12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Derçûna ji zanîngehê ji bo me şans e’

Jiyan Xelîl anî ziman ku dema wan li Zanîngeha Rojava perwerde didît rojane şer berdewam dikir û got: “Me di bin dengê topan de perwerdeya xwe berdewam kir. Em bi hêz û hêvî bûn ku rojek em ê encam ji van zehmetiyan bigirin. Ji bo me wateyeke gelek mezine ku mirov nikare bîne ziman.”

Zanîngeha Rojava ya ku piştî Şoreşa Rojava li bajarê Qamişlo hat avakirin 435 xwendekarên din mezûn kir. Zanîngehê ji bo derçûna 435 xwendekaran li Parka Azadî ya rojavayê bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist. Derçûna xwendekaran û pîrozbahiya li Parka Azadî bandoreke erênî li civakê kir.

Em bi Jiyan Xelîl û Bêrîvan Qasim ên ku îsal ji Zanîngeha Rojava derçûn re axivîn. Yek ji xwendekara ku ji Zanîngeha Rojava mezûn bû Jiyan Xelîl a ji Hesekê ye, diyar kir ku ew di nav şoreşeke ku hê jî berdewan dike de mezinbûne û wiha axivî: “Gelek zor û zehmetiyên vê pêvajoyê hebûn. Lê li rex wê gelek serkeftin jî hene.  Wek ciwan em pir bi şans bûn ku ji bo me derfeta zanîngehê hat avakirin. Yek ji xeyala min ew bû ku ez karibin beşa ragihandinê bi awayeke akademîk bixwînim. Vê derfetê jî min di Zanîngeha Rojava de bi dest xist. Lê dema me perwerde didît jî rojane şer berdewam dikir. Me di bin dengê topan de perwerdeya xwe bi israr berdewam dikir û ezmûnê xwe pêşkeş dikir. Lê dîsa jî em bi hêz bûn û hêvî bûn ku rojek em ê encam ji van zehmetiyan bigirin. Em ê bi ser bikevin. Bi rastî ji bo min wateyeke gelek mezine ku mirov nikare bîne ziman.”

‘Bi derçûnê barê me girantir bû’

Xelîl bal kişand ser zehmetiyên ku kişandin û got: “Piştî ewqas zor û zehmetî û êrîşên ku pêk hatin de dema mirov wek kurd li zanîngeheke kurd bi zimanê kurdî bixwîne ev ji bo me şanaziyeke mezin e. Di heman demê de cihê pîrozkirina derçûna me ji bo me hemûyan ciheke pir bi wate bû. Ji ber ku hem ji çeteyan hatibû rizgarkirin hem jî navê wê kurdî û azadî bû. Wek ku me got Rojava gelek zehmetiyan kişand. DAIŞ’a ku êrîşê Rojava kir herî zêde dixwest jinan qir bike. Lê bi destê hêzên YPJ’ê hatin têk birin. Me jî wek jinên ciwan xwest bi pênûsa xwe li kêleka hêzên YPJ’ê parastina xwe bikin û li dijî qirkirina jinan derbikevin. Jin civakê bi rê ve dibe, civakan ava dike, jin civakê zana dike. Dema jin azad be civak jî azad dibe. Ji ber vê yekê wek jinên azad me xwest fikrên xwe azad bikin û zanista xwe pêş bixin da ku em li dijî van fikrên qirêj derbikevin.”

Jiyan Xelîl destnîşan kir ku wê bi vê beşê xwest ew mafê kurdan ê ku hatiye xwarin û nehatiye gotin an jî hatiye jibîrkirin an jî veşartin derbixim holê û wiha bi dawî kir: “Min xwest li dîroka xwe vegerim û deng, çand û jiyana gelê xwe derxînim holê. Di nav Şoreşa Rojava de gelek rojnameger şehîd bûn. Her çiqas em hemûyan bi şexs nasnekin jî em dizanin ku wan ji bo heqîqeteke canê xwe ji dest da. Yek ji armanca we jî ew e ku em bi pênûsa xwe tola wan hilînin. Li aliyê din têkoşîn û jan û azarên jinan derxînin holê. Bi qedandina zanîngehê êdî barê me zêdetir bû. Ji ber ku heta me zanîngehê dixwend civakê xizmeta me dikir niha divê em xizmeta gelê xwe bikin û pêdivî bi çi hebe derxînin holê.”

‘Em li Rêber Apo pîroz dikin’

Bêrîvan Qasim a ku di nav Şoreşa Rojava de mezin bû di destpêka axaftina xwe de ji bo derçûna xwe ya ji Zanîngeha Rojava ev tişt anî ziman: “Ez derçûna xwe ya ji Zanîngeha Rojava di serî de li Rêber Apo û li hemû şehîdên rêya azadiyî pîroz dikim bi taybet jî li hemû şehîdên çapemeniya azad yê ku canê xwe ji bo heqîqetê feda kirin. Helbet em li rojavayê Kurdistanê rastî  gelek rewşên zor û zehmet hatin. Lê em her dem bi moral berxwedana xwe didomînin. Jixwe derçûna me ya ji zanîngeheke kurdî jî encama vê berxwedanê ye. Qasim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em gelê Rojava wek hemû gelên cihanê bi hêviya jiyanek bi ewle dijîn. Her wiha wek hemû xwendekaran hêviya me ya berdewamkirina perwedeyê hebû. Me van hêviyên xwe bi avakirina şoreşê pêk anî. Min wek jineke ciwan beşa ragihandinê hilbijart da ku ez karibin dengê civaka xwe bigihînim cîhanê.”