23 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dengek ji şikeftê bilind dibe: Bangî Heq

11ê tîrmehê li Şikefta Caseneyê merasîma radestkirina çekan hat lidarxistin ku der barê vê şikeftê de gelek gotin hene. Ger em dîroka kurdan a ku bi çiya ve girêdayî ye li ber çavan bigirin, wê demê normal e her şikeft, newal an devî ku xwedî çîrokeke cuda be. Ji ber ku ji Destana Kawa û vir ve çiya ji bo kurdan ne tenê parestgehe, lê belê bi awayekî hebûnî cihê xwe yê taybet digire.

Heke em dîroka kevn bi cih bihêlin û li ser demên nêzîk biaxivin, Şikefta Caseneyê di 4ê Adara 1923yan de ji aliyê Şêx Mehmûd Berzencî ve wekî “Baregeha Giştî ya Artêşên Kurdistanê” hatiye bikaranîn. Di vê dîrokê de, ji ber êrîşên Îngilîzan, Şêx Mehmûd navenda bajarê Silêmaniyê terk kiriye û Şikefta Caseneyê ku 50 kîlometreyî dûrî bajêr e, wekî baregeha xwe hilbijartiye.

Beriya êrîşa asîmanî ya Îngilîzan ku di 5ê Adarê de dest pê kiriye, Şêx rojek berê xwe daye Şikefta Caseneyê û li gorî gotinan, yekane çapxaneya bajêr jî bi xwe re biriye. Navê Caseneyê jî tê gotin ku ji vê yekê tê; yanî bi zêmarê Kurmancî tê wateya “çapxane” an jî “matbaa”.

Yekem weşana çapxaneya ku li Şikefta Caseneyê hatibû damezrandin, di 8ê adarê de bi belavoka bi navê cîhadê bû. Divê belavok li seranserê başûrê Kurdistanê, bi taybetî li bajarê Silêmaniyê, hatiye belavkirin. Di 28ê adara 1923yan de jî Şêx Mehmûd Berzencî yekem hejmara rojnameya Bangî Heq weşandiye û bi giştî 3 hejmar hatine weşandin, lê hejmara duyem hêj nehatiye dîtin.(1)

Tişta ku Bangî Heq di dîroka weşangeriya kurdî de xwedî cihekî taybet dike, ev yekem rojname ew e ku ji aliyê hêzên çekdar ên kurd ve hatiye weşandin.(2)

Rayedarê wê demê li herêmê yê îngilîzan C. J. Edmonds, destnîşan dike ku navê “Bangî Heq” bi zanebûn hatiye hilbijartin. “Navê hilbijartî, bi awayekî veşartî peyamek bû ji bo fanatîzmê (wekî ku tê zanîn, peyva ‘heq’ di wateya gelemperî de ‘rast’ e, lê di zimanê mîstîk de wateya ‘aqilê îlahî’ an jî ‘Xwedê’ dide) û yekane nivîsa di navê de jî li ser ‘Cîhadê’ bû.”(3)

Hejmara sêyem a rojnameyê di 12ê nîsana 1923yan de, roja pêncşemê, hatiye weşandin. Di bin sernavê wê de ev nivîs heye: “Rojnameyeke siyasî, wêjeyî, civakî û fermî ye ku di Baregeha Giştî ya Artêşên Kurdistanê de tê weşandin.” Li jêrî vê nivîsê jî wiha tê gotin: “Armanc û hedefa wê bidestxistina mafên kurdan e.”

Yek ji tiştên balkêş îmzeya ku Şêx Mehmûd Berzencî bi kar aniye ye. Şêx di dawiya her çar nivîsên weşandî de îmzeya “Serfermandarê Giştî û Melîkê Kurdistanê Mehmûd” bi kar aniye. Xuya ye ku îngilîzan ev navê “Melîkê Kurdistanê” ji bo wî guncav dîtine.

“Melîkê Kurdistanê Mehmûd” yê ku li dijî îngilîzan şer kir

Şerê Şêx Mehmûd li dijî îngilîzan bi rojên ku Mustafa Kemal derketiye Samsûnê re hevdem e. Di gulana 1919an de, Şêx li dijî serweriya îngilîzan li herêmên kurdan derketiye û şerekî dijwar kiriye. Li bakurê herêmê xwîn ji pozê yek leşkerekî îngilîz nehatibe jî, lê li vê herêmê bi sedan leşker û efserên îngilîz hatine kuştin. Îngilîzan ku serweriya xwe ya asîmanî bi awayekî hovane bi kar anîne, bi kuştina sivîlan serhildan tepisandine û Şêx Mehmûd girtine, wî sirgûnî Hindistanê kirine.

