Di têkoşîna li hemberî faşîzmê de, yek ji gotina herî berbelav, Xwe bê deng neke, wê dor were te jî ye. Me beriya niha ev yek gelek caran anî ziman. Van rojan jî gelek kes bi taybetî jî ji bo CHPê vê gotinê bilêv dikin. Bi rastî jî gelekî di cih de ye ku mirov vê gotinê ji bo rêveberiyên CHPê yên beriya niha bilêv bike. Ji ber dewambûna di nava partiyê de mirov dikare rêveberiya îroyîn jî weke berpirsê van hemû tiştan bibîne.
Bo nimûne CHPê, dema ku li Kurdistanê komkujî dihatin kirin, cenazeyên welatiyan li dû wesayitan dihatin kaşkirin û cenazeyên jinên Kurd bi tazî li kolanan dihatin gerandin di nava xwe de gotibû ku Bila dabeşkeriyê nekin. Dema ku şaredariyên li Kurdistanê dihatin desteserkirin, rêveberiyên CHPê piranî ev yek paşguh dikirin û ji van yekan zêdetir darizandina parlamenteran ya ji aliyê daraza AKPê ve erê kiribûn. Hemû demên ku rêveberiya AKPê tevgav dibû, CHPê xwe digihand hawara wê. Rêveberiyên CHPê yên berê, di bin navê Parastina welat de piştgirî didan êrîşên leşkerî yên li ser sînor ên ji aliyê AKPê ve dihatin kirin.
Bêguman em dikarin gelek mînakên bi vî rengî bi rêz bikin. Dema ku mirov li vê rewşê dinêre, dikare ji bo CHPê bibêje ku Ev yek heq kiriye. Lê belê ya niha ne doran van yekan e û ev yek wê tiştekî li xwedanê xwe nede zêdekirin. Her wiha ev yek nayê wateya gotina Em paşerojê ji bîr bikin jî. Helbet divê em paşerojê ji bîr nekin û tim bi bîr bînin. Lê belê divê ev yek ne ji bo nostaljîkirin û xwequrekirinê werin kirin. Divê em vê yekê ji bo ku ji paşerojê dersan bistînin bikin. Helbet divê em dersên ku me ji paşerojê standine, di nava jiyanê de jî bi kar bînin.
Di vê çarçoveyê de dema ku em li şerê desthilatdariyê yê li Tirkiyeyê dinêrin, em ê bi zelalî bibînin ku em gihiştîne xaleke gelekî ecêb. Rê û rêbaza ku AKP, bi taybetî jî Erdogan di şerê desthilatdariyê de serî lê dide, jixwe tê zanîn. Hevrikên xwe yên derdikevin pêş yek bi yek hedef digire, serî li hemû rê û rêbazan dide hewl dide wan biçewisîne û dixwaze bi tena serê xwe desthilatdariyê di destê xwe de bigire. Rê û rêbaza ku Tayyîp Erdogan di nava partiyê de jî û derveyî partiyê jî serî lê dide, ev e. A niha jî li dijî CHPya ku ji bo rêveberiyê bûye alternatîfek, serî li vê rêbazê dide.
Li vir tişta girîng helwesta rêveberiya CHPê ye. Rêveberiyên CHPê yên beriya niha, li hemberî êrîşên faşîst parastina demokrasiya giştî û mafên kesan nekirin. Bi dîtina hin hincetan girse ji kolanan dûr girtin û ji desthilatdariyan re bûn alîkar. Niha jî êrîşên faşîst berê xwe dane wan. Li holê rêveberiyeke nû ya CHPê jî heye. Ka em lê binêrin wê ev rêveberiya nû bikaribe li hemberî êrîşên faşîst mafên xwe biparêze? Ozgur Ozel bang li gel dike ku dakevin kolanan ji bo demokrasiyê li ber xwe bidin. Tê ragihandin ku helwesta Ekrem Îmamoglû jî bi vî rengî ye. Em lê binêrin bê ka wê heya dawiyê vê helwestê nîşan bidin yan na? Em diyar bikin ku ger, tifaqên hewce ava bikin û heya dawiyê li ber xwe bidin, wê bi ser bikevin. Lê belê van yekan nekin wê têk biçin.
Bêguman têkiliya pevçûnên desthilatdariyê yên tund bûne, li gel Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd a 27 Sibatê jî heye. Rêveberiya Tayyîp Erdogan, bi vî awayî hewl dide ku gelê Kurd bê teref bigire û di êrîşên li ser CHPê de bi ser bikeve. Ji wê yekê wêdetir ji ber ku piştî banga berbehs pêngavên hewce neavêtine, hesab kiriye ku wê ev rewş xirab bibe û hinekî bi lez bez tev geriyaye. Dema ku Kurdan girêdayî banga Rêber Apo Cejna Newrozê pîroz dikir, xwestiye plana xwe ya derheqê CHPê de pêk bîne. Ji ber ku hemû gavan serî li vê taktîkê dide, gotina tişteke têkildarî vê mijarê nabe tişteke nû. Lê belê em dikarin bibêjin Tayyîp Erdogan heya ku hemû hêza xwe bi kar neîne, dev ji desthilatdariyê bernade.
