Gelo çi bû sedem ku Bahçelî daxuyaniyek wiha bide? Gelo derdê Bahçelî çi ye û çima hat vê astê ? Eger em bersiva van pirsan bidin, wê peyamên Bahçelî jî bên famkirin.
Ji serê mehê û vir ve serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û gotinên wî di rojevê de ne. Bahçelî di vekirina meclisa tirk de çû cem parlementerên DEM Partî û silav da wan. Ev yek kete rojeva Tirkiyeyê û gelek kesan wekî destpêka pêvajoyeke çareseriyê bi nav kirin. Piştre jî gotegot derketin holê û hinekan diyar kir ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin hene. Ew silava Bahçelî jî li ser wî esasî hat nirxandin.
Serokê MHP’ê di hefteyên pey re jî di civînên koma partiya xwe de îşaret bi van xalan kir. Ji bo vê yekê jî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku rêxistina xwe PKK’ê tasfiye bike. Di civîna dawî de jî ev yek aşkere anî ziman û gelek tişt lê zêde kirin. Xuyabû ku axaftina xwe gelek baş amade kiriye. Ne endamên MHP’ê, ne jî endamên DEM Partiyê anku tu kesan ji Bahçelî bawer nekir. Anku li ber axaftinên wî şaş man. Kesekî wekî Bahçelî çawa dibe ku bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike ku bê meclisa tirk û daxuyaniyê bide. Li aliyê din di axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî mikur hat. Ev yek gotinên nû bûn û cara pêşî Dewleta Tirk li tecrîdê mikur hat anku bi zanebûn ev peyv bi kar anî. Welhasil di axaftinên wî de gelek peyam hene ku mirov dikare şîrove bike.
Lê tişta bingehîn divê mirov vê bipirse. Gelo çi bû sedem ku Bahçelî daxuyaniyek wiha bide? Gelo derdê Bahçelî çi ye û çima hat vê astê ? Eger em bersiva van pirsan bidin, wê peyamên Bahçelî jî bên famkirin. Anku eger Bahçelî biryar dabe ku kurdan qebûl bike û hebûna wan nas bike, wê demê divê em gelek bifikirin.
Gotinên Bahçelî yekser bi bûyerên Rojhilata Navîn re têkildar in. Li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê heye û Dewleta Tirk ji bo ku ji vî şerî serketî derkeve, pêdiviya wê bi kurdan heye. Dewleta Tirk naxwaze di vî şerî de eniyeke din a şer li dijî wan hebe. Anku dixwaze nîşan bide ku bi kurdan re tu pirsgirêka wan nemaye. Ev gotinên Bahçelî encamekê bi xwe re bîne yan jî neyîne ne girîng e. Ya girîng ew e ku Bahçelî gotinên xwe kirin. Rast an jî derew ne girîng e. Dibe ku xapandin be û bingeha wê tune be. Lê meseleya esasî em dibînin ku Dewleta Tirk neçar maye xwe biavêje cem kurdan. Ev yek bi serê xwe tiştek mezin e.
Dewleta Tirk fam kir ku dê di şerê Rojhilata Navîn de jî derbê bixwe. Ji bo ku karibe pêşî lê bigire pêngaveke wiha da destpêkirin. Lê her kes dizane ku niyeta vê dewletê çi ye. Ev dewlet heta niha jî kurdan ji ber ziman û çanda wan dikuje, qir dike. Zindanên Tirkiyeyê bi deh hezaran welatparêzên kurd re dagirtiye û Dewleta Tirk xwe li hebûna kurdan nagire. Ev dewlet ê çawa bi kurdan re li hev bike. Divê beriya her tiştî hişmendiya xwe ya qirker biguherîne. Kîjan roja ku vê dewletê kurd wekî neteweyekê qebûl kirin û hebûna wan nas kirin, wê demê em ê fêm bikin bi rastî jî ji dil in. Lê wekî din bi daxuyanî û gotinan çareserî çênabe. Divê beriya her tiştî dewlet xwe îkna bike û piştre civaka xwe jî li ser vê bingehê amade bike. Bahçelî ji aliyekî ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibêje ‘terorîst’ ji aliyê din ve wî vedixwîne meclisê. Ev nakokiyeke mezin e. Divê pênaseya wê rast bê kirin. Abdullah Ocalan Rêberê kurdan e û ji ber ku rêberê kurdan e hûn wî muxatab dibînin. Lewma bi van gotinan dewlet niyeta xwe jî aşkere dike.
Piştî banga Bahçelî biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Ocalan di çerçoveya hevdîtina malbatê de çû Girava Îmraliyê û piştî 43 mehan hevdîtina yekemîn pêk anî. Omer Ocalan piştî hevdîtinê got ku rewşa Rêber Apo ya tenduristiyê baş e û ev gotinên wî ragihandin: “Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.”
Dema em li vê pêvajoyê dinihêrin bangek ji aliyê MHP’ê ve hat kirin û AKP’ê jî bi awayeke zelal piştgirî da vê bangê. Bersiva Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zelal e. Êdî divê Bahçelî li gor gotina xwe tevbigere û dive dewlet deriyê dîyalogê vebike.