Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin berdewam kir.
Danişîna dozê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên Delegasyona Yekitiya Ewropayê (YE) û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li danişînê bûn.
Hinek girtiyên siyasî li eywana dadgehê cih girtin û girtiyên siyasî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
Demirtaş bi kurdî dest bi parasstina xwe kir
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan û ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê parastina xwe kir.
Demîrtaş, bi kurdî dest bi parastina xwe kir û beşdarên danişînê silav kir. Lê balkêş bû ku li eywanê wergêr tune bû. Demîrtaş, di axaftina xwe ya bi kurdî de wiha got: “Rêhevalên min ên hêja ez we hemûyan yek bi yek ji dil û can silav dikim. Hêvîdarim ku hûn hemû baş û bi silamet bin. Ji 7 salan zêdetir e ez girtî me lê ev cara yekemîn e, mafê parastinê didin min. Heya îro di lêpirsînan de carnan bi hin sedemên din ez axivîm. Cara yekemîn e ku ez ê raste rast parastina xwe bikim. Ez parastina xwe li hemberî şandeya we nakim. Ji ber ku hûn parçeyeke vê êrişê ne. Lê ez ê parastina xwe ji bo gelê xwe, ji bo dîrokê bikim. Ez şandeya we nas nakim. Ev doza li hemberî me hatiye vekirin, dozeke siyasî ye û car bi car ez ê jî parastina siyasî bikim. Ev dozeke tolhildanê û siyasî ye. We ji bo berjewendiyên xwe dîl girtiye.
Bi siyaset û rakirina tecrîdê dikare rê li ber mirinan bê girtin
Îro jî zarokên vî welatî di şer de tên kuştin. Em ji ber mirina van zarokan xemgînin. Em dikarin bi siyasetê pêşî li ber van mirinan bigirin. Rêya vê jî rakirina tecrîdê ye. Lazim e ku civakên Tirkiyeyê li hemberî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Divê tirk û kurd ji bo çareseriyê û aştiyê dest bidin hev. Me bi vê baweriyê siyaset kir û ji bo çareseriyê xebitîn. Lewma em îro dîlgirtî ne. Lê ew li cihên xwe yên germ rûdinin û biryara şer didin. Divê gelên Tirkiyeyê bibînin bê ka kî şer dixwaze û kî rê li ber van mirinan vedikin.”
‘Di roja biryarê de bila hevjîn û keçên min li daholê û zirnê bixin’
Têkildarî roja dayîna biryarê jî Demîrtaş wiha got: “Wesyeta min e; roja ku di dozê de biryar tê dayîn, bila hevjîn û keçên min li baxçeyê mala me ya li Amedê li dahol û zirneyê bixin. Ne ji bo min ne jî ji bo gelê me tu hukmê wê biryarê nîne.”
‘Ji bo xwerexnekirina li dijî gelê xwe em ê biaxifin’
Demîrtaş, got ku zêdetirî 7 sal in di girtîgehê de ne û cara ewil e derfeta parastineke berfireh tê dayîn û wiha pê de çû: “Em li qadan, li ser ekranên televîzyonan hatin darizandin û derheqê me de hukmê îdamê dan. Yek bi yek em tevek weke terorîst hatin nîşandan. Mafê min ê lêpirsînê jî ji hêla vê şandeyê ve hate xespkirin. Ez xwe li hemberî şandeya we naparêzim. Ji ber ku hûn jî parçeyeke vê êrişê ne. Ez, parastina xwe pêşkeşî gel dikim. Li ser navê dîrokê, li ser navê gelê xwe vê parastinê dikim. Em ji ber xwexnekirinê deyndarê gelê xwe ne lewma dê biaxivin.”
