Nivîskar Îbrahîm Kaya, piştî du pirtûkên ku bi zimanê tirkî nivîsandibû û weşandibûn, vê carê bi vegera malê re berê xwe da zimanê xwe yê zikmakî û dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Pirtûka çîrokan a bi navê ‘Dengên Razayî’, ku ji nav weşanên Aramê derçûye, yekemîn pirtûka wî ya bi kurdî ye. Nivîskarê me hîn di girtîgehê de ye.
Edîtorê pirtûkê di dawiya pirtûkê de wiha dibêje: “Dengên Razayî’ di nav bêdengiyê de diqîre, dibe qêrîna kêliyên winda… Ka em bi hev re li wî dengî guhdarî bikin û di wê neynikê de li xwe mêze bikin!..”
Ev gotin bi awayekî kûr naveroka pirtûkê dide der. “Dengên Razayî” ji 10 çîrokan pêk tê, ku navê pirtûkê jî ji yek ji wan çîrokan hatiye wergirtin. Pirtûk 104 rûpel e û çîrokên tê de ev in; Dengên Razayî, Şeva Qedrê, Kolanên Ker û Lal, Pirsên Bêbersiv, Dêra Perîxanê, Berfa Sor, Tabût, Zarokên Sêwî, Jina Berxwedêr û Xecê.
‘Dengên Razayî’ wekî stranekê bifikirin; straneke ku ji kûrahiya bêdengiyê bilind dibe. Ew ne tenê notên xemgîniyê û kêliyên winda, lê di heman demê de ahenga hêvî û berxwedanê ye. Îbrahîm Kaya ne tenê bi pênûsê dinivîse, lê wek kemançeyekê têlên bîranînan dilerizîne û melodiyên kûr derdixe. Her çîrokek rêwîtiyek bixwe ye; rêwîtiyek ku ne tenê di nav rûpelan re derbas dibe, lê di kûrahiya ruhê mirov de diherike. Mirov ber bi rêwitiya demên borî, şahiditiya têkoşînek bêhempa û hewlên bîranînên vedibêje ku di nav demê de asê mane.
“Dengên Razayî” ne tenê wek albûmek serpêhatiyan e, lê di heman demê de çirayeke ku tariya dîrokê ronî dike. Li dewsa xwe şopa lingên kesên bi dirbeke mayînde hiştî ye nîşan dide. Di rojên dijwar de heval û dostê roja xwe ye, xwe bi rêya heqîqetê ve berdide û hêzê dide tarîtiya dema tê re derbas bûye.
Çîrokên di pirtûkê de ne tenê bûyerên ji hev cihê ne, lê wek xeleka zincîrekê bi hev ve girêdayî ne. Her yek ji wan beşek ji bûreyên rastîn ên erdnîgariya me ya hevpar e. Ew bîranînên bêhempa yên têkoşîna azadiyê bi zimanekî çîrokî vedibêje; ne tenê agirê demên borî, lê di heman demê de germiya dilê roja îro ye. “Dengên Razayî” wekî çirûskeke mayînde di nav demê de dengekî mayînde diafirîne; dengekî ku ken û girî, şer û aştî, barê giran û sivik bi hev re tîne û rastiyên jibîrkirî ronî dike. Serdemeke bestî bi zelalî radigihîne û vedibêje.
Pirsên ku di kûrahiya şevê de bêdeng dimînin, di nav rûpelên pirtûkê de ne tenê bersivê dibînin, lê mirov teşwîq dikin ku kûrtir bifikire. Nivîskar bi van çîrokan pirsên giran dipirse: Dayikek ku kurekî xwe şehîd daye, xizmekî xwe di girtîgehê de asê maye, û yek jî li çiyan li ber xwe dide, wateya hebûnê di nav şertên dijwar de çi ye? Di çîroka “Jina Berxwedêr” de, em dibînin ku jin serî natewîne, gavekê diavêje û dest bi rojiya birçîbûnê dike. Ev çîrok ne tenê rastiyan aşkere dike, lê mirov vedixwîne ku li heqîqeta xwebûnê bigere.
Kêliyên ku şopên kûr ên di bîra gelê kurd de hiştine, di van çîrokan de, ne tenê têne vegotin. Zindan, berxwedan û sirgûnî di van çîrokan de ne tenê cihên bûyeran in, lê sembolên têkoşîn û hêviyê ne. Bi hesteke şoreşgerî, ev kêliyên dîrokî tên hilgirtin û digihîjin xwendevanan ku tu carî neyên jibîrkirin. Her çîrokek hêz û baweriyê dide û bingeha pêşerojê ava dike.
‘Dengên Razayî’ neynikeke kûr e. Di vê neynikê de, em berxwedana Bedran li hember xiyanetê dibînin. Çîroka civakî ya zarokên kurd a “Şeva Qedrê”; şahidiya çalakiya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike!..” ya di “Kolanên Ker û Lal” de; zarokekî penaber ê di “Pirsên Bêbersiv” têdikoşe; “Dêra Perîxanê” ya ji aliyê xezînegeran ve tê talankirin, lê ji hêla parêzvanên azadiyê ve têne parastin; “Berfa Sor” a di navbera sînoran de dibe rêya jiyaneke nû û penaberî xwe dide der; “Tabût” a di şikeftek kevnare de bi gotina “Jin, Jiyan Azadî” dibe jîngeh û himendiya şerê navxweyî dipirse; “Zarokên Sêwî” ku çîroka dayika Senemê û Mûsayê qet venagere, raza di dilê xwe de veşartiye û heta hetayê ji kesî re negotiye vedibêje; û dawî, “Xecê” çêbûna ala Kurdistanê rave dike.
Ev çîrok ne tenê çîrok in; ew xezîneyeke gelêrî, herêmî, netewî û şoreşgerî ne. Her xwendevanî ber bi cîhaneke nû ve dibe, cîhaneke ku tê de xweza, berxwedan û bîranînên li Kurdistanê bi hev re nîşan dide.
Bo vê careke din dibêjim; “Dengên Razayî” ne tenê pirtûkek çîrokan e, neynikeke ku em tê de xwe, dîrok û têkoşîna xwe dibînin. Ji ber vê yekê hêjayî xwendinê ye.