Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî qala “reforman” kir li aliyê din jî şandeyeke MHPê bi wesîleya cejnê serdana DEM Partiyê kir. Di hevdîtinê de bal kişandin ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate gotin ku li pêşiya Tirkiyeyê firsendeke dîrokî heye.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî rojevên heyî ji rojnameya Turkgunê re axivî. Bahçelî, diyar kir ku li welêt jiyaneke nû ya siyasî û civakî ava bûye û got: “Em bang li her kesî dikin ku werin û em bi hev re vê pêşeroja pîroz a Tirkiyeyê ava bikin.” Bahçelî, got ku di avakirina aştiyê de berpirsyartî dikeve ser milê her kesî û got: “Di vê çarçoveyê de nevehêlandin û xwedî lê derketin meseleya sereke ye.”
Bahçelî, bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Milet di nava bendewariyeke bi hêvî de ye. Di destê me de ye ku em vê hêviyê neşikîne û veguherînin kêfxweşiyê. Tirkiyeya bê teror wê bibe Tirkiyeyeke welê ku demokrasî lê hîn xurt e. Di demekê de ku sîstemeke nû ya cîhanê ava dibe, mirov dikare vê pêşketinê ji bo Tirkiyeyê bikin firsendek. Dê ji bo afirandina jiyaneke civakî û siyasî ya nû ya aştiyane ya Tirkiyeyê bibe wesîle” û diyar kir ku guherînên mezin li gel firsendan her wiha xwedî rîskan e. Ji ber vê yekê gelek dînamîk divê bi baldarî bêne birêvebirin. Beriya her tiştî weke ku di banga Îmraliyê de hate kirin divê destpêkê çek bêne danîn, PKK kongreya xwe bi lez kom bike, biryara tesfiyekirina hemû pêkhateyên PKK’ê bikeve meriyetê. Bi reformên berfireh divê em yekitiya xwe ya mîlî hîn xurt bikin, edalet û wekhevî jî divê esas be. Bi destûreke bingehîn a mîlî û berfireh bermahiyên derbeyê dikarin ji holê bêne rakirin. Ya girîng ew e ku avaniyeke welê bê avakirin ku her kes xwe di nav de bibîne. Lewma di pêvajoya Tirkiyeya dûrî ji terorê de em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bi feraseta ‘Beriya her tiştî Tirkiye’ û ‘Her kes dibe Tirkiye’ di yekitî û biratiyê de bigihêjin hev, paşerojeke pîroz a Tirkiyeyê bi hev re ava bikin.”
Serdaneke dîrokî!
Partiyên siyasî di roja 2yemîn a Cejna Remezanê de ji bo pîrozkirina cejnê çûn serdana hev. Şandeyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û MHPê cara ewil bi boneya cejnê serdana hev kirin.
Şandeya MHPê ya ku ji Sekreterê Giştî yê MHPê û Wekîlê Bursayê Îsmet Buyukataman, endamên Lijneya Rêveberiya Navenî (MYK) Esma Ozdaşli û Şahîn Kartal pêk dihat çû serdan DEM Partiyê. Şandeya MHPê ji hêla Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Ozturk Turkdogan, Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Yuksel Mutlu û Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan ve hat pêşwazîkirin.
Îsmet Buyukatamanê MHPî, piştî silavdayinê axivî û got ku ji bilî CHPê ew ê biçin serdana hemû partiyên siyasî. Buyukataman, ew ê bi hev re rojên dibin wesîleya vekirina deriyên nû xurtkirina hiqûqa biratiyê bijîn.
Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku ew hêvî dikin hemû kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin bên berdan. Turkdogan, destnîşan kir ku divê her kes li gorî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” tevbigere û Tirkiyeyê di nava aştiyeke birûmet de jinûve ava bikin. Turkdogan, got: “Em dixwazin Tirkiyeyeke ku rêz ji îradeya gel re tê girtin bê avakirin.”
Yuksel Mutlu jî piştî serdanê axivî û got ku daxwaza wan a herî mezin a di cejnê de ew bû ku hemû girtiyên siyasî û hevalên wan tevî malbatên xwe cejna xwe pîroz bikirana. Yuksel Mutlu, got: “Hêvîdarim ev serdan bibe wesîleya vê. Demokratîkbûna siyasetê nîşan dide bê ka pêdiviya civakê çiqasî bi vê heye. Partiya me li dijî sepanên qeyûm û dijdemokratîk e. Divê tu kes ji ber fikr û ramanên xwe di girtîgehê de nebin.”
DEM Partî çû serdana MHPê
Di heman saetan de, şandeya DEM Partiyê jî çû serdana Navenda Giştî ya MHPê. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Wekîlê Colemêrgê Onur Duşunmez û endama Komîsyona Gel û Baweriyan Zeyno Bayramoglû di şandeyê de cih digirt. Şande, ji hêla Cîgira Serokê Giştî yê MHP’ê Zuhal Topçu, Koordînatorê Dibistana Siyaset û Lîdertiyê û endamê MYKê Turan Şahîn û endamê MYKê Ozmen Gîray Erdemîr ve hate pêşwazîkirin.
Ayşegul Dogan di serdanê de got ku diyaloga di navbera partiyên ji hev cuda difikirin girîng e. Ayşegul Dogan, anî ziman ku Tirkiye bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ye û got: “Piştî banga 27ê Sibatê, ji bo vê firsenda dîrokî divê em tiştên dikeve ser milê xwe bicih bînin. Divê em bi ser hemû berjewendiyên siyasî re bigirin. Ji ber ku em qala aştiya civakî û avakirina demokrasiya Tirkiyeyê dikin. Gel êdî ji şer westiyaye. Li rexekî sepanên dijdemokratîk didomin li rexa din jî lêgerîneke biqîmet ji bo aştiyê heye. Ev, dîrokî ye û divê Tirkiye vê sedsalê ji dest nede. Ji bo Tirkiyeyeke deokratîk, wekhev, adilane û azad divê xetereyên heyî bên tunekirin. Ji ber ku ev dem di heman demê de demekî xetere ye. Lewma jî sekn û îradeya partiya we, bloka îktîdarê gelek girîng e. Êdî gotin hatine kirin û nabe ku were vehêlandin. Divê tavilê bên cîbicîkirin.”
Zuhal Topçu jî ev tişt anî ziman: “Em ketin pêvajoyeke girîng. Îşala ev pêvajo bidome. Bi rastî jî ya girîng, pêşeroja Tirkiyeyê ye. Wekî we jî gavek berê anî ziman, ev milet êdî westiya. Ji ber ku zehmetiyên pergala kûrewî derdixînin hene. Kevneşopî û çandekî vî welatî heye. Divê ev dîsa were zindîkirin. Divê ev dewlet bi hev re bimeşe ku serokê me yê giştî gava ewil avêt. Îşala li pey vê stratejiyê tiştên gelek xweş çêbibin.”