‘Ev doza Tolhildanê ye’
Demîrtaş, destnîşan kir ku Doza Kobanê dozeke siyasî ye û wiha got: “Lewma ez ê parastineke siyasî bikim. Ev, dozeke tolhildanê û dozeke siyasî ye. Hêj darizandin bi dawî nebûbû ku em weke sûcdar hatin tawanbarkirin. Tevahiya mafên mirovan hatin binpêkirin. Hevalên me yên hêja xizmên xwe winda kirin û nehiştin vê êşê parve bikin. Hinek xizmên me di rêyan de jiyana xwe ji dest dan. Zarokên me dûrî me mezin bûn. We dizanî ku em sûcdar nînin lê dîsa jî we em di girtîgehan de ragirtin. Heke hûn xwedî li mirovahiyê derbiketina ma dê we wiha bikira? Yên ku ev yek kirin, para xwe ji mirovahiyê negirtine. Vê xerabiya we, serê we şor kir û serê me jî bilind kir. Em dizanin ku we biryara xwe daye. Lê biryara we çi dibe bila bie ne ji bo me ne jî ji bo gelê me tu hukmê wê nîne.
Em ê doza xwe bernedin
Em ê dev ji doza xwe bernedin. Ez lêborîna xwe ji gelê me dixwazim, ji dostên xwe yên hêviya xwe girêdayî me kiribûn û ji naskiriyên xwe lêborînê dixwazim. Me nekarî van bendewariyên we bi cih bînin. Lê ez soz didim ku dê têkoşîna xwe bi pêşengtiya partiya me DEM Partiyê bidomînim. Ez ji bo DEM Partiyê û hevserokên me Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re serkeftinê dixwazim.”
Bi domdarî Demîrtaş anî ziman ku tekane rêya çareseriya ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bidawîkirina tecrîdê û rêbazên guftûgoyê ye û wiha pê de çû: “Yên ku ji muzakere û guftûgoyê direvin, berpirsyarên van mirinan e. Siyasetmedarên ji bo pêşeroja xwe sûdê ji şer dikin, durû ne. Yên ku li ser xwîna zarokên vî gelî ji xwe re qadên îktîdarê ava kirin, kesên bêexlaq û bêwijdan in. Hem tirk hem jî kurd û civakên din divê ji bo aştiya civakî dengê xwe bilind bikin. Yên ku we li ser bingeha neteweperestiyê sor dikin, destekî wan di nava rûn û yê din di nava hingiv de ye. Lê li hêla din zarokên we dişînin şer.”
‘Tenê gelê xizan dikare pêşî li vê rewşê bigire’
Bi domdarî Demîrtaş anî ziman ku tenê gelê hejar dikare pêşî li ber rewşa heyî bigire û wiha derbirî: “Heke tirk û kurd bi destên hev bigirin û bikarin bibêjin ‘em li dijî şer in’, wê demê pêkvejiyaneke xwişk-biratî pêkan dibe. Wê demê aramî û mezinkirina demokrasiyê pir hêsan dibe. Daxwaza me aştî ye û baweriya me bi çareseriya demokratîk tê. Tenê ji ber van daxwazên xwe em bi sala ye di girtîgehan de dîl tên ragirtin. Em hêj jî daxwaza aştiyê diqîrin. Yên welêt birêve dibin jî li cihên xwe yên germ rûniştî ne û her roj biryarên şer didin.”
‘Divê gelê tirk jî vê durûtiyê bibîne’
Demîrtaş, daxuyand ku divê gelê tirk êdî durûtiya heyî bibîne û wiha got: “Divê êdî fêm bike bê ka kî şer û kî aştiyê dixwazin. Yên ji bo Filistînê daxwaza aştiyê dikin, dema mijar dibe aştiya li welatê wan xelkê tecrîd dikin û digirin. Gelo heke ev durûtî nebe wê demê çi ye? Em di nava van şert û mercan de dê dîsa aştiyê biparêzin. Îro Tirkiye ji bo zarokên xwe digirî û divê hesab ji siyasetmedaran were pirsîn. Divê hesabê ji kesên dema li ser qoltixên xwe yên germ biryara operasyonan didin û pirsgirêka kurd li pişta ciwanan bar dikin û dişînin herêmên germahiya wê di bin sifrê 20’ê de, bipirsin. Em êşa ciwanên di emrê xwe yê 20-22 salî de dikevin binaxê dijîn û îktîdar me bi terorîstbûnê tawanbar dike. Lê ew îktîdar ji vê xwînê xwe li ser pêyan digire. Hinek parlamenterên ku ev 5 serdemin parlamenteriyê dikin hene ku hêj carekê peyva aştiyê bi kar neanîne.”
Danişîn, bi parastina Demîrtaş didome.