27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê li Almanyayê hevdîtin kir

Heyeta DEM Partiyê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan hevdîtinên xwe yên li Almanyayê bi dawî kir. Heyet wê di nava rojê de derbasî Îngilistanê bibe.

Xebat û hevdîtinên dîplomatîk ên DEM Partiyê didome. Heyeta DEM Partiyê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan hevdîtinên xwe yên li Almanyayê bi dawî kir. Der barê mijarê çapemeniya DEM Partiyê parvekirinek kir. Di ragihandina Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê de hate gotin, “Heyeta me ku ji Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan, endamê Desteya Rêveberiya Navendî Rezan Kaganarslan, parlamentera me Nejla Demîr, nûnerê me yê li Ewropayê Eyyup Dorû û nûnera me ya li Elmanyayê Leyla Îmret pêk tê, hevdîtinên xwe yên li Elmanyayê îro temam kir.”

Li gorî daxuyaniyê, heyetê roja Çarşemê li Parlamenta Federal bi parlamenterên hemû partiyên li parlamentee re hevdîtin kir. Nûnerên gelek partiyan tevlî civînê bûn. Heyetê piştre bi Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Felix Banaszak û rêveberên wê re hevdîtin kir.

Di van herdu hevdîtinan de jî heyeta DEM Partiyê li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk û Pêvajoyê agahî da, ji hemû aliyan xwest, ku piştgiriyê bidin bangê û pêvajoyê.

Heyeta DEM Partiyê wê di nava rojê de derbasî Îngilistanê bibe û 26-27ê Hezîranê hin hevdîtinan bike.