12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dêra Surp Giragos a ermenan

Fariz Firaz

Amed bajarê baweriyan e. Di dîrokê de gelek bawerî bi hevre jiyane. Dêr, mizgeft û sînagogên di hema taxê de vê rastiye misoger dike. Dêra  Sûrp Giragos îro vê rastiyê nişanî me dide.

Bajarê Amîda ango Amed di aliyê olî, dîrokî û çandî de gelek dewlemend e û dergûşa şaristaniyê ye. Yek ji wan dewlemendiyan jî baweriya olî ye. Mirov dema dên û bala xwe dide şop û siya dîrokê, dikare li van nexşeyan rast bê. Li gorî van nexşe û berheman;  Amed berî serdestiya ola îslamê, mazûvaniya sê olên cûda yên wekî baweriya şemsî, cihû û xirîstiyaniyê kiriye.

Ola xirîstiyanî, di nava xwe de ji 5 mezhebên wekî giregoryen, yakûbî, ortodoks, asûrî û keldanî pêk dihat. Dema ku mirov li nava sînorên Sûrê digere, dibînin ku şopa berhem û çanda van olan rengê xwe gîhandiye heta îro. Lê piştî ola îslamê li vî bajarî bû serdest, hemû wargeh û îbadetxaneyên olên din bêxwedî man. Ji ber ku ev warên olên cûda bêxwedî man, her çiqas heta çend sed salan li ber xwe dan jî; piştî demekê êdî hêza wan şikest û ji neçarî xwe radestî hilweşînê kirin. Niha war û îbadetxaneyên van olên ku hîn şop û siya xwe di nava rûpelê dîrokê de zindî hiştiye vana ne.

Dêra Meryem Ana ya qedîm  a suryanan, Dêra Keldaniyan, Dêra Surp Giragos a ermenan, Dêra Surp Sarkîs, Dêra Saînt George (Dêra Kara Papaz), Dêra Katolîk û Dêra Protestan e.

Beriya serdestiya ola îslamê ji ber ku dêr pir zêde bûn; şêniyên vî bajarî her sibe ligel tîrêjên rojê bi dengê narkosan şiyar dibûn. Li vî bajarî pirçandî û piroliyê di nava hev de, lê bi rengê cûda û bi îbadetên cûda baweriyên xwe dijiyan. Her ol bi serê xwe azad û hemû ol bi hev re mîna civatekê bûn. Kes ji kesî ne diêşîya. Herkes li gorî bîr û baweriyên xwe dijiyan

Tê zanîn ku neteweya herî pêşî olê xirîstiyanê qebûl kirine ermen in. Ermenên li Tirkiyeyê piştî sala 1915’an ji aliyê mislimanên tirk ku feraseta Osmaniyan dom dikirin ve hatin qirkirin û yên mayî jî neçar man ku Tirkiyeyê terk bikin. Piştî ku ermenan hemû mal, milk û wargehên xwe terk kirin û reviyan, hemû bermaniyên wan bêxwedî man û bi hilweşandinê re rû bi rû man.

Piştî serdestiya ola îslamê dêrên ku bi ostatiyek taybet û kedek pir pir mezin hatibû avakirin hinek hatin valakirin û wekî mizgeftan hatin bikaranîn. Dêrên ku wekî mizgeftan hatin bikaranîn heta îro bi awayekî zindî li ser piyan man. Her wiha dêrên ku piştî êrîşên li ser ermenî û xirîstiyanan bêxwedî man û tev hilweşiyan.

Di dîrokê de li gorî lêkolînvanan û çavkaniyên dirokê li bajarê Amîda ango Amedê 24 dêr hene. Ji van dêran tenê 16 dêr li hemberî hemû êrîşan li ber xwe dane û bi inadek mezin li hemberî mirovahiyê serî rakirine. 8 dêrên din jî tenê navê wan li ser rûyê erdê mane, lê şopên  wan winda bûne.

Di nava 24 dêrên ku li hemberî êrîşa olan û mirovahiyê bi sebrek fireh û înadek mezin li ber xwe daye yek jê dêra ermenan Surp Giragos e. Ev dêr di nava sînorê Sûrê de li kolana Deriyê Nû hatiye avakirin. Li gorî çavkaniyan dîroka avakirina vê dêrê tam nayê zanîn. Lê cara yekem, navê vê dêrê di sala 1610 û 1615’an de di seyahetnameya Sîmeon ê polonyayî de hatiye dîtin.

Ev dêr di topûyê de li ser navê Weqfa Civata Dêra Katolîk a Ermenan qeyt kiriye. Avahiya Dêrê di tîpa L’yê de ji kevirên rêş ên Qerejdaxê hatiye avakirin. Dêr, bi kevirê reş (bazalt) ku ji çiyayê Qerejdaxê anîne, bi ostatiyek mezin hatiye avakirin.

Navbirên hundirê dêrê li ser 16 stûnan hatiye avakirin. Her navbirek ku ji 5 kemberan pêk tê li başûr û bakurê dîwarê dêrê bi stûnên piştek ên stûr hatine pêçan û hatine parastin.

Dîwarê dêrê ên başûr (qible), bi du piştekiyên sitûr, dîwarê bakur ( qiyame) jî, bi 4 piştekiyên stûr hatine parastin.

Dêr, ji prîzmayên çarqozî pêk hatiye û aliyê wê yê bakur 31 metre  û 40 cm, aliyê başûr jî 31 metre û 19 cm e. Ji ber ku avahiya dêrê di tîpa L’yê de ye dirêjiya dîwarê rojava 35 metreye. Di navbera her  2 stûnan de 2 şibakeyên ku jora wan wekî kevan hatiye pêcandin heye. Şibake bi derabeyên şîşîn hatiye pêçandin û hundir ji êrîşên derve hatiye parastin.

