Dengbêjê navdar ê Kurd Feyzo Amarov ku weke Feyzoyê Rizo tê naskirin ku beriya du salan bi kansera mîdeyê ketibû û rewşa wî ya tenduristiyê rojên dawî giran bû, êvara 7’ê Mijdarê li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê koça dawî kir. Cenazeyê Rizo wê li Krasnodarê bê veşartin.Feyzoyê Rizo yek ji nifşê hunermendên ku çanda kevnar a Kurd di sedsala 20’an de parastin e.
Di sala 1954’an de li gundê Vermezyara nehiya Eşmedzînê yê Ermenistanê ji dayik dibe. Malbata wî di sala 1915’an de, di dema qirkirina Ermen, Asurî û Êzidiyan ji aliyê Osmaniyan ve, koçî Ermenistanê kiriye. Beşek ji malbatê jî koçî Gurcistanê dike.
Ji malbata Mecîdê Faris, malbateke hunermendan, dengbêjan e. Ew biraziyê dengbêjên bi nav û deng Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e. Ji zarokatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê, hunermendiyê kiriye. Heya ciwantiya xwe sewalkariyê kiriye. Piştre jî weke ajokarekî li balafirgehê kar kiriye.
Lê dilê wî timî ji bo hunera kevnar a Kurd re lê dida. Li dawetan, şahiyan bê navber stranan digot, li amûrên mûzîkê dixist. Şîreta bavê xwe Mecîdê Faris ku gotibû ‘terka stranên me nekin’ pêk dianî. Bi salan li gel Egîdê Cimo, bi dengê xwe yê geş, stranan got.
Li Amedê ew gihaşt armanca xwe ya mezin. Di Newroza ku bi milyonan kes beşdar bû derket ser dikê û dilê gel şa kir. Feyzoyê Rizo ku kedek mezin ji bo çanda resen a Kurd da, mîrateyeke giranbuha li pey xwe hişt.