12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derdê giran, bêtifaqîya Kurdan

Ger di encamê da xebata me ya akademik karibe bi qasî serê derzîyê jî fayde bigihîne tekoşîna azadî û rizgarîya neteweya kurd em ê pê kêfxweş bibin.

Li ser rûyê cîhanê tu neteweyek wek kurdan tune ye ku xwedî nifûseke ew qasî (60 milyon) mezin, bi qasî nifûsa hinek dewletan şehîdê azadîyê dabe, lê hê jî negihîştibe azadîya neteweyî û li ser axa xwe hatibe parçe parçe (pênc parçe) kirin. Ev parçekirina axa Kurdistanê di sed sala hevdemîn da wek peymana dagîrkeran (1639 peymana Qesra Şîrîn) dest pê kiriye. Ev derdê giran (parçekirina axa Kurdistan) nêzîkî çar sed salan (384 sal) e ku dagîrkerên Kurdistanê li ser gîyanê neteweya kurd tovê bêtifaqîyê diçînin. Êdî neteweya kurd bûye xwedî gîyanek bêtifaqîyê. Heta bav û bapîrên me yên ku vê hêla (gîyanê bêtifaqîyê yê hatî çandin) neteweya me nedidîtin bi zimanê dagîrkeran digotin, kurd ‘edû (dijmin) qewm in. Min dil hebû ez di serî da balê bikişînim ser zanyarîya Ehmedê Xanî ya di vê mijarê da. Lê di nivîsên Kamran Simo Hêdilî da ku me li jêrê linka wan parve kiriye, vê hêla Ehmedê Xanî bi berfrehî hatîye nivîsîn.

Kamran Simo Hêdilî cara yakem sala 2022yan di rojnameya Xwebûnê da bi vê linkê: https://xwebun.org/cime-betifaqi/ li ser bêtifaqîya kurdan nivîsî paşê bi sernavê “Çima Bêtifaqî-II” dîsa di rojnameya Xwebûnê da nivîsî. Herî dawî bi vê linkê: https://xwebun1.org/cima-betifaqi-iii/ di rojnameya Xwebûnê da nivîsî.

Dîsa li ser bêtifaqîya Kurdan gotarek bi ser navê: “Gelo siberoja (pêşeroja) Kurdistanê heye?” ku ji alîyê Vicken CHETERIAN, dersdarê dîrok û têkilîyên navneteweyî li Zanîngeha Cenevreyê, ve hatibû nivîsîn û di jimara 71ê a Nîsan/Gulan 2023yê ya rojnameya Le Monde Diplomatique kurdî da der çûbû heye. Ev jî linka wê gotarê ye: https://ku.mondediplo.com/2023/05/gelo-siberoja-kurdistane-heye.html Cheterianê pisporê dîrok û sîyaseta têkilîyên navneteweyî wiha dest bi nivîsîna gotara xwe kiriye: “Guherînên bingehîn ên ev nêzîkî sê dehsalan in li Rojhilata Navîn diqewimin rê dan ku kurdên Iraq û Sûrîyeyê xweserîyeke herêmî bi dest bixin bêyî serbixweyîyê. Lêbelê metirsî û xeter hêj gelek in û ji ber nakokîyên navxweyî girantir jî bûne.”

Cheterian, di berdewama nivîsa xwe da balê dikişîne ser referanduma serxwebûnê ya ku di Îlona sala 2017an da, ji alîyê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) ve hat li dar xistin. Li ser Başûrê Kurdistanê nirxandinek wiha dike: “Bi tevî ku encama referandumê ji sedî 92.73 % dengan erênî bûn jî bi pesendnekirina dewleta Iraqê, li hember derketina dewletên xwedî hêz (DYA, Rûsya) û gefxwarina yên cîran (Tirkîye, Îran) HHKê him bajarê Kerkukê him jî deverên li gor benda 140î nakokî li serê heye, ji dest da û lewaztir bû. Yek ji sedemên vê rewşê jî reqabet û dubendîya di navbera hêz û nûnerên kurdan ên sîyasî (wek PDK-YNK) da ye.” Bi heman awayî nakokîyên di navbera PDKê û PKKê da tîne zimên, îşaretê nelihevkirina Rêverberîya Xweser (PYD/YPG) û PDKê ya ku li derîyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojhilat da ye, dike. Wek encama gotara xwe Cheterianî wiha nivîsîye: “Her çi be, Rojava û HHK, vê gavê gelek seqamgîrtir û avadantir in ji çendîn dewletên herêmê yên li ber metirsîya herifînê, wekî Lubnan û Sûrîyeyê. Û ji bo van her du rêveberîyên xweser, man û berdewamîya wan bi qasî ku girêdayî guherînên bingehîn ên Rojhilata Navîn in ewqas jî girêdayî hevkarîya di navbera kurdan bi xwe de ye.” Meriv dikare bibêje ku hebûna siberoja (pêşeroja) Kurdistanê girêdayî bi hebûna tifaqa kurdan ve ye.