A niha her du alî jî dixwazin li gel siyaseta Kurd têkilyên xwe pêş bixin û piştgiriya wan bistînin. Bi gotina Tu aliyan nagire hewl didin siyaseta Kurd rexne bikin. Her wiha carê danîna têkiliyan û hewlên têkildarî piştgirîstandinê egereke siyasetê ya derbasdar e. Ne pêkan e ku siyaseta Kurd di têkoşîna heyî de bê alî bimîne. Gelê Kurd û dostên wan ên şoreşger-demokratîk hemû gavan alîgirên demokrasî û azadiyê ne. Her wiha Rêber Apo banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û di qadên Newrozê de bi milyonan kes xwedî lê derketin.
Baş e aligirê demokrasiyê kîjan e? Li vir ev pirs derdikeve holê. Her wiha alî, xwe weke demokrat û aliyê li hemberî xwe jî weke faşîst pênase dikin. Bi rastî jî îro li Tirkiyeyê krîter û pîvana sereke ya demokratbûnê çi ye? Em dikarin bi awayekî rehet bibêjin ku bersiva vê yekê têkbirina pergala qirkirin, tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê û daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Bi rastî jî li sedema hemû paşverûtî, krîz, pirsgirêk û pevçûnên li Tirkiyeyê pergala qirkirin, tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê ye; rehîngirtina Rêber Apo ya di nava pergaleke bi vî rengî de ye. Girtina Ekrem Îmamoglû ya bi şiklekî jî ji ber vê yekê ye. Ji ber wê yekê jî demokrasî wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Yanî rêya wê azadiya fîzkî ya Rêber Apo ye. Ger pergala tecrîdê ya Îmraliyê were hilweşandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin, wê demê wê krîzên aborî jî werin çareserkirin, derbeyên bi vî rengî jî ji holê rabin û Ekrem Îmamoglû jî di nav de wê hemû girtiyên siyasî azad bin. Ji ber ku wê pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û azadiya gelê Kurd vebe.
Wê demê rêveberiya CHPê ya heyî divê li hemberî êrîşên faşîst li ber xwe bide û ger bixwaze mafên xwe bi dest bixe, neçar e ku tifaqa demokrasiyê pêş bixe û têkoşîna ji bo demokrasiyê bimeşîne. Ji bo ku bikaribe vê yekê bike jî, divê li hemberî pergala tecrîdê ya Îmraliyê derkeve û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxwaz bike. Rêber Apo ji bo vê yekê Banga Aştî û Civaka Demokratîk weşandiye û rê li ber pêngaveke bi vî rengî vekiriye. Yanî ji bo kesên ku xwe ji zîhniyeta netewperest a şevenîst û nîjadperest rizgar kirine, avêtina pêngavên têkildarî vê mijarê hêsan kiriye.
Dema ku em berê xwe didin gelê Kurd û dostên wan ên demokratîk jî, helbet ne pêkan e ku li hemberî têkoşîna desthilatdariyê ya tund ya li Tirkiyeyê bê deng bimînin. Jixwe ew demek dirêj bû ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng hebû û guherîn lê dihate ferzkirin. A niha jî tundtirîn kêliyên vê pêvajoyê tên jiyîn. Êdî tîr ji kevanê pekiyaye û êdî vegera ji vê pêvajoyê tune ye. Di encama vê têkoşîna tund de wê Tirkiye bigihîje qonaxeke din û divê ev hewl bê dayîn ku qonaxeke demokratîk be. Aha tişta ku wê vê yekê pêk bîne, dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Herwiha di şahiyên Cejna Newrozê de ku ji deh rojan zêdetir hatin lidarxistin, deh milyonan berê xwe dane dabînkirina azadiya fîzkî ya Rêber Apo. Ji Wanê heya Amed û Stenbolê, ji Rojhilat heya Rojava û bajarên Ewropayê li seranserê cîhanê li hemû qadan bi milyonan welatiyan ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind kirin.
Wê demê siyaset û hedefa ku gelê Kurd û dostên wan berê xwe bidinê, hatiye diyarkirin. Ya mayî pêkanîna vê yekê ya di pratîkê de ye. Girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pêşxistina tifaq û têkiliyên demokratîk in û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya li her derê û hemû gavan e. Şahiyên Newrozê ku hemû gavan bi awayekî xurt û watedar hatine pîrozkirin, Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef dike û Banga Aştî û Civaka Demokratîk kiriye yek, derbasî qonaxeke din kiriye û destpêkeke nû derketiye holê. Em dikarin tekane armanca vê qoxaxê weke A niha azadî ji Rêber Apo re îfade bikin. Em şahî û biryardariya Cejna Newrozê derbasî 4ê Nîsan û 1ê Gulanê bikin û hemû rojan bikin roja Newrozê em ê teqez ser bikevin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka