13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derbarê rojnameger Deger de lêpirsîn hat desptêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, ji ber parvekirinên wê yên li ser medya sanal bi angaşta “propagandaya rêxistinê” derbarê nûçegîhana JINNEWS’ê Oznûr Deger de lêpirsîn da destpêkirin. Deger, li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê îfade da û got ku parvekirinên wê sûc nînin û dikevin ber azadiya fikr û raman.

Li gorî nûçeyeke ku JIINNEWS’ê derbas kiriye, di lêpirsînê de parvekirinên Deger ên li ser hesabê wê yê twîtterê yên derbarê Kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di 27’ê sibatê de li Eywana Çandê ya Nazim Hîkmet hatibû lidarxistin û wêneyên pîrozbahiya Newroza 2022’yan a navçeya Erdîşê ya Wanê weke hincet hatine nîşandan.

Deger, ji ber parvekirina xwe ya kongreyê bi “pezindayîn û piştgiriya rêxistinê” û ji ber parvekirina Newrozê jî bi “alaya rêxistinê” hate sûcdarkirin. Her wiha dim lêpirsîna Deger de parvekirina wêneyê Arîn Mîrkan jî weke sûc hatin nîşandan.