Polîsan li Amedê di 24’ê îlonê de bi ser avahiya MED-DER’ê, Kooperatîfa Anka û Payîz Pirtûkê de girtin. Polîsan di heman rojê de di çarçoveya lêpirsîna li ser saziyan de 30 rêveberên saziyan û mamosteyên zimanê kurdî binçavkirin. Ji 30 kesan hatin binçavkirin ji wan 8 kes li Midûriyeta polîsan û 21 kes jî li Dadgehê hatin berdan. Dadgehê der barê Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Girseya li pêş edliyeya Amedê kom bûbû bi girseyî kesên hatin berdan pêşwazî kirin û piştre li pêş Edliyeyê daxuyanî dan.
Endam û rêveberên MED-DER, saziyên civakî û demokratîk li pêş Edliyeyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li pêş Edliyeyê Berdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemile Turhalli axivî û wiha got: “Zext û tundiya li ser ziman û çandê nayê qebûlkirin. Bila ji bîr nekin ku tu carî bi van zext, tunî, binçavkirin û girtinan dê nikaribin rê li pêşiya xebatên ziman û çandê bigirin. Girtina van hevalên me li dijî hiqûq û zagonan e. Bi temamî keyfî ye. Em van binçavkirin û vê girtina hevalê me Rifat Ronî bi tu awayî qebûl nakin. Her kes Rifat Ronî bi xebatên li ser kurdî nas dike. Em dixwazin demek berî demekê hevalê me Rifat Ronî serbest berdin û dawiyê li vê bêhiqûqiyê bînin. Em ê li ser navê Rıfat Ronî xebatên wî li cihê mayî berdewam bikin.”
Piştre Rêveberê MED-DER’ê û parêzer Eyup Aydenîz jî girtina Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî şermezar kir û wiha got: “Em vê girtinê û vê êrîşa li zser zimanê kurdî tu carî qebûl nakin. Ne qebûlkirina me ji îro ve dest pê nekiriye. Em neviyên Ahmetê Xanê ne. Me bi mebesta Nûbihara biçûkan dest bi vê rêyê kiriye. Em neviyê Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî ne. Em rêhevalên Baba Tahirê Uryan in. Em bi harawa Celaled Elî Bedirxan di vê rêyê de ne. Bila her kes bizanibe ku hemû xebatên MED-DER’ê li gorî zagonan hatine kirin. Rêveberên MED-DER’ê û mamosteyên MED-DER’ê tu carî tu xebatên dijqanûnî nekirine. Bêqanûniya me tenê daxwaza me ya perwerdehiya zimanê zikmakî ye. Li Tirkiyeyê tenê tirkî wekî zimanê perwerdehiyê ye. Lê mafê zimanê kurdî yê perwerdehiyê tê binpêkirin. Ev yek nayê qebûlkirin.”