Welatê Misirê ji aliyê çand û hunerê ve welatekî xwedî dîrokeke têra xwe tije ye. Weke Mezopotamyayê gelek amûrên muzîkê cara yekem li ber keviya çemê Nîlê hatine çêkirin. Li gorî agahiyên ku lêkolînerên weke Gordon Childe didin jixwe piştî ku li Mezopotamyayê şaristanî dest pê dike, ev yek bandora xwe dide Misirê û hema bêjin li van her du welatan şaristanî li pey hev dest pê dike û pêş dikeve. Ligel vê dîrokê çanda maddî-manewî bê guman pêş dikeve û li welatên rojavayî belav dibe, tê avakirin. Muzîk jî yek ji beşa vê çanda manewî ye ku bi pêvajoya şaristaniyê re hê zêdetir di nav çanda gelan de cih girtiye. Muzîk ango stran gelek destan û çîrokên ji daboriyê ber bi îro ve diherikîne û çanda gelên kurd, ermen, suryanan -ên her tim li ber devê kêrê bûn- xilas kirin. Bê guman çanda dengbêjiyê jixwe mînaka sereke ya van gotinên me ye.
Ligel dîroka kevnare ya Misirê çanda muzîkê jî li Misirê xwedî dîrokeke kevnar e. Hunera muzîkê li Misira kevnar mîna resim, peyker, mîmariyê xwedî bingeheke kevn e. Mînaka vê yekê berhemên arkeolojik ên wek lewheyên beloqandî, mezel, amphora û fresko ne. Her wiha li gorî bermahiyên kevnarê li bajarê Memfîsê mekteba muzîkê ku piraniya wê jin tev lê dibûn û bi taybetî jinên muzîkjen bûn. Di jiyana rojane de û di rojên taybet ên weke şahî û şînê de her tim muzîk hebû. Ji enstrûmanên weke arp, lîr, ûd, tambur, flût, trompet, dahol, def, sîstrûm gelek amûrên muzîkê hebûn, misiriyan ev amûr têra xwe pêş xistine. Bi pêvajoya dînê islamê re çanda muzîka Misir û welatên ereban li gelek welatên din jî belav dibe û bi sentezê aliyên nû jî derdikeve.
Dengê hunermendên Misirî
Tenê di van çend hevokên der barê dîroka muzîka Misirê de jî têra xwe bingeha xurt a muzîka gelên qedîm derdikeve holê. Bi taybetî di sedsala 20’emîn de hunermendên ku bi hunera xwe û sekna xwe ya siyasî navê xwe li dîroka muzîka ereban nivîsî hene. Ji Asmahan (1912 – 1944) heta Warda Al-Jazairia (1939 – 2012), Muhamed Abdûlwahab, Abdûlhalîm Hâfız heta Feyrûz û Umû Kulsûm ew hunermendên ku hunera xwe li ser bingeha muzîka qedîm kirine. Weke mijara vê nivîsê em ê balê bikşînin ser jiyana hunermenda ji Misirê Umû Kulsûm.
Destpêka çîroka Umû Kulsûmê
Çîroka Umû Kulsûm yek ji çîroka jinên ku ligel hemû astengiyên heyî li pey xewn û xeyaê xwe çûye. Umû Kulsûm di sala 1904’an de li bajarê Dekahliye yê Misirê di nav malbateke muhafazakar de tê dinê. Malbata Kulsûmê malbateke xizan e. Bavê wê Şêx Ibrahîm es Seyîd el Baltaci mele ye û bi bi meletiyê debara mala xwe dike. Bav û birayê Kulsûmê diçûn li gundan digeriyan mewlûd û qesîdeyên dinî dixwendin. Umû Kulsûm jî qesîdeyên dibihîstin ji ber dikirin, li hewşa malê qesîde qîr dikirin. Cîranên wan dema ku dengê vê keça biçûk dibihîstin jê bandor dibûn û bi saetan ew guhdarî dikirin.
Umû Kulsûm qesîde dibêje
Bavê Kulsûm dema dengê keça xwe dibihîse û meyze dike ku cîran jî pir di bin bandora wê de dimînin, êdî Kulsûmê jî bi xwe re dibe dawetên gundan. Dayika Kulsûmê Fatima el Melicî kincên kurê xwe li Kulsûmê dike û wê bi bav û birayê wê re dişîne dawetan. Umû Kulsûm a ku li van gundên li dora çemê Nîlê hêdî hêdî ber bi hunereke serkeftî ve gav diavêje, ji ber hişmendiya mêrperest a ku jin di malan de heps dikirin mecbûr mabû ku bi kincên mêran biçe dawetan û qesîdeyan bêje. Heta demekê Umû Kulsûm bi van kincan diçe dawetan. Ji ber ku li gundê diçûnê de gel ji dengê wê pir hez dike, bavê wê êdî nikare li dijî vê hezkirinê bisekine û ji Kulsûm re dibêje were qesîdeyan bêje lê divê serê te girtî be.
