Meha adarê bi dawî dibû, av, hewa û ax henase dida, kalê gund li ber lodan, an jî li ber dîwaran kom dibûn, gotûbêjên rojane û yên pêşerojê dikirin, digotin: êdî dema xwînkelê ye. Bêguman ev gotin bi salan ji bo min cihê pirsyaran bû: ji bo çi di vê demsalê da kalemêr an jî pîrejin her sal vê gotinê dubare dikin.
Kêmekî emrê me mezin bû, kul û kedara jîyanê der û dora me girt, me fêm kir ku pêşiyên me ev gotin bêmane negotine. Wan gotinên xwe li gorî liv û tevgera xweza û jiyana xwe ya asayî bi lêv dikir. Yanî ber bi dawiya adarê seqema sermayê kuta dibe, berf dihele, kanî gur dibin, çem, rûbar çoş dibin.
Ji nava kulîlkan destpêkê Berfîn serî radike, berfê diçirîne û rûyê xwe dide ber rojê, paşê her nebat axê dike hereketê, rengê xwe diyar dike, bi taybet jî dema Nêrgiz dertê bi rengê xwe yê xweşik û bêhna xwe mirovan mest û gêj dike. Herwiha ji meha adarê heta nîsanê piraniya heywanên di xwezayê de hene, dizên, dengê berxa tev li dengê gîska, dengê gîska tev li dengê golika û zîra zîra dehşikên kera, caniyên mehîna dibe.
Lê mamekî gund di van livandinan tiştekî kanbax zêde dikir. Wî digot: Rast e, xweza jîndar dibe, dema xêr û bereketê ye, lê ev dem bi rengekî din jî şer e, ji ber ku her zayîn li ser kuştina xwe xwe ava dike.
Di vê têkoşîna xwezayê da têkoşîneke jiyanî tê dayîn û navê wê; têkoşîna dijberan e. Divê ew wek têkoşîna dijberan a wek teoriya Darwîn neyê fêmkirin: yê bi hêz yê bêhêz tune dike, berevajî vê têkoşîna dijberan; xwe guherandin û zêdebûn e, ne hevtunekirin e, di nav hev de xwe zêdekirin e. Mînak; gulek dema payîzê hişk dibe tovê wê li ser erdê belav dibe û di nava axê da tekil dibe, herwiha -dema biharê werçerxana axê bi dehan gulên din di şûna wê da dertên. Darberû payîzê şembelotên xwe diwerîne, hîn şembelotên wê sîvore ji xwe ra ji bo zivistanê di bin erdê da vedişêrin. Eger sîvore wê dendika darberûyê ji bin erdê dernexe, biharê ew dendik şîn dibe, dibe dar. Yanî armanca sîvare xwarina şembelot be jî, lê ji milekî din va roleke çêker dilîze. Lê merama Mamê me ne tenê xweçerxana gerdûnê û axê bû, merama wî şerê xwînrij bû.
Azmûnê Mam, şer û xwînrêtin piranî biharan destpê kirine, taybet jî destpêka adarê nîşan dida. Baş e, çima adar? Gelo mirov jî wek xwezayê di zivistanan da bêaliyê jiyan dike, derfetên têra tevgerkirinê nabîne, herwiha hilberînên heyî ber bi biharê xelas dike û bêyî ku yê dijber pê re bigihîne ji xwe ra erzaq û derfetan kom bike, êrîş dike? Bi vî awayî jê ra dest dide ku hêzên şerker pêvajoya ku bihar, havîn û payîz tevbigerin û bigîhêjîn armancên xwe. Lê azmûnên Mam ên sed salên dawî li welatê me, digotin ku: Dijmin şerê li dijî Şex Seyîd di nîvê meha çileyê de destpê kir dawiya biharê temam kir, ji bo têkbirina berxwedana Dersîmê dijmin adarê amedekarî kir û gulanê êrîşên xwe destpê kir, êrîşa li dijî Komara Agiriyê (1927-1930) meha gulanê destpê kir, êrîşa li ser Komara Kurdistanê (Mahabad) jî adarê despê kir, mînakên wisa gelek in. Lê êrîşa ya herî xwînrij operasyona hikûmeta Seddam a bi navê Enfal e a li dijî gelê me yê li başûrê Kurdistanê pêk anî. Ev operasyon ji adara 1987’an heta nîsana 1989 domiya, nêzî 182 hezar kurd bûn qurbanî. Komkujiya Helebçeyê jî di adarê de (1988) pêk hat. Bi vê ve girêdayî berxwedana gelê kurd jî di van mehên biharê da pêk hatiye.
Niha nîsana sala 2022’yan e, ne tenê welatê me bi giştî cîhan jî di xwînkelê ra derbas dibe, wek Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin, lê desthilatdarên kapîtalîzmê ne tenê mirovahî kiriye gurê har, herwiha xweza jî jehrî kiriye ku êdî xweza rojane di aloziya de dijî. Biçûk, mezin, li tu deverê cîhanê de aramî nîne û bi şêwazekî şer pêk tê. Li Afrîka, Asya-Navîn, Rojhilata Navîn 200 salên dawî şer qet nesekiniye. Niha jî şerekî germ li Ukrayînayê, li navenda parzemîna Ewropayê, pêk tê. Sûdgirê vî şerî dixwazin gelê kurd, welatê me Kurdistan wek sed sal berê bênav, bênasname û bêmaf bihêlin. Di vê serdemê de gelê kurd nasnameya xwe ya neteweyî misoger kiriye, êdî dem hatiye ku azadiya xwe mayînde bike û ji bin kêra nifşkujiya ku di bin pêşengtiya wewlata tirka de pêk tê, xwe rizgar bike. Mixabin, di pêkanîna Enfalê da li Başurê welat çehşên kurdan jî cîh girtin, li dijî gelê xwe komkujî pêk anîn, bûn kêra destê dijminê gelê kurd. Niha jî bi nav ne cehş e, lê partî ye, stûyê wan da qirawat heye, lê di rastiyê da malbateke ku nêzî 90 sal in li ser xwîna gelê kurd dijî, ev malbat îro rola Alayên Hamîdiye û Çehşên Enfalê dilîze.
Wextê xwînkelê, di bihara 2022’yan da pêwîst e em wek gelê kurd, destûr nedin Artêşa Hamîdiyê û Çehşên Enfalê yên nûjen ku, ew şûna neyarê kurdan xwîna kurdan birijînin. Mesrûr Barzanî nasnameya wê serokçehşiyê hilgirtiye ser xwe, cudahiya wî ji çehşên dema Enfalê û Artêşa Hamîdiyê girêdana qirawat e.