12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê pêşniyarqanûna der barê deynên qeyûman de da meclisê

DEM Partiyê ji bo deynên qeyûman dewrî xezîneyê bên kirin pêşniyarqanûn da meclisê

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo tehsîskirina bi milyaran deynên ku qeyûman li şûna xwe hiştin bên teshîskirin, kete nava liv û tevgerê. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo deynên qeyûman dewrî xezîneyê bên kirin û ji qeyûman bi xwe bên tehsîskirin, pêşniyarqanûn dan Serokatiya Meclisê. Di pêşniyarqanûnê de hat xwestin ku di Qanûna Şaredariyan de guherîn were kirin. Hat bibîrxistin ku rayeya tayînkirina qeyûman dane Wezareta Karên Hundir û bal kişand ser deynên awarte yên di serdema qeyûman de hatine kirin.

Deynên qeyûman li pey xwe hiştine

Di heman demê de deynên qeyûman li pey xwe hiştin jî hatin parvekirin. Di pêşniyarqanûnê de deynên qeyûman kirine wiha hatin rêzkirin:

“* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: 8 milyar û 500 milyon TL

* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: 3 milyar û 345 milyon TL

* Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê: 3 milyar û 502 milyon TL

* Şaredariya Êlihê: 3 milyar û 53 milyon TL

* Şaredariya Sêrtê: 456 milyon û 853 hezar TL

* Şaredariya Gever a Colemêrgê: 990 milyon û 412 hezar TL

* Şaredariya Misirc a Sêrtê:165 milyon û 54 hezar TL

* Şaredariya Kopê ya Mûşê: 165 milyon û 226 hezar TL

* Şaredariya Hezex a Şirnexê: 41 milyon TL

* Şaredariya Ebexê ya Wanê: 4 milyon û 318 hezar TL

* Şaredariya Farqînê ya Amedê: 90 milyon û 835 hezar TL

* Şaredariya Erxeniyê ya Amedê: 130 milyon û 707 hezar TL

* Şaredariya Pasûrê ya Amedê: 29 milyon û 680 hezar TL

* Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê: 176 milyon û 997 hezar TL

* Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê: 103 milyon û 532 hezar TL.”

‘Deyn û nerêtî polîtîkayeke hevpar e’

Di hinceta pêşniyarqanûnê de hat gotin ku qeyûmên hatine tayînkirin ji bo şaredariyê bixin rewşekî wisa ku nekarin bixebitin, bi zanebûn ewqas deyn kirine û deyndarkirin û nelirêtî polîtîkayeke nava hev de ye. Hat destnîşankirin ku qeyûm memûrên dewletê ne û kiriyarên wan girêdayî hikûmeta navendî ne. Bi domdarî wiha hate gotin: “Lewma jî tiştekî adilane û were qebûlkirin nîne ku deynên wan ji rêveberiya tê hilbijartin re bên hiştin. Ji ber van deynan, mimkin nîne şaredarî bikarin xizmetê ji gel re bikin. Lewma jî mecbûriyeteke ku deynên qeyûman dewrî xizîneyê bên kirin. Di demên berê de bi rêya lihevkirinê deyn hatine jêbirin. Ev texrîbat ne tenê ji bo gel, di bûdçeya cemaweriyê de hatiye kirin. Lewma divê bi qasî qisûra wan tê de heye ev deyn ji qeyûman bên tehsîskirin. Divê derheqê qeyûman de lêpirsîn were destpêkirin. Di serî de qeyûm, divê ev deyn bi kesên rê li ber vekirine bidin dayîn. Nexwe dê ev bêberpirsyartî û neberpirsyarî ji wan re bimîne.”