13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Denîz dilsoz û tim rûken bû’

Di 17’ê hezîranê de kujerê  bi navê Onûr Gencer li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê  êrîşeke nijadperest pêk anî û xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir.

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz dema ku bi qetilkirina keça xwe hesiya çû ber avahiya HDP’ê û tevî hemû astengkirinên polîsan cenazeyê keça xwe dît.

Lê sekna dayikê û gotina wê ya ‘Denîzek çû dê bi hezaran Denîz bên’  bû îfadeya têkoşîn û berxwedana gelê kurd. Dayik bi vê helwesta xwe sekna gelê kurd bi taybetî sekna jinên kurd nîşanî faşîstan û hemû cîhanî da.

Piştî bûyera li Îzmîrê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jina bi navê Ayşe Cîn zarokeke anî dinê û  navê keça xwe danî Denîz Poyraz. Ayşe Cîn diyar kir ku îro Denîzek hat qetilkirin lê ew ê Denîzên nû mezin bikin û têkoşîna wê bidomînin.

Malbat bi dil û can bi têkoşînê re ne

Têkildarî kesayet, sekn û malbata Denîz Poyraz hevalê wê Berat Kiran ku bi salan pê re di xebatan de cih girtiye, axivî.

Berat Kiran diyar kir ku malbata Poyraz heya niha di hemû partiyên kurdan ên ku ji aliyê dewletê ve hatine girtin de bi israr xebatên xwe domandine û wiha got: “Malbata Denîz Poyraz di salên 90’î de hatine li Îzmîrê bi cih bûne.  Malbat bi xwe malbateke têkoşer e. Bi dil û can bi têkoşînê re ne.  Fehîme Poyraz di rêya azadiyê de gelek bedel daye û zarokên xwe li ser esasê azadiyê mezin kiriye. Di axaftinên xwe de tim dibêje 3 zarokên min bin bila 3, 5 zarokên min bin bila her 5 jî di rêya azadiyê de bin. Dayika Fehîme zarokên xwe qet ji têkoşînê dûr nedixist. Dema Fehîme Poyraz ji bo hevdîtinê bi kurên xwe yên girtîgehê re bike yan jî ji ber karekî din nehatana partiyê ji dêlva xwe zarokeke xwe dişand. Yanî zarokên wê bi vî awayê têkoşînê nas kirin.”

Xwe qet ji xebatan qut nekirin

Di axaftina xwe de Kiran bal kişand ser dilsoziya malbatê û ev tişt anî ziman: “Malbata Poyraz her çiqas bedêl dabe jî heya niha min ne bi dayika Fehîme re ne bi ferdeke malbatê yên din re ne jî di kesayeta Denîz de qet aciziyeke nedît. Yanî malbat ne ku piştî şehadeta Denîz dibêje ‘Em çi jî bikin hindik e’ jixwe ji berê ve nêrîna wan ev bû û li gor vê nêrîna xwe tev li xebatan dibûn û hê jî wisa nêzîk dibin. Ew 30 -35 sal in ku li Îzmîrê dijîn. Tim bi tehdê, îşkenceyê û zextan re rû bi rû man, tevî ku malbat ji her aliyê jiyanê de pirsgirêkan dijî jî xwe ji xebatan qet qut nekirin.”

Di xebatan de cih girt

Her wiha Kiran da zanîn ku gelek ferdên malbatê ketine girtîgehê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha 2 birayên Denîz Poyraz di girtîgehê de ne, yek jê jî nû ji girtîgehê derketiye bavê wê jî di girtîgehê de maye. Denîz bi xwe jî 8-9 mehan di girtîgehê de ma. Min Denîz di hilbijartinên 2015’an de nas kir. Lê Denîz demeke pir dirêj bû di nav xebatan de cih digirt. Pêşî di nav xebatên ciwanan de piştre jî di xebatên jinan de cih digirt. Bi dilxwazî tev li xebatan dibû. Tim rûken bû. Mirov qet wê bi hêrs an jî bi rûyeke tirş nedidît.”