Li Rohilata Navîn bi pêşketina şerê cîhanê yê sêyemîn û planên nû ve peymana Sykes-Pîcot ku di parçekirina Kurdistanê de xwedî rolek girîng bû bêhikum ma. Bi têkçûna vê peymanê ve li herêmê rola hêzên kapîtalîst ku dabûn Tirkiye û Îranê jî lewaz bû. Ev herdu welatên ku li herêmê temsîla herî diyarker ya îdeolojiya netew dewlet dikir, diyar e ku di stratejiya nû ya Rojhilata Navîn de wê mîna berê nebin xwedî rol.
Pêşveçûn û guhertinên li herêmê diqewimin, gelek welatan ji nêz ve eleqedar dike. Welatên ku xwe li gorî rihê serdema nû bi rêxistin nekin, ne mumkune ku bikaribin ji pêdiviyên demê re jî bibin bersiv. Lê gelek welat hene ku van guhertinan ji pêwîstiyê zêdetir weke ferzkirinê dinirxînin.
Ne tenê li Rojhilata Navîn, li seranserî cîhanê paradîgmaya ku di çarçoveya îdeolojiya netew dewletê de tê pêşxistin êdî nayê qebûl kirin. Her çendî di despêka salên 1900î de bi avabûna Komara Sosyalîst a Yekîtiya Sovyetê ve îdelojîyên weke Marksist û Lenînizm derketibin pêş jî; ev ji pêdiviyên civakê re nebûn bersiv. Li beramberî krîz û qeyranên pergala heyî di warê civakî, aborî, çandî, ewlekarî û debarê de jiyan dike lêgerîna çareseriyê dewam dike.
Di despêka salên 1900î de li dijî vê pergala kapîtalîst ku xwe li ser îradeya gelan ferz dike, îdeolojiyên Komînîst weke alternatîfekê hatin dîtin. Bi taybet, avabûna Komara Sosyalîst a Yekîtiya Sovyetê ji gelek rêxistinên çepgir û azadixwazan re bû hêviya herî mezin. Lê ev îdeolojî weke dihat xwestin ji pêdiviyên demê re nebû bersiv û di çarçoveya paradîgmayî de teng ma. Ji ber vê yekê di xwe de guhertin çêkir û di asta ku dihat xwestin de pêş neket. Her çendî îro îdeolojiya Marksist û Lenînîzm hîn jî ji aliyê hin rêxistinan ve tên qebûlkirin jî mirov nikare bêje ev di halê heyî de ji bo guhertina civakê îdîayek mezin dide avakirin.
Li Kurdistanê jî di salên 1970yî de Tevgera Apoyî pêşî xwe li ser vê îdeolojiyê ava kir. Felsefe, paradîgma û rêxistinbûyina xwe li ser vê ideolojiyê pêş xist. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nerîna Post-Marksîst de bi paradîgmaya ku pêşxistî de nerînek nû da avakirin. Rêber Apo gelek caran di anî ziman ku îdeolojiyên heyî di serdama nû de ji pêdiviyên civakî û azadiya gelan re nikarin bibin bersiv. Lewma xwe dubare dikin û dixitimin. Rêber Apo di analîzên xwe de têkoşîna civakê ya li dijî modernîteya kapîtalîst bi berfireh dinirxîne û destnîşan dike ku divê hemû beşên civakê bikaribin li ser hîmên xwe yên bingehîn bên avakirin. Ji ber vê yekê bi taybet balê dikşîne ser girîngiya paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê. Ev paradîgmaya li beramberî xitimandin û tengbûna rêxistinên çepgir, sosyalîst û azadîxwaz weke hêviya herî mezin a îdeolojiya çepgir û azadiya civakî derdikeve pêş. PKKê di 25 salên dawî yên têkoşîna xwe de di çarçoveya vê paradîgmayê de xwe bi rêxistin kir û têkoşîna xwe berfireh kir.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di çarçoveya vê paradîgmayê de li çar aliyên welat têkoşînek dijwar da meşandin. Civak perwerde kir û di wê de guhertinên mezin çêkir. Em bala xwe didênê civaka di çarçovaya paradîgmaya Rêber Apo de hatiye rêxistinkirin ji gelek aliyan ve xwedî hişmendiyek xurt a civakî, neteweyî, siyasî, çandî û dîrokî ye. Rêber Apo vê yekê bi gotina “Civaka Exlaqî û Polîtîk” dinirxîne û digire dest.
Bêguman, guhertin û veguhertina ku PKKê di civakê de çêkiriye, ne yek alî ye. Gelek aliyên xwe yên erênî hene ku îro ev ji bo civakên herêmê jî bûye çavkaniya herî mezin a jiyana hevbeş û azad. Ji ber vê yekê ev nerîna ku xwe dispêre yekîtyan galan di kaosa Rojhilata Navîn de jî weke alternatîfa herî xurt derdikeve pêş.
Di vê çarçoveyê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo xwedî girîngiyek mezin e. Rêber Apo di banga xwe de ne tenê ji bo gelê Kurd; ji bo aştiya civakî ya di nabera gelan de bangê dike. Ger ev bang li ser hîmê rast were rûniştandin û li gorî wê nêzîkatiyek siyasî were raberkirin wê bi wate bibe. Em bala xwe didênê; hin derdorên cûda hene hewl didin vê bangê di çarçoveya berjewendiyên xwe yên teng de bigirin dest. Ne mumkune ku nêzîkatiyên bi vî rengî bikaribin ji krîza civakê re bibin bersiv. Lewma her kesê ku alîgirê azadî, aştî, wekhevî û jiyana demokratîk e divê ji hestên xwe yên şexsî wêdetir li gorî berjewendiyên gel nêzî meselê bibe.
Di vê mijarê de Tevgera Azadiya Kurdistanê piştî banga dîrokî ya Rêber Apo di 1ê Adarê de bi daxuyekê aşkere kir ku piştgiriyê didin bangê û ji bo wê amade ne gavên pêwîst bavêjin. Lê çawa ku şer dualiye divê aştî jî dualî be. Di vê mijarê de çav û guh li rayedarên dewleta Tirk in. Tevî ku di civakê de bendewariyek heye jî daxuyanî û gotinên ku encama zîhniyeta serdestin xwe didin der.
Pêwîste ku di vê pêvajoyê de hemû alî ji dîrokê dersan derxin û li gorî rihê deme nêzî banga Rêber Apo bibin. Em ji bîr nekin ku eger ji kaosa li Rohilata Navîn re, rêya çareseriyê neyê ditîn û rê li ber aştiya civakî neyê vekirin dê ne tenê aliyek hemû alî winda bikin.