Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî danişîn şopandin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û gelek siyasetmedar bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
Selahattîn Demîrtaş parastina xwe domand û got ku Doza Kobanê, operasyona dewletê ye. Demîrtaş, ev tişt anî ziman: “Em bi kompaseke domdar re rû bi rû ne ku siyaset, sermaye, medya û burokrasî jî di nav de cih digire. Lewma ji hezaran klasor û rûpelan pêk tê. Jixwe ji bo ku ev kompas neyê dîtin ev yek hatiye kirin. Di salên dawî de li kîjan devera Tirkiyeyê bûyerek qewimî be û mirinek çêbibe, li vê dosyayê hatine zêdekirin. Da ku çapemenî û raya giştî jî nekare ji nav derkeve. Bifikirin ku dozger dema derheqê twîtên MYK’a HDP’ê de tu delîl tune, doza duyemîn a Kobanê vekir û dadgeriya sulhê biryarên girtinê dan. Gelo ma raya giştî dikare bi du twîtan qaneh bibe?”
‘Diviyabû dozger doz mezin bikira’
Bi domdarî Demîrtaş got ku fermana dozê bi awayeke eşkere bi zindî hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Dozger dikariya derbiketa û bigota; ‘Erê baş e serokkomar hûn wisa dibêjin lê di destê me de tenê du twît hene. Jixwe DMME’yê têkildarî van twîtan biryar da. Em ê ji bo 50 kesan çawa dozê vekin?’ Baş e lê ma wisa got? Nekarî bibêje. Dozger nedikariya van bibêje. Diviya doz mezin bikira. Hevalên me yên endamên MYK’ê jî tev li kir û dosya xist rewşeke wisa ku nema dikare ji nav derkeve. Ji KCK’ê, ji Qendîlê gelek kes daxil kir.”
Di berdewamê de Demîrtaş bal kişand ser qonaxa lêpirsînê ya dozê û diyar kir ku di vê qonaxê de nîşeyeke aydê TEM’ê di nava dosyayê de hatiye jibîrkirin. Demîrtaş, anî ziman ku vê nîşeyê eşkere kiriye ku dosyaya hatiye vekirin kompas e û wiha dom kir: “Bi vê doza kompasê re pergal û dîzayneke nû hate afirandin. Ji ber çi? Ji ber ku AKP’ê nekarî bi tena serê xwe bibe îktîdar. Bi vê yekê re dê Tirkiye biketa pêvajoyeke nû, belkî jî aştiyê çêbûbûya. Lê belê AKP-MHP’ê bi yekdestî rê li ber vê girtin. Siyaseta ku AKP-MHP’ê meşandî, piştre veguherî astekî herêmî û kûrewî. Encamên mezin bi xwe re anî. Dê hêj jî bi xwe re bîne.”
‘HDP’ê tişta ku tu kesî nikarî pêk bîne’
Demîrtaş, wiha domand: “Bandoreke vê dozê ya mezin li ser siyaseta Tirkiyeyê heye. Siyaseta Tirkiyeyê cihê li gorî vê dozê diyar dike. Hesab û kitabên xwe li ser vê dozê dikin. Ji ber ku HDP’ê di cîhanê de tişta ku tu kesî nedikariya pêk bîne bi ser xist. Li welatekî pir binirx, xeta HDP’ê ne tenê li Tirkiyeyê encam bi xwe re anî, nedikariya biafirîne. Weke mînak; her kesên li Rojhilata Navîn daxwaza aştiyê dikin ev yek dît. Bandora wê dan hîskirin. Me mucîzeyek neafirand. Me tenê bala gel da ser heqîqetê. Me tiştek ji neyiyê ne afirand. Me nîşan da bê ka dikarin çawa bixin nava tevgerê û birêxistin bikin.
Me tiştekî nû îcad nekir. Heqîqet li wir disekiniya û ser nixûmandî bû. HDP’ê têkoşîna jinan, têkoşîna bindest û gelan veguherand hemleyeke siyasî. Li ser te vahiya nîjadperestên ulkucu, neteweperest, nîjadperestên îslamîst, nîjadperestên kemalîst û derewînên ku di asta nîşandperestiyê de van diparêzin, di bin gefê de ne. Ji ber ku HDP tê. Têkiliya van derdoran tevekan bi emperyalîzmê re heye. Û vê yekê ew nerihet kir. HDP’ê di hilbijartinên 7’ê hezîranê de serkeftineke mezin bi dest xist û bandoreke mezin kir. Hêza HDP’ê di rêjeya dengên wergirtî de bû, di karîgeriya wê de bû. Guhê tu kesî li rêjeya j sedî 42 ya AKP’ê nebû. Her wiha CHP’ê di dîroka xwe de cara ewil ewqas deng girt. Lê tu kes li ser neaxivî. HDP’ê, feraseta sedsaqlî serûbin kir û sedsal piştre ji bo îktîdarê hewl da.”
