Wê sibe li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartina ji bo parlementoya Îranê û encûmena pisporan pêk were. Lê gelek sazî, rêxistin û kesayetên naskirî yên Îranê banga boykotkirina hilbijartinê li gel dikin.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 75 milyon kesan 61 milyon kes mafên wan yên dengdanê hene. Her wiha 15 hezar 600 kes ji bo 290 kursiyên parlementoyê û 144 kes jî ji bo 88 kursiyên Encûmena Pisporan bûne namzet. Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî 59 hezar navendên dengdanê hatine amadekirin.
Tevî ku sibe hilbijartin destpê dike, lê çalakvanên mafên jinan li Sine ragihandin ewê hilbijartina dema 12’an a parlementoyê boykot bikin. Her wiha bang li gelê Îranê kirin ku roja 1’ê Adarê li malên xwe de bimînin û neçin ser sindoqan.
Li aliyê din jî gelek kesayetên siyasî yên Îranê ragihandine ku ewê tevlî hilbijartinê nebin. Di beramber de jî Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Xumeynî got: “Wê tevilnebûna hilbijartinê ti destkeftiyek ji bo kesên nerazî nebe.”
Beriya niha Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê jî bi daxuyaniyek banga boykotê kiribû û gotibû: “Daxwazê ji hemû gel û neteweyên bindest û hemû çînên civakî, bi taybetî daxwazê ji karker, karmend, xwendekar, rewşenbîr û jinan dike ku bi awayekî yekgirtî û bi hemû hêza xwe beşdarî boykotkirina hilbijartinê bibin. Bê guman helwesteke bi vî rengî daxwaza civakê ya bihêz a ji bo misogerkirina siberojeke azad û demokratîk nîşan dide. Boykot mafekî siruştî û demokratîk e û dibe alîkariyeke dîrokî ji bo bihêzbûn û mayîna tevgera şoreşgerane û civakî. Boykotkitina hilbijartinê dikare morala gelan bilind bike.”