PKKê kongreya xwe ya 12emîn kom kir û biryara fesxkirin û rawestandina şerê çekdarî girt. Ev biryar ji du aliyan ve bi şaşwazî hate pêşwazîkirin. A yekemîn şaşwaziya hestiyarî ya gel bû. Gelê Kurd bi salan e xwe bi PKKê nas kir. Ev nêzî pêncî sal e li Kurdistanê têkoşîneke bêhempa didome. Gel PKK ji xwe re wekî stargehekê dît. Slogana “PKK gel e gel li vir e” ev heqîqet li her derê raxist ber çavan. Lewma gel li hemberî peyva ‘fesixkirin’ê hestiyar bû. Ev jî tê fêmkirin. Ji xwe piştî daxuyaniya berfireh rewş hinek din zelal dibe. Di her platformê de hate ziman ku ev biryar di têkoşîna azadiyê de tenê guhertina rêbaza têkoşînê ye. Armanca bingehîn jiyana azad e. Ji aliyekî ve jî ji ber baweriya bi Rêbertî û pêşengên PKKê, gel difikire ku dê geşedanên baş çêbibin. (Herwiha PKKê diyar kir ku ji bo ev biryar bikevin meriyetê hewcedarî bi rêvebirina pratîk a Rêber Apo heye û divê demildest zemînê siyaseta demokratîk were avakirin.)
Şaşwaziya duyem jî ya faşîst û nîjadperestan bû. Desthilatdar jî di nav de faşistên reş, spî û kesk ne li benda tiştekî wisa bûn. Bi dehan salan e dibêjin ‘PKK ji aliyê hêzên derve ve tê birêvebirin û niyeta wê tuneya dev ji çekan berde’. Hemû polîtîkaya xwe ya hundirîn û derve li ser vê ava kirin. Rêber Apo bi dehan caran bang li dewletê kir ku pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk bên çareserkirin. Ji bo wê gelek caran agirbest hatin îlankirin. Lê dewletê wekî bersiv êriş zêdetir kirin. Rêber Apo ji salên 90î heya niha di nav hewldanan de ye ku şerê çekdarî rawest e û zemîna têkoşîna siyaseta demokratîk pêş bikeve. Lê dewlet, ji bo derfet nede ku têkoşîna gelê Kurd rewa bibe her tim şer domand. Niha jî dema PKKê kongre kom kir û biryarên nû girtin, ji aliyên faşîstan ve bertek bilind bûn. Bangewaziya 27ê Sibatê ji gelek aliyan ve hincetên dewletê ji dest girtin. Biryara PKKê hincetên mayî jî ji dest wan girtin. Ji ber tu hincetên ku êriş bikin nema ne, nizanin çi bikin. Hew maye bêjin ‘Çima PKK dev ji şer ber dide?’
Hinceta wan çi ye? Dibêjin: “Dev diavêjin peymana Lozanê û damezirandina komarê.” Helbet divê rastî were gotin. Rêber Apo dibêje: “Me çi li ku derê wenda kiribe divê em li wir lê bigerin.” Hewce ye bingeha pirsgirêkê çi be ew were sererastkirin.
Dibêjin rojekê dinêrin ku Xoce Nasredîn nîvê şevê li kolanê di bin lembeyê de li erdê li tiştinan digere. Yên di ber re derbas dibin jê dipirsin ka ew çi dike. Dibêje ku derziya xwe wenda kiriye û li derziya xwe digere. Dîsa jê dipirsin: “Te derziya xwe li ku derê wenda kiriye?” Dibêje “Min li malê wenda kiriye.” Li ser vê xwe pê re aciz dikin, dibêjin “Madem te li malê wenda kiriye çima li vir digerî?” Dibêje, “Mal tariye, li vir ronahî heye min got belkî li vir bibînim.” Mal tarîbe jî hewce ye li malê li derziyê bigerin. Heke tarî be wê demê divê mirov çirayekê pêxe. Ne wisa be em ê jî wekî Xoce Nasredîn bikin û bibin mijara pêkenokan.
