4 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partiyê ji wezîr re got: Karê xwe bikin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç da û got: “Hiqûq, demokrasî û edalet bi lîstoka peyvan pêk nayên.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bersiv da parvekirina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç. Ayşegul Dogan, got: “Hiqûq, demokrasî û edalet bi lîstoka peyvan pêk nayên. Çareseriya pirsgirêkeke dîrokî, cidîbûn pê divê.  Em bang li wezareta we dikin ku ziman û nêzikatiyeke vê berpirsyartiya dîrokî radigire bi kar bîne. Ji kerema xwe hûn karê xwe bikin.”

Yilmaz Tunç, têkildarî daxuyaniya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya duh li Meclisê dabû wiha got: “Em li vir gogê nalîzin. Hewceye mirov piştgiriyê bide hewldanan. Divê mirov ji kirinên zirarê didin van hewldanan dûr bisekine. Bi DEM Partiyê re tu muzakere nayên kirin. Tenê daxwazeke wan a ji bo başkirina mercên girtiyên nexweş hebû.”