12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê Nemir Mihemed Şêxo

Kesên ku ew nas dikirin ji navê wî zêdetir, bi navê Bavê Felekê bang li wî dikirin. Ew bi dengê xwe yê zîz û delal di dilê me de bû xwedî cihekî taybet. Dengê wî yê delal ji xaka ku ji dayik bû sînor derbas kirin, di serî de herçar perçeyên Kurdistanê derbasî herêm û welatên xerîb bû. Bi qasî jiyana xwe ya zor û zehmet, xwedî nasnameyeke hunermendê ya dildarê nirxên xwe bû. Ji ber vê yekê dema ku dengê Mihemed Şêxo tê guhên me hestên me wek avên diherikin xwe didin der…

Bavê felekê an jî Mehemed Şêxo, di sala 1948’an de li gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo yê Rojava ji dayik dibe.

Jiyana  zehmet hê di temenê piçûk de rûyê xwe nîşanê Mihemed Şêxo dide. Ji ber xizaniya malbatê ji xwendin û perwerdeya li dibistanan bê par dimîne. Di axaftineke  der barê wan salên xizantiyê de van gotinan tîne ziman. “Pere qirêja desta ye, xizanî û feqîrî ne kêmasiyek e bi şerm e, kêmasiya mezin ew e ku mirov xwedî pere be, lê bê dost û hogir û bê rûmet be. Xweşiya jiyanê ew e ku mirov di civakê de xwedî kesayetiyek hezkirî ya bi dost, heval û bi hogir be. Feqîriya min ji bindestiya welatê min ê parçekirî û bindest tê.”

Belê wekî ku bi xwe jî tîne ziman bindestîya welatê xwe wek feqîrî ditît. Ji ber vê jî hê di salê ciwantiyê de jiyana xwe jî li gorî berjewendiyên welat û gelê xwe saz dike. Ji bo vê yekê jî her tim dikeve nav lêgerînekê. Ev lêgerîna wî di heman demê de lêgerîna bersiva hestên di dil û mêjiyên wî de bû.

Ev lêgerîna wî di warê hûnerî de jî pêk dihat. Ji ber di ferqa xweşibûna dengê xwe de bû dixwest  vê yekê bi awayekî hunerî bi kar bîne. Lê ji ber di nav malbeke oldar de bû, li pêşiya astengî çêdibûn. Lewre fikra bikaranîna amûrên muzîkê gunehe astengî ji xeyalên Mehemed Şêxo re dianî. Lê bavê felekê terka lêgerîna xwe nake. Piştî ku di sala 1969’an de xwe di warê tembûrê de pêş dixe gund bi gund digere û tevlî şevbêrakan, şahiyan dibe. Bi vê yekê ve piçek din xwe nêzî xeyalên xwe dike.

Lêgerîna Mihemed Şêxo ya huner û jiyanê, piştî demekê berê wî dide Lubnanê. Li vir bi hinek hunermendan re Koma “Serkeftin” a muzîkê ava kir. Bi deng û hunera xwe di demek kurt de li Lubnanê gelek tê nasîn. Piştî ku bi hunermendê navdar ê Lubnanî Feyrûzê re têkiliya wî çê dibe, ji bo wî jî serdemek nû destpêdike. Ji Feyrûz gelek sûd digire, hunera Feyrûz li ser wî bandor dike û ev yek jî wek hilberînên erênî di hunera Mehemed Şêxo de xwe dide der.

Hêjayî gotinê ye ku ev vê yekê jî ji we re parve bikin; nasnavê Şêxo hinek cihê niqaşê ye. Hin kes li ser vê baweriyê ne ku ew kesekî dilnizim, dilovan û oldar bûye. Lewre jêre gotine Şêxo û hin kes jî dibêjin ji ber ku navê bavê wî Şêxmûs bûye jê re tê gotên Mehemed Şêxa. Lewre ji birayê wî re jî gotine ku Kenan Şêxo, ew jî hunermendekî navdar bûye. Ji ber vê yekê nasnavê Şêxo ne bi awayekî zelal ne diyar e ku çawa lê hatiye kirin…

Bavê Felekê di sala 1972’an de piştî şerê Lubnanê vedigere welatê xwe Qamişlo. Bi alîkariya çend hevalên xwe komek muzîkê ava dike. Lê desthilatdariya Sûriyeyê nahêle ev kar bidome. Li pey vê bavê Felekê tev li şahiya Newrozê dibe, deng û awaza wî derbasî dilê herkesî dibe.

Sitranên ku di qadên Newrozê de tîne ziman bi agirê Newrozê re hestên gel coş dike. Her sitranên ku tîne ziman, di naveroka xwe de rastiyeka jiyana gelê wî vedigot. Lê piştî demekê zext û pêktiyên li dijî nasname û gelê wî pêk dihatin, li dijî hunera Mehemed Şêxo jî destpêdikin. Sitranên wî rastî astengî û qedexeyên rejîma Sûriyeyê tê. Li ser vê yekê hunermendê nemir di sala 1973’an de berê xwe  dide başûr û diçe Bexdayê.