Îro li Tirkiyê sedema yekemîn ya pirsgirêke Kurd şêwaza damezirandina komara Tirkiyê û Peymana Lozanê ye. Komara Tirkiyê li ser qodên înkarê hate damezirandin. Peymana Lozanê jî li ser înkara rastiya gel û baweriyan hate mohrkirin. Heya ku ev her du şaşîtî ji holê ranebin pirsgirêk jî çareser nabin. Derdorên faşîst ji ber ku tu hincetê din nedîtin îtîraz bikin bi zanebûn van her du xalan derdixin pêş. Derdê wan jî diyar e. Ji ber ku alavên propagandayê ji destê wan diçin van bertekan nîşan didin. Li tu derê din ên cîhanê tiştekî wisa tune. Kesî ku li hemberî danîna çekan derdikeve tune ye. Lê li Tirkiyê hene. Ev jî nîşan dide ku komar çiqasî li ser bingeheke şaş hatiye damezirandin. Ev derdor hemû berhema vê komarê ne. Ji bo carek din nifşên wisa faşîst mezin nebin hewce ye qodên komarê werin guherandin. Heman tişt ji bo Peymana Lozanê jî derbasdar e. Heke hinek dibêjin em li hemberî emperyalîzmê ne, wê demê divê sereke li dijî Peymana Lozan derkevin. Ev peyman ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatiye amadekirin û pejirandin.
Rêber Apo û PKK ji bo van şaşîtiyan biguherin ketin rê. Rêber Apo bixwe ji bo pirsgirêk çareser bibe gelek rêbaz ceribandine. Di salên 1970yî de tu derî nema ku serî lê neda û neceriband. Di dawiya dawiyê de diyar dike ku ew mecbur mane rêbaza tundiyê bi kar bînin. Di axaftineke xwe de dibêje “Em ne heyranê çekê ne. Me ne ji kêfa xwe dest avêtiye çekê.” Lê dewleta Tirk ji bo vê rastiyê berovajî bike tu sextekarî neman ku nexistin meriyetê. M. Alî Bîrand di axaftineke xwe de digot, “Me ewqas tiştên nerast dikirin nûçe, demek hat êdî me jî ji wan derewan bawer dikir.” Dewletê hemwelatiyên xwe hînî derewên xwe kirin. Lê dewleta kûr, desthilat û sermayeyê baş dizanibû ka rastî çi ye. Mixabin ji bo rastî dernekeve holê derew li ser derewan, sextekarî li ser sextekariyan dikirin. Dawiyê hate rewşeke wisa ku hemwelatî van derewan ji dewletê zêdetir biparêzin.
Di dadgeha Nurnbergê de rayedarên Naziyan dema ji ber sûcên hemberî mirovahiyê dihatin darizandin, dadgeh ji wezîrê dadê yê wê demê (Louîs Rudolph Franz Schlegelberger) dipirse: “Hûn kesekî zana ne. Gelek dewletan makezagonê xwe li gorî dersên we di zanîngehê de didan amadekirin. Ma we ewqas xeletî nedidîtin? Çima te ev kar girt û berdewan kir?” dipirse. Ew jî dibêje: “Hîtler bang kir ku dewleta wan ji aliyê hêzên derve ve di bin talukeyeke mezin de ye. Digot ‘ji bo ev taluke rabe, heya demekê em dikarin mafê sosyalîstan, cihuyan, komûnîstan, demokratên sosyal danin aliyekî. Ji bo wê ez jî wisa fikirîm. Min jî digot ji bo silametiya dewletê em dikarin ji bo demekê hinek mafan qedexe bikin. Lê min dît ku bi demê re ev tişt bû rastiya me. Bû şêwaza jiyana me.” Ji ber vê ferasetê rêveberiya naziyan bû sedema qetilkirina bi milyonan mirovan.
Komara Tirkiyê jî her tim bi slogana “dewleta me bi talukeyên derve û hundirîn re rûbirû ye lewma divê em bibin yek û em destûr nedin kes behsa mafan bike” xwestekên gel û baweriyan çewisand. Lê êdî divê rastî werin axaftin, rastî werin nîqaşkirin da ku riya şaş sererast bibe. Heke rayedarên dewletê û siyasetmedar vê rastiyê qebûl nekin ew ê hêj gelek êş werin jiyandin.