Heqîqet hate dîtin
Demîrtaş, da zanîn ku tevahiyên partiyên navendê û hinek partiyên siyasî yên ku xwe weke çep û komunîst nîşan didin ji serkeftina HDP’ê aciz bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bingeha van de jî nîjadperestî heye. Heke gotin di cih de be HDP’ê perdeya şanoyê rakir û lîstikvan û dekor xuya kir. Temaşevanan jî her tiştek dît. Hûn çiqas perdeyê bigirin jî êdî temaşevanan heqîqet dît. Lewma ewqas bi ser me de tên. Lewma doza ku divê bi du gotinan biqede, veguherandin doza herî berfireh a dîroka Tirkiyeyê.
MHP çi dike?
MHP îro çi dike? Di esasê xwe de ez ê îro vê vebêjim. Binhişê ku MHP dixwaze ava bike tenê bi vê bisînor nîne. Erê rast e hêj jî twîtan diavêjin lê Bahçelî li ser navê min kurdan weke terorîst radigihîne. Li ser Kavala jî gefan li tirkan dixwe. Gelo ma nizane dema ji Demîrtaş re dibêje terorîst bê ka ji çend kesan re wisa dibêje. Lê vê bi zanebûn dike. Ji tirkên neteweperest re dibêje; ‘kurd terorîst in. Bila ev ji bîra we neçe.’ Bênavber bizmarî li serê wan dide. Baş e lê hêviya MHP’ê ya ji vê çi ye? Avakirina MHP’ê, li ser tunebûna yên din, li ser dijbertiyê pêş ket. Lê eleqeya xwe ya bi vê dozê re çi ye, ez ê îro qala wê bikim.
Serok Apo
Piştî 7 salan ji vê dosyayê beraet dernakeve lewma îxtîmalekî mezin dosyaya me dê biçe ber Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind. Em ê wê jî bibînin. Daîre çi dike û çi dibêje? Ji AYM’ê re dibêje ‘piştgiriyê dide terorîstan.’ Di gotinên xwe de gotinên terorîstê dike. Ev daîreya ku îxtîmaleke mezin e dê dosyaya me lêkolîn bike çi dibêje? Belê dadger, di daxuyaniyê xwe de dibêje gotina terorê ye. Min jî gotiye Serok Apo, gotiye Kurdistan, gotiye gerîla. Way way ma dê çi bi serê min neyînin.
Bila serokê ewil ê li vê dosyayê hatiye tayînkirin bê bîra we. Bahtiyar Çolak. Bi referansa Devlet Bahçelî kete nava koma çete ya Ata Dedelerê. Ya yekemîn, MHP’ê em kirin hevrikê xwe û hewl da ji vir me bidarizîne. Me wê demê got cubeyên xwe derxînin, rozeta MHP-AKP’ê bi xwe ve bikin digot. Ji ber ku dewlet her tim dijberî me ye, em dewletê baş nas dikin. Heke bê bîra we me gotibû li we tê guhdarîkirin. Baskekî dewletê tu caran vala nasekine. Dişopîne bê ka tu peywira ji te re hatiye dayîn bi cih tînî yan na.
Li aliyekî lihev dixin li aliyekî ji hev hes dikin
Ka em lê binêrin bê ka MHP ji me çi dixwaze. Heke hûn bixwazin em ji Riza Nûr dest pê bikin. Ev kes tevî Îsmet Înonu tev li hevdîtinên Lozanê bûbû. Dema ji Riza Nûr pirsa ‘doz çi ye’ tê kirin wiha dibersivîne; ‘Karê herî baş û sereke ew e ku li welatê xwe ji nîjad û olên din tu kesî nehêlin.’ Hem pesnê nîjadperestiyê dide hem jî kemalîzmê bi qasî tê xwestin nîjadperest nabîne û rexne dike. Dema kemalîzmê jî xwe ava dikir, ji sosyalîzma Sovyetan heta faşîzma almanan û îslamê, îdeolojiyeke her tişt di nav de ava kir. Nûr, ji bo tirkekî xwerû ava bike îktîdarê pir dide zorê. Di navbera kemalîzm û van nîjadperestan de her tim şerekî dilxweş heye. Hem li hev dixin hem jî ji hev hez dikin.
