Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku Hevşaredara Hezex a Şirnexê Turkan Kayir ji partiyê îxrac kirine. Daxuyanî bi sernavê “Îradeya xelkê Hezexê ya ku jiyana azad ava kirî bila ji gelê Hezexê re bê hiştin” parve kir. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku xelkê Hezexê di hilbijartinê de bi rêjeyeke ji sedî 71,27 bi ser ketiye û wiha hate gotin: “Gelê me îradeya xwe bi eşkereyî nîşan da. Rêgeza me ya sereke ew bû ku texrîbata qeyûman di 8 salan de çêkirî ji holê rakin lê hin kesan hewl dan vê texrîbatê bidomînin.”
Du kes îxrackirin
Daxuyanî wiha didome: “Hin kesên nirxên têkoşîna me ya demokratîk û rêgezên me tune hesibandin, yên xizmeta ji bo gel ji xwe re esas negirtin, yên îradeya hilbijêran tune hesibandin, li dijî zîhniyeta partiya me tevgeriyayîn û hewl dan bi rêya têkiliyên hevaltiyê şaredariyê birêve bibin, mixabin di van 8 mehan de hatin tespîtkirin. Partiya me demekî dirêj hewl da meseleyê çareser bike lê ev hewl dan tune hatin hesibandin û di van nêzikatiyên xwe de israr kirin. Lewma jî Hevşaredara Hezexê Turkan Kayir sewqî Lijneya Disiplînê ya Navenda DEM Partiyê; endamê Meclisa Şaredariyê Ekrem Şîmşek jî sewqî Lijneya Disiplînê ya DEM Partiyê ya Şirnexê hat kirin. Di encama nirxandinan de biryar hat dayîn ku Kayir û Şîmşek ji partiyê bên îxrackirin.
Em careke din soz didin ku dê têkoşîna me ya li dijî kesên nirxên gelê me ji bo menfaetên xwe yên şexsî bi kar tînin bidome. Tevî endamên Meclisê dê berteka me ya demokratîk û muxalefeta me ya di Meclisa Şaredariya Hezexê de bidome û em ê li gel gelê xwe tevbigerin. Qedr û qîmeta kesên pişta xwe dane gel tu caran nebûye û dê nebe jî. Tekane daxwaza gelê Hezexê ew e ku ji meqamên xwe îstîfa bikin. Îradeya gelê Hezexê ya ku jiyana azad ava kirî bila ji gelê Hezexê re bê hiştin.”