Kate Hamburger di pirtûka Logique des genres littéraires de digot ku dema sereke ya vegotina wêjeyî dema bihurî ye. Armanc ji vê bikaranînê bê guman ew e ku vebêjer nîşan bide ku ew bûyer pêk hatiye. Hingê, bingeha wêjeyê xapandinek e. Ew vê xapandinê li ser mîmesîsê ava dike ku Arîsto ew weke teqlîda jiyanê bi nav dikir. Marcel Villaume di pirtûka xwe ya bi navê Grammaire Temporelle des Récits de behsa wateya deman di nava wêjeya vegotinî de dike.
Mirov birçiyê peyvê ye ; dixwaze rave bike, dixwaze serboriyên xwe ji kesên din re vebêje. Lewma vê yekê bi dema bihurî ve ava dike. Hingê mîmesîs li ser teqwîma rasteqîn û lewma li ser dema bihurî ava dibû. Çîroka xeyalî diviya xwe weke rastîn biselmandaya û ji ber wê ye ku eynî mîna ku rast be, bi dema bihurî ve dihat gotin.
Di jiyana rastîn de jî hemû serborî bi demên bihurî ve tên gotin. Demên bihurî di nava xwe de kronolojiyekê ava dikin. Dema bihurî (Ez çûm), çîrokiya dema nuha (Ez diçûm) û çîrokiya dema bihurî (Ez çûbûm). Digel ku xewn di nava demê de bi cîh nabin jî, mirov wan bi çîrokiya dema nuha ve rave dike.
Weke mînak, yekî ku kabûsek dîtibe, dikare weha bibêje : “Dora min tarî bû. Min li dora xwe dinihêrî, min tiştek nedidît. Siyek li pey min bû. Ez ji ber direviyam. Lê, her ku ez bi dûr ve direviyam, ew sî jî nêzîktirî min dibû. Min xwê dida, bêhna min diçikiya, min digot qey ez dikira bifetisiyama”.
Hingê, em dibînin ku çîrokiya dema nuha ku di vegotina vê xewnê de hatiye bikaranîn, weke şayesa xewnê hatiye danîn. Lewre, dîmenên xewnê weke wêneyan di bîra mirovî de dimînin.
Mirov şîrove û nirxandinan bi demên cîhana nuha (dema nuha, dema bê) û vegotinê jî bi demên cîhana bihurî ve ava dike.
Heta demeke nêzîk jî dema bihurî, mîna ku Kate Hamburger gotiye, di vegotinan de dema sereke bû. Lê, sedsala 20’an guherînek dît. Dema nuha (Ew diçe) êdî di şûna dema bihurî de (Ew diçû) dihat bikaranîn. Ev guherîn divê bala me bikişîne. Lê, divê em nebêjin qey vegotin bi dema nuha ve tê avakirin. Lewre di vê dema nuha de “nuha” nîne, tenê “bihurî” heye ku weke “nuha” tê pêşkêşkirin. Di vê tercîha nivîskaran de, divê behsa “çalakkirinê” were kirin. Lewre mîmesîsê çalakiyeke ji teqlîdê bi wê de, êdî weke “va ye li ber çavan pêk tê” yanî “nuhakirinê” bi kar aniye.
Di wêjeya ewropî de ev dem êdî gellekî tê bikaranîn. Di wêjeya kurdî de, Hesenê Metê û Mehmed Uzun jî her ji salên 90’an ve ev cerribandin di nava wêjeya kurdî de bi kar anî. Kamiliya ku em tim behs dikin, li ser bingehê vegotina kevneşopî û bi pêşketinê ve ava dibe. Wan ev bikaranîn ji wêjeya ewropî dîtibû û nas kiribû. Di wêjeya gelêrî ya fransî de, gellek çîrok hene ku bi dema nuha ve tên ravekirin. Fablên La Fontaine ji xwe mînakên wê bi xurtî didin. Wêjeya kurdî di çîrokên gelêrî de ev forma “nuhakirin an çalakkirin” nas nedikir. Lê, wêjeya me ya hemdem êdî bi hêsanî bi kar tîne.
