8 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pêşiya Girtîgeha Sîncanê xwest girtiyên siyasî bên berdan û wiha bang li îktîdarê kir: “Em bang li îktîdarê dikin ku li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere.”

Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît, wekîlên partiyê û nûnerên rêxistinên bajar û navçeyê yên Enqereyê bi boneya salvegera 9emîn a operasyonên qirkirinên siyasî yên 4ê mijdara 2016an, li pêşiya Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan. Partiyî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Hevserokên Giştî yên HDPê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de gelek siyasetmedar bi awayekî derhiqûqî hatine girtin û got: “HDPê di sala 2015an de karî bi tena serê xwe têkeve hilbijartinan û AKP ji îktîdarê xist. Roj bi roj mezin bû. Îktîdara ku HDP weke gef dît, ji bo tesfiyekirina siyasetmedarên HDPî ‘Doza Kompasê ya Kobanê’ îcad kir.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît 3 biryarên binpêkirinê yên DMMEyê bi bîr xist û got: “DMMEyê got ku ev doz dozên siyasî ne, bingeheke wê ya hiqûqî tune ye û di şexsê birêz Demîrtaş de biryar da. Divê nêzikatiyeke biryarên DMMEyê esas digire têkeve meriyetê. Divê hevalên me yek rojê jî girtî nemînin. Divê Birêz Demîrtaş, birêz Yuksekdag û hemû girtiyên din tavilê bên berdan.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev bang kir: “Em bang li tevahiya meqamên dewletê dikin ku li hiqûqê vegerin û edaletê pêk bînin. Azadiya hevalên me asteng nekin. Em di pêvajoyeke nû de ne. Divê hemû hevalên me yên ji ber daxwazkirina aştiyê hatine girtin tavilê bên berdan. Her cihê em diçinê pirsa ‘hem pêvajo heye hem jî siyasetmedar girtî ne’ ji me tê kirin. Divê girtî tavilê bên berdan. Ev, pêwîstiyên çareseriyê ne. Em bang li hikûmetê dikin ku pêwîstiyên çareseriyê cîbicî bike, li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere û bêhiqûqiyan ji holê rake. Rojên em di demekî nêz de tevî hevalên xwe têbikoşin nêz in.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.