Piştî teqîna li paytext Beyrûd Libnanê, gotûgoyên der barê hebûn û bandora xirab a Hizbulahê ya li Libnanê zêde bû. Bi taybetî jî piştî nûçeyên didan xuyakirin ku li wê bendergeha teqîn lê pêk hat, desthilatiya Hizbulahê hebû û di bin kontrola wê de ye. Her wiha goftûgoyên der barê krîza aborî ya vî welatê de zêde bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî tev li van guftûgoyan bû û da xuyakirin ku dadgeha Lahey a navneteweyî yek ji endamên Hizbulaha Libnanê bi kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq Herîrî tawanbar kiriye.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da xuyakirin ku tewanbariya Selîm Ayaş ku endamekî Hizbulahê ye, tê wê wateyê ku Hizbulah rêxistineke terorê ye û armanca wê pêknîna berjewendî û daxwazên rejîma Îranê ye. Her wiha got ku Hizbulah parastina Libnanê nake lê ew rêxistineke terorê ye. Di heman çarçoveyê de Pompeo da zanîn ku bikaranîna Hizbulahê ya pergala malî, rewşa krîza aborî ya Libnanê wêrantir dike.
Wekî tê zanîn di rojên borî de dadgeha navneteweyî ya taybet bi doza Libnanê der barê kuştina Refîq El Herîrî de ku di sala 2005’an de hatibû kuştin, Selîm Ayaş tawanbar kir ku ew yek ji endamên Hizbulaha Libnanê ye. Her wiha der barê vê mijarê de Parlementoya Erebî jî kêfxweşiya ji bo biryara dadgeha navneteweyî nîşan da û daxwaz kir ku kesê tawanbar were radestkirin bo dadgeha navnetweyî û parlametoyê bang kir ku divê çek tenê di destê dewletê de be û ji destê hemû rêxistinan derkeve ji bo aramiya Libnanê.
BEYRÛD