Her wiha Kulsûm dibe hafiz. Ji 7 salî heta 14 saliya xwe li dawetê gundan qesîde, îlahî, mewlûd û hwd dibêje. Dema Umû Kulsûm tê 14 saliya xwe navê wê li gelek bajarên Misirê belav dibe û êdî ne bavê wê li ber vê hêza dengê wê nikare bisekine. Di salên 1920’an de ji gund û bajaran heta malan derkeve ser dikê û konseran dide. Roj bi roj navê wê belav dibe. Kesên ku careke wê guhdar dikin careke din ji bin bandora dengê wê dernekavin.
Dengê wê belav dibe
Di sala 1923’yan de Umû Kulsûm ji bo perwerdeya deng diçe Kahîreyê. Hem di warê muzîkê de hem jî ji bo erebiyeke fesîh dest bi perwerdeyê dike. Di sala 1934’an bi vekirina radyoya Misirê dengê wê êdî li her gund, bajar, kûçe û malan de bilind dibe. Çend sal şûn de li radyoyê her rojên pêncşemê dengê wê dihat bihîstin. Ji ber vê yekê jî li Misirê gel rojên pêncşeman bi kelecanî li benda awaz û stranên Kulsûmê diman. Bi saetan konserên wê yên zindî li ser radyoyê berdewam dikirin ji Misirê heta Fas, Tirkiye, Irak, Suriye û gelek welatên li Rojhilata Navîn gel wê guhdarî dikir.
Umû Kulsûm di sala 1935’an de di filmên yekem ên ku di Rojhilata Navîn hatin çêkirin de jî cih digire. Di filman de bi awayekî profesyonel bi stran û awazên xwe derdikeve ser dikê û di sinameyê de li tevahiya Rojhilata Navîn navê wê belav dibe.
Serhildana gelê Misirê
Welatê Misirê yê ku di bin serweriya osmaniyan de bû di sala 1878’an de dibe mêtingeriya ingilîzan. Di pêvajoya şerê cîhanê de Misirê bi dewletan Ingilistanê re li hemberî osmaniyan şer kir. Li gor çavkaniyan di şerên li Sîna û Filitînê pêk hatî de ji sed hezarî zêdetir ciwanên Misirî di şer de canê xwe dan. Piştî vê pêvajoyê ingilistanê jî bi polîtîkayên mêtinger gelê Misirê bi çewisandinê re rû bi rû hiştibû. Di sala 1919’an bi pêvajo Konferansa Aşitiyê û hêmanên Wilson (Prensîbên Wilson) kelecanekê dixe nav dilê gel û rewşenbîrên Misirî jî. Lê mixabin rewşenbîrên ku dewa tayînkirina mafên xwe dikin ji aliyê heman hişmendiyê ve tên sirgûnkirin. Li ser vê gel li Misirê radibe ser piyan û dewleta mêtinger protesto dikin û bi taybetî jî jin kincên ji Ingilistanê tên boykot dikin û di encama berxwedana gel de di sala 1919’an de şoreş pêk tê.
Dengê yekitiya ereban
Di atmosfereke ku gel û bi taybetî jinan li dijî hişmendiya mêtingeriyê serî rakir û jin bûn mînaka serxwebûnê, Umû Kulsûm bi stran û awazên xwe dibû nasnemeyeke hebûn û xwebûna gelê Misirê. Dengê wê hêz dida jinên ku derketibûn qadê û mêtinger boykot dikirin. Umû Kulsûm berê gelê Misirê dide çanda wan û bi terz, naverok û stranên xwe dike ku gel li xwebûna xwe xwedî derkeve. Di salên 1946’an de ew êdî ne tenê li Misirê li hemû welatên ereban weke stranbêjeke neteweyî dihat nasîn. Ji bo yekitiya di navbera dewletên ereban de yek ji aliyê herî bihêz hunera Umû Kulsûm bû, bi deng, stran û awazên xwe tevahiya welatên ereban dibûn yek.
Umû Kulsûma ku êdî virtîozek bû û xwedî dengekî ku di navbera mezosoprano-kontraltoyê de bû û her wiha dengê di navbera 7-8 oktavan de bû û bi vî awayî jî dengekî bêhempa bû. Wê di tevahiya stranbêjiya xwe de 300 stranên cur bi cur hem yên aîdî wê hem jî yên aîdî mamostayên xwe gotin û di 6 filman de lîst.
Di stranên Umû Kulsûmê mirov dikare şopên veguhertinên civakî û çandî yên Misirê bibîne. Umû Kulsûm yek ji hilgirên çandî ku xwedî bingeheke kûr û dewlemend e. Umû Kulsûm konsera xwe ya dawiyê di 4’ê çileyê 1973’an de dide û 2 sal pey re di 3’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dide. Li welatên ereban weke hunermendeke neteweyî tê nasîn, weke piramîda 4’emîn tê pênasekirin û di qelbê milyonan de cih digre.