Asayîşa PDK’ê di 4’ê Mijdarê de berdevk û endamên nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê dersînorkirin. Nerazîbûnên dijî dersînorkirina endam û nûnertên HDP’ê ya ji Hewlêrê her ku diçe zêde dibin. Di vê çarçoveyê de şandeya DEM Partiyê ku ji parlamenterên DEM Partiyê Bêrîtan Guneş û Berdan Ozturk pêk tê, serdana Başûrê Kurdistanê kirin.
Şandeyê serdana nûnertiya HDP’ê ya li Herêma Kurdistan ya li bajarê Hewlêrê kirin. Li gorî agahiyan şande di çarçoveya êrişên PDK’ê yên li ser nûnertiya HDP’ê û derxistina endam û nûnerên HDP’ê ya ji Hewlêrê, serdana Başûrê Kurdistanê kirine.