Vegera Şêx Mehmûd bo Kurdistanê ji aliyê îngilîzan ve ku di kontrolkirina herêmê de zehmetî dikişandin, hatiye xwestin. Di îlona 1922yan de, Şêx Mehmûd bi rêya Kuweytê hatiye Bexdayê û li wir bi Melîk Faysal, serokê Iraqê, hevdîtin kiriye. Ev gav a rêveberên kolonyal ên îngilîz ji bo astengkirina bandora zêde ya Hikûmeta Enqereyê li Kurdistanê bû.

Piştî serkeftina di Şerê Yewnanî de, eleqe û girêdana bi Enqereyê re zêde bûbû. Rayedarên îngilîz ên ku bi Berzencî re hevdîtin kirin, di berdêla sererastkirina rewşa xerabûyî ya Kurdistanê û kêmkirina bandora Hikûmeta Enqereyê de, ji bo otonomiyekê soz dan. Şêx ev pêşniyar qebûl kir û di 14ê îlona 1922yan de wekî Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Silêmaniyê hat tayînkirin, yanî bi navê din bû hikûmdarê herêma Silêmaniyê. (4)

Hat gotin ku rêveberiya otonom wê bi Silêmaniyê re sînordar bimîne. Di vê çarçoveyê de, Şêx di 30ê îlona 1922yan de vegeriya Silêmaniyê û bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Lê belê rewş wekî ku îngilîzan plan kiribûn pêş neket. Şêx Mehmûd ku ji bo kêmkirina bandora Enqereyê bi soza otonomiyeke sînordar şandibûn Silêmaniyê, xwe wekî Melîkê Kurdistanê îlan kir, hikûmeteke xwedî desthilatên berfireh ava kir û li hember îngilîzan helwest nîşan da.

Di vê yekê de Peymana Îngilîz-Iraqê ya ku di cotmeha 1922yan de hatibû îmzekirin jî bi bandor kir. Di vê peymanê de ku Iraq kiribû kole, behsa otonomiya kurdan nehatibû kirin. (5) Di Mijdarê de destpêkirina hevdîtinên Lozanê hêviyên Misak-ı Millî zêde kirin. Qebûlkirina Mûsilê di nav Misak-ı Millî de û hebûna muxtariyetê di Qanûna Esasî de bû sedem ku kurdên Wîlayeta Mûsilê nêzîkî TBMMê bibin.

Şêx Mehmûd di 15ê cotmeha 1922yan de bi serokatiya xwe Hikûmeta Kurdistanê damezrand. Li gorî şahidên wê demê, Şêx Mehmûd bi karmendekî bi navê Fevzî Bey ku ji aliyê Ozdemîr Bey ve hatibû şandin, hevdîtin kir. Fevzî Bey diyar kir ku herêm di nav sînorên Misak-ı Millî de ye, Hikûmeta TBMMê bi biryar e ku herêmê heta Çiyayê Hemrînê bistîne û dev ji vê biryarê bernade. Şêx jî got ku ew amade ye ji bo xizmetê. (6)

Pisporekî Şerê Taybet: Ozdemîr Bey

Ji bo ku Şêx ji îngilîzan dûr bikeve û nêzîkî Hikûmeta TBMMê bibe, gelek sedemên wî hebûn. Lê di vê demê de Ozdemîr Bey roleke krîtîk lîst. Navê wî yê rastî Alî Şefîk e, Ozdemîr Bey di sibata 1922yan de ji aliyê TBMMê ve ji bo karekî veşartî li başûrê Kurdistanê hat tayînkirin. Wekî pisporek şerê taybet, peywira Ozdemîr Bey ew bû ku li derdora Rewandûzê operasyoneke leşkerî û siyasî bide destpêkirin. Û bi navê “qeymeqamê mîlîs” paye dane wî.

Pê re biryar standin ku wan çalakî û operasyonên bi xwezayî têne meşandin, veşartî bimîne an jî wekî teşebusên şexsî bêne nîşandan. “Di vê çarçoveyê de, berpirsên ku Ozdemîr Bey amade kir, ji qeymeqamekî fexrî, serdarek, şeş serpel, şeş mulazimên yekem, neh mulazimên duyem, şeş zabitên cîgir û memûrekî hesabgir pêk tê, bi giştî sî kes bûn, ji bilî leşkerên girêdayî wan.” (7)

Ozdemîr Bey di 22yê hezîrana 1922yan de bi yekîneya xwe re gihîşt Rewandûzê û bi sûdwergirtina ji nerazîbûna li dijî îngilîzan, di demeke kurt de bandorek mezin bi dest xist. Ozdemîr Bey adetên kurdan zû fêm kir û gelek serokên eşîran li dora xwe kom kir.

