12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye’

Parêzerê Burya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, li ser rewşa azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û got: "Êdî dema azadiya Birêz Abdullah Ocalan hatiye.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 44 meh in di tecrîdê te girtin. Ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê de di yek hucreyê de tê girtin. Li gel Rêber Abdullah Ocalan girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş li Girava Îmraliyê di yek hucreyê de têne girtin. Herî dawî di 23’ê Cotmehê de Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li ser navê malbatê çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Di vê pêvajoyên ku bangên cuda têne kirin de dîsa 6 meh cezaye hevdîtina parêzeran li Rêber Abdullah Ocalan birîn. Parêzeran li dijî qedexeyê îrîraz kirin. Lê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê îtîraza parêzeran red kir. Parêzer dê li dijî vê qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Têkildarî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 8’ê mijdarê de 6 meh cezayê hevdîtinê birîbûn, Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Prz. Îbrahîm Bilmez nirxandin kir.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku qedexeya hevdîtinê parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re parçeyekî tecrîdê ye û wiha got: “Di tîrmeha 2016’an de piştî di zagonan de hin guhertin çêbûn, êdî qedexeya hevdîtina parêzeran kirin rewşeke ji rêzê. Ji sala 2011’an heta 15’e Tîrmeha 2016’an ji xwe parêzer nikaribûn biçin Îmraliyê. Parêzer nikaribûn biçin Îmraliyê.”

Dadgerê Înfazê yê Bursayê bêyî bingehek zagonî biryara qedexeya hemû cureyên ragihandinê da. Hemû hevdîtinên bi malpar, parêzeran û û hevdîtinê bi telefonan tev qedexe kir. Name qedexe kir. Piştî 15’ê Tîrmehê û şûnde karê ewil hemû têkiliya li ser Îmraliyê qût kirin. Ji xwe heta wê demê jî hevdîtin û têkilî bi qedexe bû. Ev hiqûq li dijî pîvan û rêgezên hiqûqa giştî û DMME’yê ye.”

Herî dawî di 8’ê mijdarê de 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Abdullah Ocalan birîn. Prz. Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku cara ewil cezayekî wisa nabirin û wiha got: “Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî destê xwe da rêveberên DEM Partiyê. Piştî wê niqaşekê dest pê kir. Birêz Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din di şert û mercên herî giran û xerab de dijîn. Tecrîd didome. Ji xwe dema birêz Birêz Abdullah Ocalan bi Omer Ocalan re hevdîtin kir, got ‘Tecrîd didome’ Divê teqez her kes vê rastiyê bibîne. Mixabin meseleya kurd bi polîtikayên ewlehiye tê rêveberin. Ji ber meseleya Kurd nayê çareserkirin, ji bo hemû gelê Tirkiyeyê zerakek mezin ava dike. Aboriya Tirkiyeyê pir pir xerab e. Her kes vê rastiyê dizane. Pirsgirêka kar û karkeran pir zêde ye. Ji her tiştî wêdetir azadiya mirovan tê bisînorkirin. Bi deh hezaran mirovên muxalif girtî ne. Mirov nikare fikrên xwe bîne ziman. Mirov xwe azad hîs nake. Di şertekî wisa de tecrîd didome.

Birêz Abdullah Ocalan hêza çareseriya pirsgirêka kurd e. Di 25 salên Girava Îmraliyê de di hemû hevdîtinan de ev anî ziman. Her dem got şert û merc bên avakirin dikare vê rola xwe ya çareseriyê bilîze. Her dem xwest alî li ser maseya diyalogê rûnên.”

Parêzer Îbrahîm Bîlmez, herî dawî destnîşan kir ku şert û mercên azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatiye avakirin û wiha bi dawî kir: “Divê êdî ji bo azadiya fizîkî gavên pêwist bên avêtin. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in di tecrîdê de tê girtin. Ev ne girtîgehek ji rêzê ye. 10 salên ewil di hucreya yek kesî ya 12 metrekare de derbas bû. Ji ber vê yekê 25 salên Girava Îmraliyê berdêlî 40-45 sal girtîgehên din e. Tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan û temenê wî jî li ber çavan e. Ji ber vê yekê divê êdî birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Dîsa biryara DMME’ê ji heye. Di aliyê biryara DMME’yê de hemû hiqûqzan yek fikirin û divê êdîe Birêz Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûdê bigire û êdî dema azadiya Birez Abdullah Ocalan e.

ÇAVKANÎ: MA / Îbrahîm Irmak