Strana yekemîn “Bexçê Gula” li vir çêdike. Li Bexdayê di radyoya dengê Kurdistanê de distirê, tevlî mîhrîcana hunera kurd dibe. Di van xebatên hunerî de têkiliyên Mehemed Şêxo bi Mehemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Tehsîn Taha û gelek hunermendên din re çê dibe. Her têkiliyên ku çê dibin, bandoreke erênî li ser hunera wî dike. Ji şêwe û hunera hevalên xwe yên hunermend sûd digre.

Ji bo Mehemed Şêxo serdana wî ya herî girîng ya Mele  Mustefa ye. Mele Mustefa wî bi dilekî germ pêşwazî dike. Piştî vê hevdîtinê sitranek ji bo Mele Mustefa dinivîse, ya bi navê  “Kê dinya hejand.”

Piştî demên li başûr Bavê Felekê berê xwe dide parçeyek din, diçe Rojhelatê Kurdistanê bajarê Mahabadê. Di qampa penaberan de bi cîh dibe. Li vir zimanê farisî fêr dibe û dîplome distîne.

Bavê Felekê li Rojhelat pêşengên serhildanên gelê kurd Qazî Mehemed û Simko di sitranên xwe de bi bîr tîne. Piştî vê sekna wî rêveberiya Îranê  Rojhelat jî lê teng dikin, her tim wî û malbatên welatparêz aciz dikin. Di encama zextên ku pêk tên de wî sirgûnî cihekî dûr dikin. Li cihê ku tê sirgunkirin bavê felekê di dibistanekê de dibe mamosteyê ola îslamê. Di vê dibistanê de  şagirtê  bi navê Nesrîn Melekê nas dike û sala 1977’an da pê re dizewice.

Der barê wan deman de hevjîna wê rojekî van gotinan tîne ziman: “Rewşa me pir xerab bû, desthilatdariya Îranê gelek zirar da me. Ji Bavê Felekê re digotin; ‘Tu di sitranê xwe de gotina Kurdistanê nebêje’ lê Bavê Felekê wiha digot; ‘Ji bo Kurdistanê ez gihîştim vir, ji ber vê tiştekî wiha ji min nexwazin’. Dibû eyd û erafat em ji malê dernediketin. Bavê Felekê radihişt tenbûra xwe û me bi hev re sitran digot. Em bi hev re digiriyan. Her tim me mala xwe diguherand, ji ber vê xwedê me bêkes hişt û ew jî bêkes çû ser dilovaniya xwe.”

Ev gotinên hevjîna wî rastiyek dida der. Ew yek jî dildariya Mehemed Şêxo ya nirxên welatê xwe bû. Ji bo peyva kurd û Kurdistanê di sitranên xwe de bîne ziman, ji bo nirxên kurd di mêjiyê gelê xwe de bide jiyankirin bi berdêla jiyana penaberiyê hunera xwe bikar dianî.

Lê li aliyê din hesreta xaka ku jê dayik bibû jî di dilê wî de mezin dibû. Piştî salên bi zehmet ên li Rojhilatê Kurdistanê, di sala 1983’an de vedigere welatê xwe bajarê Qamişlo. Piştî ku vedigere xaka Rojava wekî ku zanibe dê zû ji nava me koç bike, di 41 saliya xwe de bi hemû hêza xwe bi hilberîna hunerî re eleqeder dibe.

Di encama van xebatan de 14 berhemên nemir diyarî gel û netewa xwe dike. Her wiha divê em vê yekî jî bînin ziman; ew di hilbijartina helbestên xwe de jî gelek hosta bû. Bê guman hemû tekst û gotinên wî ne yê wî ne. Ji gelek helbestvan û sitranbêjan sûd girtiye. Yek ji wan çavkaniyên hunera kurd, Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj e.

Helbestên wan helbestwanên nemir bi dengê xwe yê delal, bi qirika xwe ya bi hêz tîne ziman û di dilê gelê xwe de dibe xwedî cihekî taybet. Lê li hemberî xebatên ku dimeşîne laş û ruhê wî bê taqet dikeve û ew rastiya ku dê were serê me hemûyan di 41 saliya wî de xwe nîşanê Mehemed Şêxo jî dide. Di 9’ê Adara 1989’an de li bajarê Qamişlo diçe ser dilovaniya xwe…

Dengê nemir Mehemed Şêxo, wek hunermendekî ku dilê wî ji bo welatê wî davêt kêliyên jiyana xwe derbas kir. Di nav jiyaneke xizan û zehmet de lêgerîna wî ya bi hunerê watekirina jiyanê heya bêhna wî ya dawî dewam kir. Her sitranên ku wek mîrate ji me re hişt îro jî ji gelek hunermendan re dibe çavkaniyên giranbûha…