Bi alîkariya van eşîran, “di 31ê tebaxa 1922yan de li herêma Derbendê hêzên îngilîzan têk bir, Ranya û Hemîdiyê xist bin kontrola xwe û bandora li herêma xwe gelekî fireh kir. Piştî serkeftinê, daxwaza alîkariya hêzên xûrtkirinê kir. Ji ber îhtîmala ku ber bi Silêmaniyê ve biçe, îngilîzan hêzên xwe kişandin Bexdayê.” (8)

Daxwaza otonomiyê ya ku Mûsilê bi TBMMê ve girêdide

Ev çalakiyên ku dîroka fermî ji behskirinê dûr dikeve, ji nîqaşên ku li Konferansa Lozanê hatine kirin ne serbixwe ne. Nîqaşên Lozanê yên di 22yê mijdara 1922yan de dest pê kirin, mijara wê ya herî germ Mûsil bû. Di destpêka konferansê de dîplomasiya dualî û veşartî ya ku Îngiltere û TBMMê xwestin li ser Mûsilê bimeşînin encam neda; ji ber vê yekê di 23yê çileya 1923yan de tezên her du aliyan li ser maseyê hatin danîn û bangek girîng derket holê.

Ji ber ku her du alî li ser Mûsilê mafdarî didan pêş û çareserî nehat dîtin, di 4ê sibata 1923yan de konferans têk çû. Pêşniyara îngilîzan a “ka em pirsgirêkê bişînin komîsyonê” ji aliyê Îsmet Înonu ve bi germî hat pêşwazîkirin, lê di TBMMê de qiyamet rabû; hat gotin ku ev yek xapandin e û gelek mebûsên kurd û tirk bi aşkere diyar kirin ku dev ji Misak-ı Millî ya ku Mûsil tê de ye, bernadin.

Dema ev nîqaş li Lozan û Enqereyê dihatin kirin, li Silêmaniyê Şêx Mehmûd Berzencî û Ozdemîr Bey li hev hatin û di vê kêliya krîtîk de bi destwerdana xwe rêyeke çareseriyê pêşniyar kirin. Bi serokatiya Şêx Mehmûd “Heyeteke Temsîldar” hat avakirin û daxwaza muxtariyetê ya 10 xalî ku tê de girêdana başûrê Kurdistanê bi TBMMê ve hebû, di 6ê sibata 1923yan de hat îmzekirin û ji Enqereyê re hat şandin. Di naveroka van 10 xalan de ev tişt hene:

  1. Damezrandina Serfermandariya Giştî ya Tevgerên Neteweyî yên başûrê Kurdistanê bi serokatiya Şêx Mehmûd li başûrê Kurdistanê.
  2. Destpêkirina teşkîlata navxweyî li başûrê Kurdistanê li gorî Qanûna Esasî û peydakirina çek û cebilxaneyên pêwîst ji bo rêxistinbûna leşkerî ya li gorî nifûs û bûdceya herêmê ji aliyê Hikûmeta TBMMê ve.
  3. Şer û karên derve rasterast girêdayî TBMMê bin.
  4. Artêş û yekîneyên TBMMê yên li başûrê Kurdistanê ji bo ewlekariya navxweyî di bin emrê Heyeta Temsîla başûrê Kurdistanê de bin.
  5. Di demên normal de mîqdara yekîneyên nîzamî yên ku li başûrê Kurdistanê bêne bicihkirin, li gorî hewcedariya Heyeta Temsîla başûrê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta TBMMê ve were diyarkirin.
  6. Ji bo sînorên başûr û rojhilat, komîserên sînor û yekîneyên sînor ji aliyê Heyeta Temsîla başûrê Kurdistanê ve bêne avakirin.
  7. Herêma di bin rêveberiya Heyeta Temsîla başûrê Kurdistanê de, li bakur ji sînorê Şemzînanê, li başûr ji Çiyayê Hemrîn, ji rojhilatê Îranê û ji rojava jî ji Çemê Dîcle bê sînorkirin.
  8. Ji bo ku herêmên di vê qadê de yên di bin dagirkeriya îngilîzan de ne, ji Heyeta Temsîla başûrê Kurdistanê re bêne hiştin, ultîmatomek dawî ji îngilîzan re bê dayîn û were ragihandin ku çarenûsa başûrê Kurdistanê bi TBMMê ve girêdayî ye.
  9. Herêmên di nav qada başûrê Kurdistanê de ku niha yekîneyên TBMMê lê hene, piştî ragihandina ultîmatoma xala 8an, ji Heyeta Temsîl a başûrê Kurdistanê re bêne radestkirin.
  10. Ji bo tespîtkirina van prensîban, şandina heyete xwedî desthilateke tam ji Enqereyê re. (9)

Ev peymana di 6ê sibata 1923yan de hat îmzekirin, hem ji aliyê Hikûmeta Enqereyê hem jî ji aliyê Hikûmeta Îngilîzan ve bi tundî hat bersivandin. Enqereyê, hatina heyeta kurd a ji Refîk Hilmî, Fettah Bey û Ehmed Takî pêk dihat, asteng nekir. Endamên heyetê di 23yê sibatê de dest bi rêwîtiyê kirin û di 25ê nîsana 1923yan de piştî rêwîtiyeke dijwar gihîştin Enqereyê. Di dema ku TBMM ya yekem hat fesihkirin, ji aliyê serokwezîr Rauf Bey ve endamên heyetê bi rojan li Enqereyê hatin sekinandin û bi dest vala vegeriyan.