Gefa qirkirinê li kurdan xwarin
Li pey tirkê herî xwerû dikevin. Mesela Reha Oguz Turkkan dibêje; ‘Em bejna Ataturk bipîvin û bibêjin tirkê herî îdeal ev e. Kesên ne li vê bejnê û xwedî van taybetiyan, tirk nîne. Mafê herî mezin di destê kesên xurt de ye.’ Li dijî alîgiriya aştiyê ye û dibêje miletekî ku şer neke nikare xwe li ser pêyan bigire. Dibêje ku dema şer qediya, miletek jî hildiweşe. Nîhal Atsiz yek ji îdeologên ku dema xwe ya herî xweş jiyayî ye. Hem îktîdar hem jî derdorên din wî rexne dikin. Lê herî zêde ew rexne dike. Ji bo ku nerazîbûna xwe ya ji Tirkiyeyê nîşan bide jî paşnavê xwe weke ‘Atsiz’ lê dike. Dibêje ku hêj tiştek nînin. Keyfa wî bi teza dîroka tirk nayê. Li gorî Atsiz, neteweperestî ji olê pîroztir e. Kesên bi bendewariya bihûştê dijîn weke sextekar dibîne. Kurdan û qereçiyan biçûk dibîne. Mîna hinek dozger û dadgeran. Dema dozger peyva kurdî dinivîsin, tîpa ewil biçûk dinivîsin. Lê yên neteweyên din mezin dinivîsin. Atsiz jî wê demê heman tiştî dike. Ji kurdan re dibêjin cihê we, li rex reşikan e. Gefa qirkirinê li kurdan dixwe.
Tifaqa Behçelî û Erdogan di şeva 7 hezîranê de diyar bû
Dîroka tifaqa Bahçelî û Erdogan 15’ê tîrmehê ye ku sedema wê jî darbe nîne. Tifaqa xwe di şeva 7’ê hezîranê de ava kirin. Ji ber ku kurd mezin dibûn lewma ev tifaq ava kirin. Gotin ku heke tu hem li hundir hem jî li derve li dijî kurdan şer bikî ‘em ê te bikin serok.’ Kompasa ku ava kiribûn heta vê dozê jî hat. Ulkucu an ku hêza li kêlekê ya dewletê ye û ji bo bikaranînê amade ye, hatin bikaranîn. Li dijî vê gelek nerazîbûn çênebûn. Di hemû dîrokên siyasî de cara ewil e ku tevgera ulkucuyan dewlet bi dest xist. Êdî ne hêza cihgir lê xwediyên dewletê bi xwe ne. Êdî ew dema ku tetîkkêşî dikirin çû. Êdî bi Ergenekon, Perînçekî û îslamîstên siyasî re tifaq çêkirin û bû hêza sêyemîn a dewletê.
Mafyayên MHP’ê terorê dikin
Dema bi kêrî wan hat li AYM’ê guhdarî nakin. Dema xwestin li Meclisê guhdarî nakin, dê qanûnan binpê bikin lê cihê xwe yê di nava dewletê de winda nakin. Hinek muxalîf ji bo Tifaqa Cumhur dibêjin arize lê ev xelete. Gotina Tifaqa Cumhur jî xelet e. Dewlet niha MHP ye. Êdî MHP welêt birêve dibe. Şirîkê biçûk jî nîne. Di esasê xwe de şirîkê biçûk AKP ye. Heke em bi vî rengî nexwînin, dê xelet bikin. Ji bo fêmkirina vê rewşê em tenê li Dadgeha Bilind jî binêrin bes e. Daîreyekê digirin û zextê li her kesî dikin. Li gelek edliyeyan mafyayên MHP’î terorê dikin.
