Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, kampanyaya îmzeyan a “Em aştiyê dixwazin” da destpêkirin. Starta kampanyayê, li Amedê bi daxuyaniyekê hate dayin. Daxuyanî, li pêşiya Ceylan Karavîl AVMê hate dayin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em aştiyê dixwazin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku komara demokratîk ava bikin” hate hilgirtin û dirûşma “Bijî aştî” hat berzkirin.
Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma di daxuyaniyê de axivî û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de nexşerê ye. Pêdiviya gelan bi aştî û demokrasiyê heye. Em îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanyayê didin destpêkirin. Divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan bi cîh were . Misogerkirina vî mafî ne tenê misogeriyeke şexsî ye lê misogeriya civaka demokratîk e.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî got: “Siyaseta şer; kedxwarî, tundî û komkujiya li dijî jinan mezin kir û rê li ber têkçûneke giştî vekir. Em ne mehkûmî siyaseta şer û tarîtiya bi xwe re afirandî ne. Em aştiyê dixwazin. Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re hêviya gelan a aştiyê mezintir bû. Niha jî ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê em li dora bangê dicivin. Em, civakeke hemû gel û bawerî azad û wekhev dijîn diparêzin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku li gorî me çareseriya demokratîk a pirsgireka kurd misogeriya demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê ye. Em hemwelatiya li ser bingeha wekheviyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku xizanî, bêkarî û kedxwariyê qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku em li dijî êrişên ser jinan û destkeftiyên wan têdikoşin û jiyaneke azadiya jinê diparêzin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku em polîtîkayên tundî û komkujiyên dijî jinan kûr dikin qebûl nakin.”
Pitşî daxuyaniyê, starta kampanyaya “Em aştiyê dixwazin” hate dayin.