Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ de Kurdistanî û dostên kurdan li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Malmoyê meş û mîtîng li dar xistin.
Stockholm
Çalakgerên li meydana Norrabantorget a paytext Stockholmê li hev civiyan, alên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser û alên PKK’ê hilgirtin. Çalakiya ku bi pêşengiya NÇDK-Swîsre û Meclîsa Jinan a Amarayê pêk hat, tevî hewaya sar jî bi tevlîbûneke xurt ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de silavkirina Rêber Apo ya bi biraziyê xwe Omer Ocalan re bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin; timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berzkirin.
Hunermend Serhado di axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Ocalan û berxwedana gerîla tecrîdê lawaz kir û piştre sirûda “Lêxe Gerîla Lêxe” got.
‘Planên tasfiyekirinê bi berxwedanê hatin rawestandin’
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal piştre mafê axaftinê girt, hevdîtina bi biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan re li Îmraliyê pêk anî bi bîr xist. Kartal amaje bi vê yekê kir ku tecrîd nehatiye şikandin û got, “Tevî her tiştî jî agahîgirtina ji Rêber Apo girîng e.” Kartal da zanîn ku tecrîd didome, lê hevdîtin bi saya berxwedana gel pêk hatiye. Kartal destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê hemû hêza xwe bi kar anî û destnîşan kir ku planên tasfiyeyê bi berxwedanê hatin astengkirin.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişand ser Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn e û got: “Kurd di Şerê Cîhanê yê Yekem de ne amade bûn, lê rêxistinyina Kurdan di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dewleta Tirk tirsand. Dibe ku helwesta dewleta Tirk a xapandinê be û bi bîr xist ku bi hinceta cezayê dîsîplînê îro bi hevdîtina malbatê re qedexe kirin.
Kurd nêzî serketinê ne
Kartal bal kişand ser serpêhatî û ezmûna Tevgera Azadiyê û got: “Tevgera azadiyê nayê xapandin. Kurd gelekî nêzî serketinê bûne. Em banga têkoşînê dikin.”
Piştî axaftinan girse li kolanên herî qelebalix ên Stockholmê bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan. Gelê Stockholmê eleqeyeke mezin nîşanî meşê dan, ciwanan broşur belav kirin û der barê tecrîdê de agahî hatin dayîn. Piştî meşa 3 kîlometreyî girse gihîşte ber meclîsê. Li vir li ser navê Serokê Şaxa Ciwanan a Partiya Çep Dûrî Korsman, ji Komîteya Rojava Nîsse, ji Partiya Komunîst a Şoreşger Walter û Anarşîstên Afganî-Îranî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava û fikrên Rêber Apo çiqasî girîng in û peyamên azadiyê ji bo Rêber Apo hatin dayîn.
Malmo
Bi dehan Kurdistanî ji bo beşdarî mîtînga ji bo azadiya Rêber Apo li Malmoyê bibin li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Herlev ê Danîmarkayê li hev civiyan û ber bi Malmoyê ve derketin rê. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî mîtînga ku li Malmoyê pêk hat bûn. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan tekane mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd û kaosa li Rojhilata Navîn e. Xwestin ku her kes li Kurdistan û Rojhilata Navîn li hemberî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariya xwe bi cih bîne.