Her şûnwarek dîrok û çandek hembêz kiriye. Her şûnwarek ji bo çand, ziman, bawerî û nirxên civakekê bûye derguş û parastgeh. Her şûnwarek bûye notirvanê nirxên civakê. Bajarê Qersê jî bi şûnwar û berhemên dîrokî gelek bala mirovan dikişîne. Keleh, Dêr, Koşk, malên dîrokî û mizgeftên ku ji kevirên reş, sor û zer hatine pêçan, bawerî, çand û şertên xwezaya Qersê bi awayeki hêzan bi mirovan dide nasîn. Ev Warên dîrokî dibe zimanê ker, kor û lalan. Yek ji van şûnwaran jî berhemên dîrokî Dêra Hawirayan a Ermeniyan e. Dêra Hawariyan a Ermeniyan ku li tenişta Keleha Qersê hatiye avakirin bi hemû xeml û hêza xwe awirên çavan dikişîne ser xwe. Dêra ku 1700 sal berê bi kevirên reş ên qesp û bazalt hatin avakirin hêj wekî roja hatiye avakirin li ser piyan e û mêvanan pêşwazî dike.
Gotin ji Hz Meryem re kurek bûye û bavê wê tune. Hinekan got bêbav e. Hinekan got mûcîze ye. Hinek matmayî man, hinek hêrs bûn. Hinekan biryara kuştinê dan û hinek ketin nava tirs û xofê. Lê Hz Îsa mezin bû, bi huner û pêkanînên xwe roj bi roj mirov hişyar kirin û rêçek nû da pêş mirovan. Kesên putperest û serdest li hemberî vê yekê aciz bûn, welatiyên bindest û ebdê xwedê jî temê taşe kirin û hewl dan ku fambikin. Lê Kurê Dayika Meryem û pêxemberê ometa Xiristiyaniyê ji bo alê xwe li cîhanê belav bike û di navbera xweda û mirovan de diyalogê dîne, 12 hawarî perwerde kirin û li çar aliyên cîhanê belav kirin. Hz. Îsa her hawariyek rêçek danî pêş û xwest olê Xirîstiyaniyê li hemû cîhanê belav bike û bibin qasitê navbera xweda û olê xirîstiyanan. Hawariyên Îsa ji bo baweriya olê xirîstiyaniye belav bike û bi her kesî bide hezkirin çû kijan bararî dêrek ava kirir. Çû kijan bajarî di bin baneyê wê dêrê û stargeha xirîstinaniyê de şagirt herwerde kir û li her derê dibistan û akadamiya olê xwe ava kir. Bi taybeti ji bo olê xiristiyaniye bi mirovan bide hezkirin bi mîmariyên awarte dêr ava kirin. Hawariyan bi sekn û helwestek awarte bandor li ser mirovan ava kir. Bi zanîn û ezîziyên xwe şop û bandor li ser mirovan hişt. Di bin baneyên wan dêran de mirov perwerde kir û alê Hz îsa bi wan dan naskirin.
Warê bîr û bawiyan
Yek ji van dêran jî Dêra hawariyan a Qersê ye. Dêra Hawariyan a Qersê bi şekl û şemalê xwe, bi mîmarî û bejna xwe bala hemû mirovahiyê dikişîne. Ji bo dîtina wê her sal bi hezaran mirov ji çar aliyên cîhanê di demsala bihar, havîn û payize de ber bi wê diherikin û diçin dîtina wê. Her çend vê dêra dîrokî ji ber şer û pevçûna desthilatdaran gelek caran dest guhertibe jî û gelek caran bûye mizgeft û dîsa bûye dêr jî disa hebûn û mîariya xwe diparêze. Dîsa heybetiya xwe dipareze. Warê bîr û bawiyan, war û stargeha olê Xirîstiyaniyê Dêra Hawariyan, bi mîmarî û xemlên li ser xwe çanda olê xirîstiyanê bi ker, kor û lalan dide naskirin û hezkirin.
Dêr li Başûrê Kelehê bi kevirên basalt ên qesm û xurt hatiye avakirin. Ji bo karibe li hemberî êrişan ol û bawermendên xirîstiyan ji êrîşên dijbin biparêze bi kevirên zexm û qehîm di tenişta kelehê di bin stargeha dîwar û bedene kelehê de hatiye avakirin. Dêr ki taxa Kaleîçî ku demekê herî zêde Ermiyên Xiristiyan lê dijîyan hatiye avakirin. Dêra hawariyan ji aliyê hawiyekî Hz. Îsa ve hatiye avakirin. Hawariyên îsa çûye kijan bajarî berî her tiştî warek û stargehek ji xwe re avakiriye.