Bersiveke fermî nedan kurdan, lê bi tundî Ozdemîr Bey ji aliyê rayedarên cur bi cur ve hat rexnekirin û hat gotin ku “ev pergal li dijî çarçoveya muxtariyetê ya Qanûna Esasî ye.” (10)

Bersiva Hikûmeta Îngilîzan a ji bo vê peymanê jî, wekî ku di destpêkê de hat behskirin, di 5ê adarê de bi bombebarankirina navenda bajarê Silêmaniyê bû. Şêx Mehmûd ku xwe kişandibû Şikefta Caseneyê, vê derê wekî navend bi kar anî û hêzên girêdayî xwe ji vir rêve bir. Wî zirarên giran da îngilîzan, lê wekî berê, îngilîzan bi serweriya xwe ya asîmanî û bi bombeyên giran ên ku yekem car li ser kurdan hatin ceribandin, berxwedana wan şikandin.

Di meha nîsanê de, beriya ku hevdîtinên Lozanê ji nû ve dest pê bikin, îngilîzan êrîşî Rewandûzê ku di bin kontrola Ozdemîr Bey û hêzên wî de bû kirin. Êrîşa îngilîzan bi balafirên şer û çekên giran hat kirin. Ozdemîr Bey ku li hember êrîşên giran li ber xwe neda, ji Rewandûzê vekişiya. Derbasî aliyê Îranê bû û piştî zehmetiyên mezin gihîşt sînorê Tirkiyeyê. Di hevdîtinên Lozanê yên ku di 23yê nîsanê de ji nû ve dest pê kirin, aliyê tirkan van tiştan anî ziman, lê rewş zêde neguherî.

Ozdemîr Bey ji wezîfeyê hat girtin û kesekî din li dewsa wî hat tayînkirin. Hikûmeta Tirkiyeyê, daxwaza otonomiyê ya ku dikaribû di Lozanê de wekî şerdekî bi kar bîne, li ber çavan negirt û alîkariya hêzên ku biryar dabûn şer bikin jî nekir. Di hevdîtinên Mûsilê de, Heyeta Tirkiyeyê hemû şerdên xwe winda kir û hat xuyakirin ku çareseriya îngilîzan jî qebûl kirine.

Dawî

Beriya 102 salan, Şikefta Casenayê ji Şêx Mehmûd re bûbû stargeh, îro jî ev der ji bo merasîma radestkirina çekan a gerîlayên kurd dibe mazûvan. Beriya 100 salan, ji her aliyî ve ji bo gaveke wiha peyamên tund hatibûn, lê îro hema hema nema kes li dijî vê gavê derdikeve. Lê astengiyên neteweyî û navneteweyî yên li pêşiya bikaranîna mafên kurdan ên nasnameyî, dîrokî û çandî hin jî nehatiye derbaskirin. Îro fersendeke nû ji bo nivîsandina dîrokeke hevpar hatiye bidestxistin. Ji bo kevaneke nû ya sedsalî neyê vekirin, bi awayekî rast sûdwergirtina ji vê fersendê wekî berpirsiyariyekê dikeve ser milê her kesî.

Çavkanî:

1- Kovara Lêkolîn û Lêgerînê BÎR Araştırma-İnceleme Dergisi, Sayı 1, Bıhar 2005, İçinde; Dr. Kemal Fuad, “Bang Heq, Yekem Rojnameye ore a Kurdistan’e”, Wergerandina ji Soran: S. Veroj, s. 110-124.
2- Age, s. 111.
3- C. J. Edmonds, “Kürtler, Türkler ve Araplar”, Avesta Yayınları, İstanbul 2003, s. 419.
4 Yeni ve Yakın Çağda Kürt Siyaset Tarihi, (Komisyon), Peri Yayınları, İstanbul 1998, s.136.
5- Age, s.137.
6- Sinan Hakan, Cumhuriyet’e Giderken Kürtler (1920-1923), İletişim Yayınları, İstanbul 2023, s. 236-237.
7- Age, s. 178.
8- Age, s. 216-217.
9- Age, s. 295.
10- Age, s. 296.

Nivîskar: Namık Kemal Dinç ( https://www.numedya24.com/sikefta-casenede-lozana-seyh-mahmuddan-pkkye-kurtler-ve-haklari/ )

Wergêr ji tirkî: Hogir Berbir