20 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê xwe tev li dengê me bikin

Yekîtiya Jinên Kurd a Almanyayê (YJK-E) dê 19emîn Festîvala Jinan a Zîlanê 21ê Hezîranê li bajarê Leverkusen ê Almanyayê lidar bixe. Festîval wê bi şîara “Bi Jin Jiyan Azadî destkeftiyên jinan biparêze” pêk bê.

YJK-E festîvalê diyarî şehîdên jin ên têkoşîna azadiyê ya 52 salan dike. Festîval dê bi tevlêbûna jinên Kurd ên li Almanya, Belçîka û Hollandayê pêk bê. Dê gelek rêxistinên jinan, hunermend û înîsiyatîfên sivîl beşdar bibin. YJK-E dê îsal bi ruhê banga Aştî û Civaka Demokratîk festîvalê pêk bîne. Di festîvalê de hunermendên weke Chopy, Berfîn Mamedova, Baran Bozyel, Binevş Cizirî, Sosin, Nuarîn, Ozgur Işik û Zînê Botanî wê derkevin ser dikê. Her wiha bi koma Hunera Mizgîn û Zarok Ma re wê jinên dengbêj jî derkevin ser dikê. Meha hezîranê ji bo Tevgera Jinên Kurd xwedî wateyeke cûda ye. Jin hezîranê wekî meha fedaîyan pênase dikin. Jinên wekî Hanim Yaverkaya, Zîlan, Sema Yuce, Raperîn Amed, Leyla Agirî, Bêrîvan û Şaristan di vê mehê de bûn stêrk.

Berdevka Yekîtiya Jinên Kurd a Almanyayê Kezban Dogan di şexsê şehîdên meha hezîranê de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û bal kişand ser girîngî û wateya Festîvala Jinan a Zîlanê û wiha got: “Em wekî Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê vê mihrîcanê pêk tînin. Beriya Yekîtiya Jinên Kurd ava bibe, tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ev festîval pêk dianî. Ewil di 10ê Tîrmeha 2004an de li Bajarê Gelsenkirchenê yê Almanyayê li darxistin. Ji 2004an heta îro jinên Kurd 19 salin Festîvala Şehîd Zilan li dardixin. Tenê di 2 salên Coronayê de ji ber qedexeyên çalakiyên komî navber dan çalakiyan.”

‘Em sekna xwe diyar dikin’

Kezban Dogan da zanîn ku îsal bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî, Destkeftiyên Jinê Biparêze” festîvalê li dar dixin û wiha axivî: “Festîvalên me ne wekî festîvalên gelên din û civakên din in. Em gelekî di bin metîngeriyê de têkşîneke neteweyî û zayendî didin. Em di vê mihrîcanê de sekin û nexşerêya xwe diyar dikin. Em bîrdozî û vîna xwe nîşan didin. Dirûşmeya me wateya mihrîcanê nîşan dide. Her sal beriya mihrîcanê bi 6-7 mehan amadekarî tên kirin. Komîteya Amadekar tê avakirin û komîteyên biçûk ava dike. Komîteya amadekariyê, komîteyên lojîstîkê, teknîkê û hwd. avadike. Ji bo mihrîcan bi aramî, ewle derbas bibe amadekariyeke demdirêj tê kirin. Îsal me di kanûnê de dest pêkir û heta niha hemû kar û xebatên me yên teknîk, lojîstîk hatine kirin. Komîteya Amadekar xebatên xwe ber bi dawî ve anîne. Di vê Festîvalê de tenê jin ji Almanyayê beşdar nabin.”

Kezban Dogan li ser girîngiya Festîvala îsal jî rawestiya û wiha axivî: “Di 27ê sibatê de Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêngaveke nû da destpêkirin. Jin, beriya Tevgera Azadiyê ji hemû heq û hiqûqê xwe bêpar bûn. Piştî Tevgera Azadiyê jin bûn xwedî vîn, nasname û têkoşîn. Rêber Apo di peyama ji bo Jineolojiyê şandiye de, diyar dike ku jin bi têkoşîn û berdêlên giran gihiştine vê rojê û destkeftiyên mezin bi dest xistine.  Mîna Şoreşa Jinê ya Rojava û Beşa Zanista Jinê bi têkoşîn û berdêlên 52 salan hatine bi destxistin. Piştî 12ê Gulanê êdî derbasî pêngava duyemîn bûne.  Rêber Apo di serî de got “Heta jin azad nebe, civak azad nabe.” Em jî dibêjin heta jin pêşengiya Civaka Demokratîk neke, dê Civaka Demokratîk pêş nekeve. Em di vê hişmendî û zanyariyê de ne. Em dizanin ku îro barê herî giran dikeve ser milê me jinan. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin, pêş bixin û civaka sosyalîst ava bikin em vê mihrîcanê pêk tînin. Kar û xebatên me derbasî merhaleya duyemûn bû. Ev mihrîcan strarta derbasbûna merhaleya duyemîn e.”

Kezban Dogan li ser bernameya Mihrîcanê jî rawestiya û got: “Wek hunermend Ozan Copî, Baran Bozyel, Binefş Cizîrî  û Berfîn Mamodova, Mizgîn Ozan Sosin, Nuarîn û Ozgur Işik û Zînê Botanî dê li ser dikê bin. Dîsa hevalên me yên jinên dengbêj dê bi stran û defên xwe dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bilind bikin. Dê Zarok Ma bê û bernameyek xweş pêk bîne. Dîsa dê stantê me yên înformasyonê hebin. Me gelek saziyên jinan vexwendine. Di aliyê axaftinan de di serî de Tevgera Jinên Kurd û nûnerên Jinên Belûcî, Filistînî û Alman dê peyamên xwe bidin.”