Rojnameger Medîne Mamedoglu, bi hinceta çêkirina nûçeyên di dema şewatên li navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrax a Mêrdînê ya di 20’ê hezîranê de û parvekirina nûçeyan a li ser medya dîjîtal gazî îfadeyê hat kirin.
Hate diyarkirin ku lêpirsîna bi hinceta parvekirinên Mamedoglû hatiye destpêkirin li ser îxbarê hatiye destpêkirin.
Mamedoglû ya ku li gel parêzerê xwe Resûl Temûr çû Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade da, diyar kir ku parvekirinên ku kirine ne sûc in û di çarçoveya xebatên wê yên rojnamegeriyê de ne.