Bi kurtî ev gotara ku ji zimanê frensî bo kurdî ji alîyê Ergîn Opengîn ve bo rojnameya Le Monde Diplomatique Kurdî hatîye wergerandin, hêjaye bê xwendin.

Bi vê mijarê ra eleqedar, di 8ê Tîrmehê da, li Amedê konferansek bi navê “Konferansa 100 Salîya Peymana Lozanê û Pêşeroja (siberoja) Kurdistanê” ji alîyê partî û rêxistinên bi navê “Hak-Par, PAK, PSK, PDK û TDK-Tevger”ê ve hat li dar xistin. Di beşa yekem da Akademîsyenên wek Îsmaîl Beşîkcî, Mehmet Bayrak, Dr. Ekrem Onen û Dr. Kirill Vertyayev (Serokê Beşa Kurdolojîyê li Zanîngeha Moskovayê) gotarên xwe peşkeş kirin. Îsmaîl Beşîkcî li ser pêvajoya parçekirina Kurdistanê axivî û balê kişand ser bêtifaqîya neteweyên ku carek parçe bûn bişûn da her ku diçe bêtifaqî kûrtir dibe. Mehmet Bayrak bi danasîna pirtûkên xwe yên li ser mijarê xwest mijarê zelal bike. Ekrem Onen bêtir balê kişand ser lewazîya kurdan a di qada dîplomasîyê da. Got, divê kurd di vê qadê da bibin aktor ne faktor. Dr. Kirill bêtir li ser têgeha “Dewletên Serhildêr/İsyankar Devletler”ê rawestîya û şerê bo destkeftên li Başûr û Rojava wek têgeha “Dewletên Serhildêr” bi nav kir. Min jî di dawîya konferansê da, di beşa pirs û bersivan da, pirsa xwe, “gelo ji bo bêtifaqîya kurdan ji holê bê rakirin ne pêwîst e ku hêzên kurdî bê şert û merc bên cem hev”, ji Dr. Ekrem Onen kir û nivîsa wî ya bi navê “Kurd ji yekîtîyê bêhtir divê ji hev cuda bibin terefên millî û ne millî” anî bîra wî. Wî di bersiva bo min da got ku ne pêwîst e hemû kurd bêne cem hev, ew dikarin cuda cuda jî tekoşîna azadî û rizgarîyê bikin.

Li ser girîngîya tifaqê gelek filozof û hunermendên kurdan nivîsîye. Mînak helbesvanê mezin Cegerxwîn di helbestek xwe da, balê kişandiye ser xetereya bêtifaqîyê û gotiye: “Ger em nebin yek, Em ê herin yek bi yek.” Ji destpêka parçebûna axa Kurdistanê ve heta roja me, her ku diçe bêtifaqîya di navbera kurdan da kûrtir û tundtir dibe. Ev pirs di serê min da tim û tim deng vedide. Di dewrên berê da reqabet û dijberî di navbera mîrektî û ‘eşîretên kurdan da çawa berdewam bû niha jî di navbera nûner û partîyên sîyasî yên kurdan da heye.

Ez niha teza xwe ya doktorayê ya bi navê “Rola Medyayê di Sîyaseta Kurdan da” dinivîsim. Tiştê ku niha dixuyê medyaya kurdî zêdetir wek medyaya partîyan e an jî nikare bêterefîya xwe derxe pêş. Ez ê hewl bidim ji akademîya cîhanê sûd wergirim ku tecrubeyên neteweyên bindest ên azadî û rizgarîya xwe bi dest xistine baş bişopînim û veguhêzim ber deste rêberên sîyasî yên kurdan. Ger di encamê da xebata me ya akademik karibe bi qasî serê derzîyê jî fayde bigihîne tekoşîna azadî û rizgarîya neteweya kurd em ê pê kêfxweş bibin.