Di demê berê de genimê deşta Amedê bi destê paleyan dihate çinîn.
Beriya ku qir û qafê elektronîk derbikevin, her kar bi hêla dest û piyan dihate kirin.
Tê bîra min ji gelek welatan xebatkar dihatin deşta Amedê, beriya Mêrdînê, Rihayê deşta Heranê, ji boyî paleya nîsk ceh û genim û birincê. Çinîna vê debrê bi das û tarê bûn.
Pale rêz digirtin weke rêza govendê, bi stran û qesîda bi aheng û bi dengê bilind digotin û li hev vedigerandin. Hezeke bêhempa dixistin dil û hinavên mirovan.
Xortê ku li ber tava havînê diqemirîn û xwêdan ji ser eniya wan a qemer dihate xwarê, destiyê ceh û genim weke morîka li pey hev dikirin rêz.
Keçên ciwan û bûkan jî ew destî yanî himezê ku pala dikirin komik, himêz bi himêz didan hev û dikirin gidîş.
Çend kesê din jî şixre davêtin ser pişta mehîn, hestiran û genim û cehê ku kirine gidîş bi awayekî rêkûpêk li şixrê bar dikirin û bi werîs dişidandin, dianîn bêndera vala dikirin.
Simbilên ji dest pale yan jî ji şîrê diweşiyan erdê. Ew jî nesîbê xizanê gund bûn.
Dahn û savarê xwe sê mehên havînê kom û kulfet simbilên ku ji erdê didan hev û gelek car qûtê salê jî jê derdixistin.
Di germa havînê de dibû debara wan a salê. Di sê seatê nava rojê de, pale diketin qeyalê. Konek piçûk vedigirtin û serê xwe didan ber siyê laşê wan li ber tavê dima.Tava bi tîn tu êş û nexweşî di canê wan de nedihişt. Radibûn ava kûzê cemidî bi ser gewriya xwe dadikirin û wek gura êrîşî karê xwe dikirin.
Gelek car ciwan dibûn evîndarê hev li ber berê paleyê. Carna jî jin û mêr bi hev re dibûn xwişk û bira.
Dema dawiya ka û kapolê ji çola dihat. Vê carê kar dihat ser bêndera, dibû wextê gêrê. Bi piranî gêra ga bi şev dibû.
Êvarê dema naxir bihata nava gund, kevaniya zîrek û bi kêrhatî, piştî dotina mangan. Ga, mange, nogin û paronê bi hevdu ve girêdida û dest bi gêrê dikir, hetanî ku stêrka gelawêjê hilata. Dinya zelal bibiya, wê gêra xwe berda, dewarê xwe rastî nav naxirê bikira.
Sêpiya dewê xwe li derxista û dewê xwe bikila, di berde jî lorîk û stranên xwe yên gelêrî bigota.
Kevaniya kê şêr ba, ew camêr bû. Kevaniya kê bêkêr ba, ew kundê li şikêr bû. Erê wê demê wilo bû.
Jin bi esil û feslê xwe, bi jîrbûn û marîfeta xwe, bikar û barê xwe, bi sekn û bejna xwe,dihatin holê. Boyaxa nenûk û lêvan tunebû wê demê. Her kes xwezayî bû û her tişt xwezayî bû.
Mêr jî bi nandariya xwe bi camêriya xwe bi mêrxasiya xwe û bi exlaqê xwe yê xweş bi gotin û xeberdana xwe û bi suhbeta xwe ya xweş, dihatin holê.
Belê xwînerên ezîz. Dema ku em derbasî jiyana modern bûn, me ev xweşiyên xwe yên jiyanê tev ji dest dan. Sed mixabin.