12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dembaş

Dr. Rodî Zinar

Dema ku mirov bi hevdu re ne rast bin û bi dûv berjewendiyan bikevin; divê bê zanîn ku kapitalizm gihiştiye armanca xwe ku dixwaze di her şert û mercî de berjewendiyeke takekes serdest be û têkiliyan diyar bike.

Di destpêka serdema nivîsa min a ku ez ê di XWEBÛNê de binivîsim de kelecan im, ez ê bi rêya nivîsê ji panzdeh rojan carekê bibim mêvanê xwendina we. Çi xebat hebe bila hebe xwedî armanc û destpêka ku dixwaze bigihije çi encamê ye. Ez jî dixwazim ku di vî quncikê nivîsa xwe de mijara tenduristiyê bi we re parve bikim ku dixwazim kes an xwînerên min bi rêya heman nivîsa min bibin xwedî zanebûn û dîtinên cuda yên ku em bi hevdu re bikaribin bi çavekî cuda jî li jiyan û herikbariyê binihêrin.

Em ê mijarên tenduristiyê binirxînin, lê bêhtir yên derûniyê. Bi vî awayî em ê bizanibin ku kesên xwedî tenduristiyeke baş bin, kesên xwedî derûniyeke baş bin ê bikaribin tişt û hilberînên baş bikin û heman hilberîn û afirîneriyên baş pir bibin û bi hûnandineke giştî re bibin serwerên têkilî û jiyanê. Dema ku her kesê/î ku ji aliyê xwe ve bi xebatên parveker di nava liv û tevgêran de bijî dê rojekê heman xebat bên dîtin û dê hêviyeke cuda bide destên hêvîdaran û esmanekî hêviyê li dûr û nêz digire pêkan bike.

Me got tenduristî, lê divê em bizanibin ku xizneya mijarên tenduristiyê gelek dewlemend e, dibe ku mijarên cuda jî hebin, lê dê bêhtir nivîsên derbarê derûnî de bin. Ev nayê wê wateyê ku nexweşiyên mîna şekir, dil û nexweşiyên iskemîk (mayinde), nexweşiyên ku bakteri yan vîrûsan çêdikin neyên nivîsîn. Dema ku em di nava herikbariya jiyanê de di kelecana ku em ê pêşerojeke çawanî bide saz kirin de kedê birijîn de bi pêş ve diçin de bin û pandemî derkeve, yan lehiyeke bibe xwediyê gelek windahiyan, an erdhejeke cuda û mîna erdhejên ku di demên borî de hatine jiyîn û tiştên awarte jî derkevin holê!

Em ê berê xwe bidin heman mijaran û vebêjin ku destpêka mijar, sedem û encamên heman mijaran û herikbariya heman mijaran jî bi we re vebêjin ku pêdivî bi hinek tedbîran jî hebe. Heta ji destê min tê ez ê hewl bidim ku di nava heman hişmendî û baldariyê de bim ku baş dizanim kesên zane ji pêşeroja civakan re alîkar û ewlehiya ku bi xwendin û nivîsê, bi parvekirin û jêgirtinê bêhtir bi danebûnê pêkan dibe.

Lê çi dibe bila bibe, divê mirov hinek tiştên bi keda hezar salan hatine hilberandin û bûne rûyê pênaseya civaka xwe ji bîr nekin, ku heman dîtbarî, heman civak aniye van rojan. Wek ku wêrek in, hevalên hevalên xwe ne; wek ku xweş li hespan an jî li bergîran siwar dibin, tiştên baş dikin û tiştên nebaş mehkûm dikin. Ev tiştên ku li jor min behs kirin; ji bo civaka ku ji aliyê dîrokzanên ku li nava jiyana kurd û Kurdistanê lêkolîn kirine, ji aliyê sefîrên li heman cihan peywir girtine, ji aliyê seyahên ku li Kurdistanê geriyane û dema ku ji Kurdistanê çûne û pê de mîna serborî yan mîna şahidiya jiyanê nivîsîne jî derbasdar e. Tiştên ku hêviyê didin mirovahiyê yan jî ji bo kurd û civaka kurd hatine gotin, divê em çawa ku li heman tiştan xwedî derkevin ku exlaqekî xweş di destê me de ye, mîna ala hêviyê di jiyana me ya rasteqîn de em derveyî xwe re bibêjin ku ev tiştên me di demboriyê de jiyane, em dikarin carek din heman tiştan bijîn û jiyîna heman tiştan jî pêkan bikin.

Dema ku mirov bi hevdu re ne rast bin û bi dûv berjewendiyan bikevin; divê bê zanîn ku kapitalizm gihiştiye armanca xwe ku dixwaze di her şert û mercî de berjewendiyeke takekes serdest be û têkiliyan diyar bike. Dema ku têkiliyeke wiha bibe serwer, dê xwesteka makyavelist bibe dîtina têkiliyan ku di heman berjewendiyan de exlaq û aksiyoloji (feylesofiya exlaqê) dibe qurban. Kes an jî civaka bê exlaq hêviyê nade siberojê û siberoj reştariyê li dar dihêle. Lê kes û civakê ku xwe ji bo siberojeke ronî amade dikin û hêvî didin mirovan; divê baş bizanibin ku aramî û şanazî û bextewarî di siberojeke ronî de, di civakeke xwedî têkiliyên hevpar û parveker de ye. Ger ku civakek xwedî exlaq û parveker be, dikare azad bijî û heman azadiyê bi domdar serwer bihêle. Lê dema ku civak bê exlaq be bawer bikin ku tu carî nikare azad bijî; ji ber ku civakeke wisa bi xwe azadiyeke li ser berjewendiyan hatiye sazkirin difikire û ev jî dê temenkin be.

Lê vî gelî paşeroj û pêşeroja xwe li ser hevaltiyeke rast û ewle ramiyaye, fikiriyaye û heman ramana xwe di jiyana xwe de daye ispatkirin. Divê kesên xwedî taybetmendiyên rast û baş heman taybetmendiyên xwe bi rengekî domdar di jiyana xwe ya takekesî û ya civakî de zindî bigirin ku di dîrokê de navdariyeke çawa bi dest xistibe bikaribin heman navdariyê bidomînin. Lê dema ku mazûban mêvanan di mala xwe de bikujin, (mîna ku li Dersimê bira hê wek mehkûmên li dijî zaliman şer dikin yan jî bira ji bo berjewendiyên xwe çav berdide malê bira, yan bixwaze birayê xwe têk bibe, gelo mirov ê çawa hêviya pêşerojeke xweş bike û dê çawa bikaribe ji bo pêşerojeke xweş esmanekî hêviyê li dar bihêle yan jî bikaribe asoyeke rengîn bike destpêkeke nû ku bikaribe balê bikişîne yan bibe rakişînekek, gel li dûv xwe bimeşîne û bibe rêberek û pêşerojeke xweş pêşkêşî zarokan bike?

Divê kes û di peyre civak tendurist bijî, divê em ji girtinê bêhtir bizanibin bidin û parve bikin, divê em bizanibin ku ji ajal û xwezayê hez bikin û bikaribin heman rêberiyê ji zarokan re bikin.