Tecrubeyên zimanî yên wêjeya zimanên mezin divê ji bo wêjeya kurdî weke mîras werin bikaranîn. Teşeyên vegotinê, şêwaz, awayên şayesê, diyalog, ev hemû alavên zimanî ne.
Ji van tecrubeyên ku me bi kurtî behs kir, tenê şîretek derdikeve ku hem ji bo rêzimanan û hem jî ji bo wêjeyê bi kêr tê: Ziman jîndar e, şiklên bikaranîna wî jî ebeden ne statîk in. Çawa dema nuha di şûna dema bihurî de tê bikaranîn, çawa şayesa ku di avakirina sûretê vegotinê de bingehîn bû lê bi dû re ji nava vegotinê hate avêtin, çawa biwêj û peyvên pêşiyan ji nava zimanî radibin, divê em şaş nebin heger bikaranîn û cerribandinên nû jî di zimanê me de bi cîh bibin.
Ziman jîndar e, dînamîk e, guherbar e. Lê, berî her tiştî ziman pragmatîk e jî. Ew tişta ku em jê re dibêjin “wate”, ya rast, bê wate ye, heger mirov nizanibe bê di nava çi rewşê de û li ser mijarê tê axaftin. Civakên ku zimannasên wan kêm in an jî perwerdehiya zimanî li cem wan tune ye, ji dêleva ku serê xwe bi bikaranîna zimanî re biêşînin, bêtir bala xwe didin hêsankirina perwerdehiya zimanî. Lê belê, mirov zimanan hêsan an dijwar nake. Mirov sîstema têgihîştina dunyayê di nava wî zimanî de aşkere û zelal dike ku ev kar jî ne bi rêzimanan, lê bi xebatên zimannasiyê ve guncaw e. Her qalib û forma zimanî, nîşana awayê têgihîştinê ye ku di nava nifşan de tê veguhestin. Ya ku divê em li ser bixebitin, diviya ew bûya, ne ku ka gelo em bibêjin Emrîka an Amerîka an Amerîqa. Colomb Amerîka derdora şes sed sal berê keşf kir. Çawa em ji tecrubeyên wêjeya cîhanî destkewtî dibin, êdî wext e ku em ji tecrubeya zimannasiya cîhanî jî destkewtî bibin.
Hin mijarên ku hê li ser xebat lazim in û bi deman re têkildar in ev in:
– Di serî de “xuyang” (aspect) ku nebûye babeta rêzimanan. Nuha, me li Zanîngeha Kobaniyê bingehê lêkolînên li ser vê mijarê danîye û hin xwendekarên me yên masterê li ser wê dixebitin.
– Cureyên lêkeran, herçend rêziman li ser disekinin jî xebateke me ya dawîn nakokiyên pênase û sinifandina lêkeran derxist holê. Me berê xwendekareke xwe ya din jî da vê mijarê ku li ser bixebite.
– Daçekên kurdî û tevgera wan a di nava hevokên pêreyî de, bi taybetî jî di hevokên relatîf de ku me hewl da ku bi lêkolîneke cuda ve em çareser bikin.
– Rawe yan jî kategoriya mercî, ev kategorî heman formên raweya pêşker û raweya bilaniyê bi kar tîne lê me lêkolîneke berfireh li ser nedîtiye. Zimannasiya ewropî jî di pênaseya wê de dudil dimîne.
– Demên kurdî, digel ku me gellek gotar di vî warî de belav kirin jî, me dît ku rêziman guh nadin nîqaşên zimannasiyê.
Me bêtir berê xwe daye avakirina rêberên rastnivîsê û ferhengan. Mirov ferhengan fahm dike lê rêber bi pirsgirêk in.
Mijarên ku me weke mînak dan, nîşan didin ku Rojava dê bide pêşiya Bakur. Ma gelo em jî berê xwe bêtir nedin qibleyê..?