Piştî sala 1918 bajarê Qersê
Dema Qiralê Bagratê Abbas II.Takvor Qers kir paytextê welatê xwe ev dêr di salên 932-937’an de li vir ava kir. Li ser dîwarên wê wêne û fîgurinên 12 hawariyan hatiye neqişandin. Dêra Hawariyan ji ber ku gelek caran ji aliyê dewlet û olan ve dest guhertiye gelek caran bûye dêr û mizgeft. Di serdema Osmanî de di sala 1579’an de bûye mizgeft. Di serdema şerê Osmanî û Urisan salên 1877-1878’an de ket destê Urisan û welatê Ûris dîsa wekî Dêra Rum Ortodoks bikar anî. Di sala 1890’an de li tenişta we çanek û qulibumek hatiye avakirin. Kule di sala 1918’an de hilweşiya. Piştî sala 1918 bajarê Qersê ket destê Tirkan dîsa dêr kirin mizgeft.
Piştî Ermenîi di salên 1919’an de li Qersê dîsa serdesti bi dest xistin dîsa avahî weki dêr hate bikar anîn. Dîsa avahiyê deriye xwe ji olê Ermeniyên xirîstiyan re vekir. Dema ku bajarê qersê di sala 1920’an de disa ket destê tirkan dêr dîsa hate girtin û wekî mizgeft hate bikar anîn. Dêr di salên 1960-1970’an de bi wasi 10 salan wekî muze hate bikar anin. Piştî li Qersê ji bo muzeyê avahiyek hate lêkirin vir hate avalikirin û dîsa deriye wê ji olê islamê re hate vekirin. Dêr di sala 1999’an de dîsa weki mizgeft hate bikar anîn.
Taçekî zer li ser qotê dêrê
Dêra bi keviren şehkiri û reş ên bazalt yên qor bi qor li ser hev hatiye pêçan wekî abîdiyekê ji erdê ber bi ezmanê şîn ve bilind dibe. Dêra ku li ser hîmekî xurt û fireh hatiye avakirin, her ku ber bi ezmanê şîn ve bilind dibe, jora wê girover dibe û bilind dibe. Qatê yekem ê derê gelek fireh û 6 goşe ye. Pêşiya dêrê çarqoşe û girover e. temiştên dêrê ji dîwarên girover hatiye pêçan. qata duyemin bi awayekî girirover li ser baniyê dêrê wekî kemerekê bilind bûye. Kume derê jî ji taşek sor hatiye pêçan. Taşa dêra reş ji kafikên sor yên axînî hatîye pêçan. Li herî jora dêra taçekî zer li ser qotê dêrê wekî gogek zêrîn bala mirovan dikişîne.
Dêr li ser pilan û mîmariya nefela 4 peli hatiye avakirin. Hîmê dêrê li ser çar pelan hatiye avakirin. Nava wê dişibe Xeçê. Navenda wê çargoşe ye. Lê diwarên wê yên derve girover in. Her keremek goşeyan di serê kuçeyên çarogeşan re derbas dibe û tên hûnandin. Apsid 4 enî ye. Kerivînê dîwarên dêrê dûz û şehkirî ne. Keviren blok û moloz in. Eniya hundire dêrê ji 12 şibayekan pêk tê. Beşa apsisê bi şibakeyên başûr û bakur tên ronîkirin.
Apsîsê başûr û rojhilat jî bi şibakeyên bi mezxelên gilover yên jor tên ronîkirn. Li tenişta Apsisan odeyên biçûk hatine avakirin. Li van beşan şop û siya mîmariya endezyarên ûrisan jî te xuyakirin.
Li nava dêrê 12 sitûnên di diwar de hatin bicihkirin pêk tê. Hundirê dêrê bi 12 kemerên li ser 12 sitûnên ku li ser sitûnên di dîwaran de hatin veşartin hatiye pêçan û hûnandin. Bi awayekî bedew û badayî li ser hev hatine ristin û pêçan. Bi motif û mîmariyaa palmet hatiye xemilandin. Li ser dîwar fîgurên mirovan ên di diwar de hatin bicih kirin bala mirovan dikişinei ser xwe. Her wiha ji bili motifên mirovan û hawariyan motîf û fîgurên sewal û teaman hatine nexişandin.
Ji ber ku bi mîmariyek awarte û hevsengiyek pisporî hatiy avakirin, bi şekl û şemalê xwe bala her kesî dikişîne.
Pêşiya Dêre ji dîwareki çarqosî pêk tê. Jora deriyê dêrê bi kemerek girover hatiye pêçan. Çep û rastên deriye derê li her aliyekî ji 2 çavên di hundire dîwar de haiye pêçan hatiye avakirin.
Ji dêrê zîvirandine mizgeftê
Di dîrokê de bajarê Qersê gelek caran di navbera dewleta Osmanî, Selçûqî, Urartu û Ûrisan (Rus) e dest guhertiye. Gelek caran ketiye bin desthilatdariya Osmanî û Ûrisan (rûs) Ji ber ku gelek caran dest guhertiye, di mal û şûnwarê li nava bajar şopa dîrok û baweriyên wan zêde xuya dikin. Yek ji van waran Mizgefta Fethiye ye. Mizgefta Fethiye ku di sedsala 19’an de hatiye avakirin, bi bîmariya Uris û Ermeniyan hatiye avakirin. Avahî dêrê piştî ku bajarê Qersê ket destê dewleta tirk di salên 1895’an de wekî salona siporê hate guhertin û piştî komarê ji dêrê zîvirandine mizgeftê.
Bi xeml û ruyekî geş hatiye lêkirin
Avahî, bi mîmariyek awarte hatiye vakirin. Avahiya ku berê dêr bû û niha zîvirandine mizgeftê hêj şopa dêrê ji ser dîwar û mîmariya wê winda nebûye. Her çend 2 mînare li pêş avahiye zêde kiribin jî ji şopên xaçên li ser sînda dîwarê avahiyê û pêçana dîwarên wê diyar dibe ku berê wekî dêrê hatiye avakirin. Ev avahiya ku bi mîmariyek awarde hatiye avakirin bi kevirên reş ên bazalt hatiye pêçan, Serderiya deriyan û şibakeyan bi kevirên sor û sipî hatiye hûnandin û xemilandin. Mizgefta ku çargoşe ye, li eniya pêş deriyekî mezin û 4 şibake hatine vekirin. Ev derî û şibake bi xeml û ruyekî geş hatiye lêkirin. Serdera derî bi kemerên mermer ên sor û sipî hatiye ristin. Her wiha li milê çepê 2 û li milê rastê jî 2 bi tevahî 4 şibakeyên zirav û dirêj ku çarçoveyên wan bi kevrên sor û spî yên mermer hatine pêçan bala mirovan dikişîne ser xwe. Di xeml û xêza rapêçandina dêrê de xuya dibe ku estetîk û mîmariyek awarte hatiye bikar anîn. Ev hûnandin û nexşên li eniya pêş a dêrê hatiye hûnandin hezkirin û girêdana ol û çanda xirîstiyana nîşan dide. Dêra dîrokî û bêhempa ku nêzî 200 sal emrê wê heye, hêj wekî xwe zindî ye û niha wekî mizgeftê xizmetê dide misilmanan.
Mal û qesrên Qersê
Li bajarê Qersê di nava şûnwaran de yên herî balkêş û xweşik jî mal û koşkên wê ne. Dema mirov li nava kolan û taxên Qersê digere, mal, koşk û qonaxên bajar xuya dike ku bajar di demên borî de di destê Ermenî û Urisan de bû. Ji avahî û şûnwaran xuya dibe ku Bajarê Qersê pişt re ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û desteserkirin. Avahiyên ku bi kevirên reş û kevirên sipî hatine avakirin xuya dike ku kedên mezin û xebatek bêhempa hatiye avakirin. Xuya dike ku destê hezaran mirovan li van keviran ketiye û keda hezaran mirovan heye. Ev mîmarî û avahiyên ku ji sedsalan mane, diyar dike ku zor û zahmetiyen xwezayê li vî welatî çiqas dijwar e. Xuya dike ku li hemberî zivistanên sar û dijwar ne ji van kevirên reş û sipî yên mezin be mirov nikare xwe li hemberî sermayên demsala zivistanî biparêze. Mal û koşkên Qersê ku bi ostatî û mîmariyek awarte hatine akirin, li aliyekî çand, kevneşopî û jiyana dîroka civakê li pêş çavan dipêçe, li aliyê din jî têkoşîna mirovan a di nava şert û mercên xwezayê de tîne ber çavan.