Di meha nîsanê de hat xwestin qeyûm tayînî şaredariya li Wanê bê kirin. Piştî vê biryarê li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Yek ji van bajaran Colemêrg bû. Li Colemêrgê gelek polîsên sîvîl li zarokekê dan û ew kirin bin çavan. Li ser parvekirina rojnameger Medîne Mamedoglu ya der barê vê bûyerê de bi sûcê “Tahrîkirina ji bo gel li gor zagonan neçe” lêpirsîn hat destpêkirin.
Medîne Mamedoglu ku bi parêzerê xwe Resûl Temûr re li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade da, sûcdariya li dijî xwe red kir û diyar kir ku ev wezîfe di çarçoveya xebatên wê yên pîşeyî de ye.