Dîwarê dêrê ku ji 2 qatan pêk hatiye heta banî bi avayekî pir zirav hatiye hûnandin. Hundirê dêrê ji aliyê ketinê, aliyê apsîsê, ji mahfîla jinan û ji qada hundir pêk tê. Dêr, ji ber ku ji aliyê rayedarên dewletê ve nehatiye  parastin, baniyê wê tev hilweşiyaye. Dîwar û stûnên dêrê jî ji ber bi kevirên qesp û bi ostatiyek zexm hatiye lêkirin heta îro li ser piyan maye.

Dêra ku her roj cîranên xwe bi dengê naqosan hişyar dikir; niha tenê dengê çûk û kevokan jê bilind dibe. Wê demê bi sedan ermenên xirîstiyan dihatin li vir şêwir digerandin û civat li dar dixistin. Dêr hem ji bo ermenan parastgeh, hem jî îbadetgeh bû. Lê piştî sirgunkirin û qetlîama ermenan, ev dêra ku ji hezaran ermenan re bibû parastgeh rastî hilweşandinê hat. Dêr ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weqfa Parastina Mîrasên Çandî ve hat parastin. Lê di şerê xweseriyê de dewletê bi tang û topan dîsa zerarek mezin da wê.

Niha li Amedê, di nava dêrên ermenan de tenê Dêra Surp Giragos li ser piyan maye. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beriya qeyûm banê dêrê restore kir û xist xizmeta civakê. Lê di şerê xweseriyê de polîsan bi tang û topan zerarek mezin dan diwarê wê. Niha bi vî halê xwe dikare şahidiyê ji dîroka mirovahiyê re bike. Dêra ku li gel hemû êrîşan bi înadek mezin li hemberî bêxwedîtiyê serî hildaye; li gorî hin çavkaniyan heta sala 1915’an nêzî 50 hezar ermen li nava bajêr û tevahiyê Amedê jî nêzî 120 hezar ermen dijiyan.

Dêra Axtamar çawa ji bo Wanê meskenekî taybet e, her kevirekî Dêra Sur Giragos a Ermenan jî  ku şopa hezar salan  lê heye ji bo Amedê wisa girîng û taybet e.

Dêra ku ji ermenên Amedê re xizmet dikir, di civata xirîstiyanan de rêxistina herî mezin bû.

Di nav dêrên li Amedê tenê Dêra Surp Giragos li ser piya maye. Bi alîkariya fona Yekîtiya Ewropayê û şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya parastina avahiyên çandî yên Rojhilat û Başûrê Anatol bi rovelyeyên analatîk hatine belgekirin û projeyên restorasyonê hatine amadekirin. Nakosên Mînareyên Dêra Surp Giragos ku ji aliyê birayê Armenak Şişmanyan, Sahag Şişmanyan ve hatibûn çêkirin, di sala 1913’an de brûskê lê xist û hilweşiya. Mîmar David Ghzaryan, li şûna vê mînareyê mînareya Nakosê ku li ser 8 saet hebûn ava kir. Ev nakosê di hundirê vê mînareyê de bi zêr û sifir ên ku ermenan di nava xwe de komkiribûn û diyarî dêrê kiribûn, hatibû çêkirin. Dengê vî nakosê zêr û sifir heta gundê Satî yê ermenan belav dibû. Di sala 1915’an de artêşa tirk mînareyên narkosan da ber topan û tev hilweşandin. Piştî ermenan Amed terikand, hemû alavên hundirê wê hatin dizîn. Baniyê Dêra Surp Giragos hilweşiya. Lê li gel vê bêxwediyê stûnên dêrê yên ber bi ezman ve bilind dibin hîn li ser linga ne.

Dîsa li gorî hin çavkaniyan çîroka dêrê wiha tê ravekirin: Giragos kurê jina bî ya bi navê Hugida ye. Giragos hîn sê salî ye li ser êrîşên dijberî xirîstiyanan ji Konyayê koçberê navçeya Tarsûsê dibe. Lê êrîşên li ser diya wî li vir jî didome. Giragos û diya xwe li vir têne girtin û derdikevin pêşberî dadgehê. Giragos li hemberî îşkenceyê ku li diya wî hatine kirin digirî. Li ser vê yekê li gel hezkirina dadgeran dîsa gotina diya xwe dubare dike û dibêje “Ez xirîstiyan im. Ez secdeyî Rep Îsa dibim. Dema ku Giragos dixwaze xwe ji destê dozger derxe. Dozger aciz dibe û wî diavêje xwarê. Serê Giragos li kevir dikeve û li vir jiyana xwe ji dest dide. Li Amedê dêra ku tenê ji ermenan maye Dêra Surp Giragos e. Ji ber ku bê xwedî maye û nehatiye parastin ji wê xweşikbûna wê û zindîbuna wê tu berhem nemaye.

Di dîrokê de neteweya ermen rastî gelek êrîş û komkujiyan hatiye. Ermen, ne tenê rastî komkujî, her wiha dûvre jî li Tirkiyeyê ji aliyê kurd û tirkên misilman rastî êrîşan hatine. Îbadetxaneyên  wan ên wekî dêran jî hatine dagirkirin. Mislimanan piştî dagirkirina dêran ew wekî mizgeft bi kar anîne. Dêrên ku hatine valakirin û bê xwedî mane jî rewşa wan niha dilê mirovan dişewitîne. Nirxên dîrokî ku çand û baweriya hezar salan di nav de veşartiye rastî ruxandinê tê.