêrê porik li xwe bikin ji wan re çend heb dêre bistînin. Ya din jî hûn mezin in, ji min mezintir in, lewma ez naxwazim dilê we ji xwe bihêlim. Ger we hinek pirtî stand, bînin, dayika min ê ji bo wan dêreyên herî xweşik bidrû, ji we re jî şermek mezin e ev gotina we.’’

Min nedixwest ez dilê wan bişkînim lê tenê fesadiyê û xeyban dikin. Jixwe piştî çendekê pirtiyên dêreyên porik standin û anîn cem dayika min. Poşmaniya wan û lêborîna wan ew roj dest pê kir… Dêreyê porik wisa li bejna min xweş tê ku nayê gotin…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê