Kurd tevî hêzên dost, azadîxwaz û şoreşger di hemû platforman de doza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo dikin. Azadiya wî weke vebûna deriyê azadiyê ji bo xwe dibînin. Ev hest beleheq nîn e. Ji ber ku Îmrali weke laboratuara hêzên serdest ên cîhanê di serî de li hemberî gelê kurd, li hemberî hemû civakên azadîxwaz û jinan weke “çalake mirinê” hat avakirin. “Îmrali ne tenê weke girtîgehekê ye, ew der navenda modernîteya kapîtalîst e ku di şexsê min de li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê êrişên mezin tên dîzaynkirin.” Rêber Apo sîstema Îmraliyê bi van gotinan şîrove dike û weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Ev tespîtên Rêber Apo, li derve jî li dijî gelê kurd, weke qirkirina siyasî û fîzîkî hat meşandin.
Rêber Apo di parêznameya xwe de, ya bi navê “Ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Komara Demokratîk ve” pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê piralî radixe pêş çavan. Sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne û dibêje “Her tişt ji bo mirina min hatibû amadekirin. Bi giranî ji bo tinekirina fîzîkî, ew nebe jî ji aliyê wateyê ve dixwestin min tîne û pûç bikin.”
Rêber Apo diyar dike ku komplo gelekî kûr û xumamî bû. Lewma ji bo têkbirina komployê pêwîstî bi pêngaveke mirovahiya pêşverû ya di asta mûcîzeyê de hebû û vê tespîtê dike; “Çarenûseke bêrehm hatibû amadekirin. Di rewşeke wiha de cîhan tev bûbû dijber. Dost û hevrêyên herî nêz jî, li gorî bawerî û nirxên xwe yên moralê, ji bilî ‘mirineke bi şeref’ ne li benda tiştekî din bûn. Mêjiyê sedsalê ev bû. Mêjiyê dostan jî wiha bû û yê dijmin jî. Cihê ku hest û bawerî lê qerisîn, ev bû. Her tiştî, tenêmayineke metirsîdar ferz dikir. Ez ê timî ew zarok bûma ku xiyanetê li xewn û xeyalên xwe nakim.”
Rêber Apo Girava Îmraliyê ango çala mirinê veguherand qada têkoşîneke bêeman a li dijî pergala serdest a kapîtalîst. Li wê derê di nava wan şert û mercan de li dijî modernîteya kapîtalîst, sîstema Modernîteya Demokratîk pêş xist. Bi vî awayî jî ew sîstema ku dixwestin li Îmraliyê bidest bixin pûç kir.
Rêber Apo 27 sal in li Îmraliyê di nava wê çalê de tê ragirtin. Tevî vê jî bi banga xw ya 27ê Sibatê karibû deriyekî nû ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan veke. Manîfestoya Serdemê ya Aştî û Civaka Demokratîk me vedixwîne azadî û demokrasiyê jiyanake adil. Li vê derê erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemû kesên ku doza azadiyê û jiyaneke adil dikin. Erk û berpisyarî dikeve ser mile me ên ku doza nasname û çand û zimanê xwe dikin. Çi ye ev erk; erka me ew e ku em xwediyê vê banga serdedemê ji çala mirinê derxin. Em bi deh milyonan Kurd em ê bi çi awayî qebûl bikin ku rêberekî weke Rêber Apo di wê çalê de bê hiştin.
Madem em azadî û demokrasiyê dixwazin, madem em jiyaneke bi rûmet dixwazin lazim e em jî hesabeke mezin bi hêzên komploger re bibînin. Dema ku me karî pergala Îmraliyê birûxînin û Rêber Apo bi fizîkî azad bikin ku ev mimkûn e, hinge em ê karibin behsa rûmet, serfirazî û serketinê jî bikin. Yan na her çend giring û bi wate bin jî bi meş û daxuyaniyan, bi panel û semîneran ev kar naçe serî. Erê girîng in. Lê têrê nakin. Divê berê me li Îmraliyê be. Ji bo vê jî divê em rêyekê bibînin. Ku me nedît jî dive em bi xwe rêyekê vekin ber bi Îmraliyê ve. Di vê sedsalê de sed eyb û şerm e ku em xwe bi nifûsa xwe ya mezin dipesnînin nikaribin Rêber Apo ji nav lepên komplogeran derxînin.