Pergala nû ya dewletê ev e
Pergala nû ya dewletê ev e. Piştî ewqas êş û elemên di nava sedsalê de hatine jiyîn, dewlet xistin vê rewşê. Cihê ku dixwazin dewletê bibin ev der e. Lê em li ber xwe didin. Ka em lê binêrin bê ka dê çi bibe. Baş e lê çima deng ji Erdogan û AKP’iyên din dernakeve? Ji ber ku bi darbeyê diçûn. Lê Ergenekon û MHP’ê li dijî vê lihev kir. Ji Erdogan re gotin ku dê neteweperest û kemalîst, fethûllahiyan bifiroşin û darbe bi ser nekeve. Beriya wê her tişt amade kiribûn. Van fethûllahiyan jî bi kelecaneke mezin gotin em derbeyê dikin. Gotin qey li her bajarokê Tirkiyeyê artêş derketiye kolanan. Lê tenê ew derketin. Haya wan jê nebû ku hatine firotin. Aliyekî Pira Bogazîçiyê girtibûn lê li aliyê din kesên hatine peywirdarkirin tune bûn. Çûna leşkergehekê lê neçûne ya din. Hewldana wan a darbeyê rast e lê ketin xefikê. Piştre jî mirada Bahçelî hasil bû.
Tenê kursî guherî
Tişta ku di şexsê vê dozê de dixwazin bidomînin, pêvajoya avakirina rejîma nîjadperest e. Lê muxalefet ne xwedî wê têgehiştinê ye ku vê yekê bibîne û hemû firsendan winda dike. Derfetên di hilbijartinê de derketin holê hatin pûçkirin. Ev dîsa di nava tepsiya zêr de hatin dayîn. Muxalefeta ku derdora ji sedî 60-70 ye, li gel hev nehate girtin. Xeletiya herî mezin a muxalefetê ew e ku nikare ji kurdan re bibêje kurd, ji sosyalîstan re bibêje sosyalîst. Divê her tişt pir zelalî bê kirin. Divê hûn ji ewil ji ber xeletiyên xwe lêborînê bixwazin û wisa dest pê bikin. Tenê me rexnedayîna xwe da. Di partiyên din de ji bilî guherîna qoltixê tiştek neguherî. Ji hêla dîrokî ve pêdivî bi guherînê heye. Dev ji dîrokê berdin, haya ciwanên me ji 5 sal berê nîne. Mejiyê wan ewqas tê bombebarankirin ku muxalefet nikare pêşî li ber vê bigire.
Em altiyê ew jî şer esas digire
Em dibêjin ku heke aştî nebe miletek xera dibe. Lê ew jî şer esas digirin. Şer vedibêjin. Erê rast e heke şer tune be dê ew miletê te rizandî tune bibe û biçe. Aştî dê vê tune bike. Lewma dema em dibêjin aştî weke sûc dibînin. Ez bawerim dozger jî dibêje ‘miletên ku şer dikin xwe li ser pêyan digirin.’ Heke ev kes qala aştiyê bikin, wê demê dijminên milet in. Heta ku ev zîhniyet ranebe tiştek nabe. Ji bo vê jî pêdivî bi têkoşîneke sîstematîk heye. Medyaya civakî jî di nav de, ji mitîngan heta panel û her tiştek, divê li her derê li ber xwe bidî. Hûn mecbûr in ku vê yekê hem ji bo tirkan hem jî ji bo kurdan vebêjin. Divê ji tirkan re bê vegotin bê ka ji hêla kê ve dîl hatine girtin. Kurd ji Dêrsimê, ji Mereş û Roboskê dizanin. Divê em vê vebêjin. Ji bilî vê tu vebijêrkên me nînin. An ev milet dê qira hev bînin, an jî divê em ji wan re vebêjin. Em ê dev ji vegotinê bernedin.
Rastî ne weke tê dîtin e
Rastî tu caran wekî ku tê dîtin nîne. Hem li xwezayê hem jî di siyaset û her tiştekî de rewş ev e. Rêya dîtina rast, lênihêrîn nîne. Divê mirov bi hafize û agahiyên rast lê binêre. Nexwe hûn rengê sor ê sêvê baş bibînin. Ji hêla çavekî din ve pir sor tê dîtin lê tu dê di tevahiya jiyana xwe de nekarî bibînî. Ji ber ku mejiyê te nexwedî wan agahiyan e ku wê sor bibîne. Sorê ku em dibînin û yê nîjadperest dibînin heman sor nîne. Ji ber ku em hewl didin nirxên însanî fêm bikin û nêrîna me cuda ye. Her tiştek heman tiştî dibîne. Rastî tu caran wiha nîne. Her kesek di cîhana xwe de xweser e, bizava wî/wê cuda ye. Tu caran wateyên jiyanên me wekî hev nînin. Wateya ku em li wê bar dikin, bi qasî agahiyên di serê me de ne. Em sûcdar nînin, mafdar in. Zû yan jî dereng dê kesên mafdar tez bi ser kevin.”
Şandeya dadgehê navber da danişînê.