12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi ser kavilên erdhejê de Til Rifet hat topbarankirin

Di demekê de ku hemû gelê Tirkiye û Sûriyeyê di nava wêraniya kambax a erdhejê de dijîn û bi hezaran kes di bin xirbeyan de ne, artêşa tirk û çeteyên wê derdora navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê topbaran kirin

Li gorî agahiyên, ajansa ANHA’yê artêşa tirk û komên çete şeva din saet di 12:40`an de derdora navçeya Til Rifetê bi çekên giran topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve her ku diçe encamên erdhejê jî girantir dibin. Li gorî gerînendeyê saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdurahman heta niha 1417 kesan di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest daye. Ramî Abdurahman der barê mijarê de wiha dibêje: “Ji ber ku ekîbên tenduristiyê gelekî kêm in kesên di bin xirbeyan de dimînin jiyana xwe ji dest didin. Li gorî agahiyên nexweşxaneyeke Efrînê dedrora 300 cenazeyan li wê nexweşxaneyê heye. Her wiha li Ertaribê 120 . bi giştî zêdeyî 58 bajar û navçeyan ji erdhejê bibandor bûye. Her wiha li gorî heman çavkaniyan encamên herî xirab li bajarê Helebê bûye.

Hewcedarî bi alîkariyê heye

Ramî Abdurahman der barê kêmbûna ekîbên tenduristiyê û derfetan gazincan ji Tirkiye û Îranê dike û wiha dibêje: “Tirkiye, Rûsya û Îranê ji bo hêzên xwe yên leşkerî dikarin bi konvoyan alîkariyan bibin lê tu hêzekê ji van alîkarî nedaye mexdûrên erdhejê”.

Abdurahman gazinc ji rejîma Sûriye û Amerîkayê jî kir û wiha got: “ Diviyabû ku rejîma Şamê di destpêka erdhejê de banga alîkariyan li civaka navnetewî kiribûya.  Her wiha diviyabû ku Amerîkayê jî guh nedaya ambargoya li ser Sûriyeyê û ji bo alîkariya sivîlên di bin xirbeyan de mane alîkarî kiribûya.

Hêjayî gotinê ye ku tevî 10 vajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji vê erdhejê bibandor bûne û heta niha hejmara kesên jiyanan xwe ji dest dane giha 3381 û hîna bi sedan avahiyên ku bûne xirbe ji alî, ekîbên rizgariyê ve nehatine kontrolkirin.

Tevî vê rewşa kambax a ku Tirkiyeyê tê de derbas dibe hîna jî hikûmeta tirk dest ji êrîşên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê bernade, wekî ku bêje tevî hemû rewşên heyî ez ê êrîşên xwe berdewam bikim.